Gelo “Li Peravên Donê” berhema Şoloxov e?

Sala 1965an Xelata Nobelê ya Edebiyatê di rikeberiyeke tund di navbera çend nivîskarên mezin de wek Samuel Beckett, Pablo Neruda, Heinrich Böll, Anna Axmatova, André Malraux û Vladimir Nabokov de; gihîşte Mîxaîl Şoloxov.

Di daxuyaniya komîteya Xelata Nobelê de hatiye nivîsandin ku Şoloxov tenê ji ber berhemeke xwe bi navê “Li Peravên Donê” yan “Donê Aram” vê xelatê werdigire û ji hemû nivîskar û romannivîsên din hêjatir e.

Bi rastî Şoloxov di 25 salên piştî “Li Peravên Donê” de ti berhemeke giranbuha ya din neafirandibû. Ev yek jî bû sedemê derketina gengeşe û lêkolînên komîteya Xelata Nobelê ya Edebiyatê. Lê komîteya Xelata Nobelê ya Edebiyatê demildest bîr û bawerî û gengeşe û şopandin û biryara xwe di bin çavan re derbas dike û dibêje: Belê berhemeke tenê jî ji bo wergirtina xelatê bes e.

Ne ji mêj ve ye, li gor çend belgeyên piştrastkirî û cihê baweriyê, behsa wê yekê tê kirin ku nivîskarê romana navdar a “Li Peravên Donê”  ne Şoloxov e, lê belê mirovekî din e. Ew belge û dokument piştrast dikin ku Mîxaîl Şoloxov tenê derew û wehmeke wêjeyî ye!

Sala 1975an, nameyeke nivîskarê xwedî bîr û baweriyên cuda û azadîxwaz yê Rûsyayê Aleksander Soljenîtsin bi dizî gihîşte derveyî Yekîtiya Sovyetê. Soljenîtsin di wê nameya xwe de behsa nivîskarekî Kozak ê dijî Bolşevîkan kiribû bi navê “Fyodor Kryukov” û gotibû wî yanî Fyodor Kryukov berhema “Li Peravên Donê” nivîsandiye.

Helbet danberhevên bi riya komputerê nikarîbûn van gotinan piştrast bikin. Lê lêkolînvanê wêjeyî Andrei Çernov ku li Saint Petersburgê dijî û çend salan li ser wê meseleyê rawestiyaye û lêkolîn kiriye, nû nameya pisporekî teknolojiya wê serdemê bi navê Alexander Elsky di Facebooka xwe de belav kiriye ku di sala 1989an de, ji Şoloxovzanê bi navûdeng Leo Kolodney re şandiye.

Di wê nameyê de, çend rastiyên balkêş û rahejêner hene.

Kolodney di gotareke têrtije de li dijî wan hemû kesan derdikeve ku gumanê dixin ser navê Şoloxov. Helbet di serdema Sovyetê de, navnokirina Şoloxov dibû sedemê derketina lêpirsîna siyasî û cezakirinê. Lê di serdema glasnost (şefafiyetê) de pir caran ev dengo û gotegot di medyayê de belav dibû ku “Li Peravîn Donê” ne berhema Şoloxov e.

Nameya Elsky balkêş û sermatker e çimkî ew yek ji şahidhalan e. Ew wek nivîskarekî genc ji nêzîk ve serwextê belavbûna wê berhemê bû û dibêje: Di navbera salên 1927-1930î de wî (Elsky) weke sererastker di komîteya nivîskarên “Roman-Gazeta” de kar kiriye.

“Roman-Gazeta” desteyek nivîskarên proletar bûn ku Şoloxov jî ligel wan karê wêjeyî dikir. Ew şaxek bûn ji belavoka “Maskovskî Rabotî” anku “Karkerên Moskowê.”

Rojeke sala 1927an rêvebera wê desteyê bi navê Ana Grodskaya du beşên destpêkê yên berhemeke nû ji bo sererastkirinê dide Elsky (sala 1938an Ana Grodskaya wek “dijmina gel” hate gulebarankirin.)

Herdu beş pir balkêş û şîrîn bûn. Demeke dirêj di wê navê re derbas nabe, Ana Grodskaya gazî desteya sererastkirin û edîtoriyê dike ji bo civîneke bilez û dibêje: Ji jor ferman ji me re hatiye ku divê ew herdu romanên nû bi navê “Mîxaîl Şoloxovê 22 salî” bêne çap û belavkirin.

Sedema sereke ya vê biryarê jî ew bû ku nivîskarê sereke yê wê romanê “Li Peravên Donê” yan “Donê Aram” ser bi “Dijminên Gel” yan bi gotineke din “li dijî şoreşê” bû!

Hevdem, pêwistiya dezgeha bangeşeya partiyê di yekem sala bernameya xwe ya pênc-salî de, bi berhemeke wêjeyî ya proletarî û bêmînak hebû ku yekî ji me û qehremanekî proletar nivîsîbe.

Elsky dibêje: Şoloxov pir serdana ofîsa kovarê dikir. Kesekî sade û şermîn bû, zêde tevlî gengeşe û nîqaşan nedibû. Di nava demeke kin de herdu beşên destpêkê yên romanê bi navê wî belav bûn û piştre êdî Şoloxov ew rol li stûyê xwe girt û bû parçeyek ji şanoya hikûmeta Sovyetê.

Salên 1932 û 1940 beşên sêyem û çarem ên “Li Peravên Donê” belav bûn ku wek Elsky dibêje, her çiqasî Şoloxov hewl da wan jî li stûyê xwe bigire, lê bi ser neket, lewma jî desteyek nivîskarên mezin ew karê giranbuha heta dawî birin û bi cih anîn.

Di aliyê şêwazê de, her du beşên dawî yên “Li Peravên Donê” li gor herdu beşên destpêkê pir nakok in û li hev naguncin.

Salên 1928 û 1929, Şoloxov mijûlî nivîsandina romaneke din bi navê “Zeviya Nû Avedankirî” bû. Bi çi awayî dibe bila bibe, Şoloxov di dawî de ew roman qedand û da desteya sererastkirinê. Lê ji ber çewtî û kêmasiyên zêde di wê romanê de hebûn, tîmeke mezin ji nivîskarên wek “Yury Libedinsky, Aleksander Fadeyev û Elsky” hatibûn erkdarkirn daku di dema salekê de hemû herin gundê Kazaknişîn “Vyoşenskaya” ku Şoloxov li wir dijiya, da romanê edît bikin û wiha lê bikin ku hêjayî belavkirinê be.

Piştî romana “Zeviya Nû Avedankirî” ku berhemek e pir bi zeq û beloqî bangeşeya rola damezrêner û hîmdarên Yekîtiya Sovyetê dike, êdî Şoloxov tenê çend berhemên kurt belav kir.

Akademya Wêjeyî ya Swêdê niha li gor dîtina van belge û dokumentên nû rastî serêşiyeke mezin hatiye û dikin ku vê meseleyê beralî bikin.

Çavkanî: Keyhana Londonê, ku ji malpera Swêdî ya Forum Axess wergirtine.

 

Resûl Sultanî-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply