Xetereyên ku li malê li benda zarokan in çine, mala ku ji bo zarokan pir ewlehî tê dîtin, gava ku tedbîrên pêwîst neyên standin, dibe ku rê li pêşiya gelek qezayên ku li malê de diqewimin vebike.
Amûrên wek; prîzên ceryanê, qablo, îlacên ku li erdê peyda dibe, deterjan, boyax û ava cilşoyê, perçeyên pêlîstokên biçûk û çaydankên ku dikele eger mirov dîqqet neke her yek ji bo zarokan dibe ku bibe çavkaniya xetereyan.
Pisporan ji dê û bavên ku ji bo şadbûn û tendirustbûna zarokan her tiştî dikine, vê hişyariyê tînin ziman, ‘pirî caran nerihetî û qeza li malê de diqewime’. Rêvebirê Tendirûstiya Acîlê ya Medlîneyê Dr. Barış Mutluer da xuya kirin, qezayên ku di demên zaroktiyê de derdikevin holê , ji wan qismekî mezin li malê de diqewimin, Dr. di vê mijarê de hemû malbat hişyar kir.
Li malê de ji bo ku tedbîra qezayan bên standin;
1.Li stûyên zarokan mîna memik, qolye, mirarî-morî, derziyên bi çengel an jî tiştên wek van nehilawisin.
2.Zarokên xwe tu caran li malê de bi tene nehêlin. Ew qezayên ku li malê de zarokan birîndar dikin ji wan sedî 90’î gava ku zarok li malê bi tenê dimînin pêktên
3.Zarokên xwe ji cihekî ku ji erdê bilintir bi tene nehêlin.
4.Piştî ku zarokên we bi çarlepkan çûn, hin astengiyan daynin li ber derîyên mezelên bi xeternak û li pêşî û paşiya merdîwenan ku nekarin derbas bikin.
5.Hemû prîzên ronahiyan bi devikên taybet bigrin.
6.Kîfrît, çakmaq û amûrên ku agirî pê dixe ji holê rakin.
7.Ji bo temenî, dîqqeta guncawbûna lîstikên ku pitik û zarok pê dilîzin bikin û van lîstikan birêkûpêk kontrol bikin.
8.Derîyê xwe yê derve herdem kilîtkirî bihêlin.
9.Ji xwe bawer bin ku herdem keresteyên paqijkirinê (kezav, ava cilşoyî hwd) li dolabekî ku bi kilitkirî de ye.
10.Bi taybetî derman û bûjeniyên ku bibe sedema jehirbûyînê li ser dolabê kilîtkirî bihêlin.
11.Ji bo tedbîra şamitandina mexfîr û kilîman keresteyên taybet ku pêşî lê şamitandinê digre bistînin û biêxin bin wan mexfîran.
12.Gava ku pitik an jî zarokên we tiştekê vedixwe an jî dixwe li ba wan bin.
Werger: Sabri Külter