- Dilê me, di deqîqeyek de 5 lître xwîn pompe dike. Ev tê wê wateyê ku dil, di saetek de 300 lître û di maweya rojek de 7200 lître xwîn pompe dike. Bi vî awayî her roj xwîn di laşê me de 100 carî dadigere/dewr dibe. Fişara ji ber dilê mirovî pêk tê; dikare xwînê bi qasî bilindahiya 10 metroyan bivîzikîne.
- Gurçikên mirovî, di maweya rojek de bi qasî 180 lître xwînê paqij dikin û tiştên ziyanbar ên di xwînê de diparzînin û jê lîtrek û nîv mîzê (1,5 lître mîz) pêk tînin.
- Derketiye holê ku çavên mirovî, bi temamî wekî makîneyên fotografê dijîtalên îroyîn ên 576 Mp/megapîksel in.
- Leza kirariya mejiyê mirovî di çirkeyek de 20 hezar trîlyon e.
- Kapasîteya hafizeya mejiyê mirovî 200 terabayte ( 200 000 Gigabyte ) ye.
- Mejî, bi qasî ampuleke bihêza kehrebî ya bi 10 wattan dişixule vejenê/enerjiyê xerc dike. Ji %80 mejiyê av e.
- Asîda di mîdeya/madeya we de ye bi qasî hesinê jiletekê hezim bike/bihelîne xurt e.
- Tê texmînkirin yekûna dirêjahiya rehên/damarên di laşê mirovek de bi qasî 96500 km ye û dirêjahiya dora dinyayê jî 40200 km ye. Dirêjahiya rehên di laşê we de ye, ji dirêjahiya dora dinyayê 2 caran zêdetir e.
- Firehiya rûyê pişika mirovî bi qasî firehiya korta tenîsekî ye.
- Heta dawiya jiyana we, laşê we bi qasî 2 caran hewza avjeniyê tije bike gilêza tifê pêk tîne.
- Pozê we dikare 50000 bêhnên cuda ji hev nas bike.
Werger : Dilovan Altuboga-Çandname