Gelo Felsefe Bi Kurdî Pêkan e?

Berî em bersîva pirsa xwe ya sereke bidin, divê di derbarê beşa felsefeyê de hinek xwediyê agahiyan bin, da ku pirsa me ya sereke xweş bê fêmkirin. Lewre bi qasî bersîvandinê ji bo fêmkirina pirsê jî pêdiviya me bi agahiyan heye. Di serî de em dikarin bibêjin ku felsefe lêgerîna wateya jiyanê ye. Wekî xwediyê giyan, hewcedariya mirov bi jiyaneke watedar heye. Lêgerîna li jiyaneke watedar rêya azadbûnê li pêşberî mirov vedike. Felsefe, çalakiya hişmendiyê ya pirsgirêka azadiya mirov e. Mirov, di jiyanê de hebûna xwe bi wateyeke hêja ve bi cîh dike. Ger mirov di her kêliya jiyana xwe de çalakiyên xwe di çerçoveya lêgerîna wateyê de pêk anîbe di zindanê de jî dikare azadiya xwe biafirîne. Di vir de qada felsefeyê dizê. Lewre ji bo pêkanîna felsefeyê derfetên zêrîn dertên. Ji vir ve jiyana felsefeyê ya azad, dîwarên li derdora xwe ku jiyanê asteng kiriye, perçe dike û bi rêya hişmendiyeke azad jiyaneke watedar ava dike. Mîna mirovan, netew jî pêdiviya wan bi heman rêgezên felsefeyê hene.

Dîroka felsefeyê qala kesayetên feylesof ên neteweyan û îdeolojiyan dike. Ew feylesof ramanên xwe li gor pêvajoya bûyerên dîrokî ya serdema xwe ava kirine û wekî mirovên berpirsîyar nûnertiya dema xwe jî kirine. Dîrok jî, çalakîyên van feylesofên berpirsîyar tomar kiriye û bandora wan a li ser lêgerîna azadiya gelên xwe nîşan kiriye. Di rastîyê de ev bandor dualî ye. Çi ku di wê serdema dîrokê de lêgerîna azadiya gelan ew çend çandeke berhemdar ava kiriye ku afirîneriya hawîrdora wê demê kesayetên xwedî ramanek bi hêz derxistiye ser dika dîrokê. Her ku em ji awira têkoşîna azadiya gelan destpê kiriye ve mêyze dikin, di heman demê de li wir jî em dibînin ku kesayetên feylesof ên nûneriya azadiya gelan kirine jî, li ser qada dîrokê peyda bûne. Eger felsefe qala Voltaire bike divê dîroka şoreşa Fransiyan jî li ber çavan bigire; dîrok jî bê bibîranîna Voltaire nikare bûyera şoreşa xwe bide fêmkirin. Ji ber vê hindê dîroka têkoşîna azadiya gelan pirsgirêka wateya hebûna xwe ya felsefî jî bi pey xwe re tîne. Çi ku di dîrokê de her ramanên felsefî li ser bingeha têkoşîna azadiya gelê xwe pêşketine. Ev ramanên feylesofan di serdema taritiyê de ji gelê xwe yê bindest re mîna ronakê bûn. Em îro gava ramanên feylesofên cîhanê dinirxînin, ramanên wan bi têkoşîna azadiya gelê wan re dinirxînin. Em dikarin vê pêvajoyê wekî tewgera azadiyê jibo hêbûnê  binirxînin. Lewre dîrok, di nav paşeroja mirovahiyê ya dûvdirêj de wekî nîrxek, tiştên ku bikaribe ji mirovahiyê re weke hêjahiyekê biafirîne ji xwe re wekî mijar digire. Mijarên dîrokê jî nivîs e. Bi saya nivîsê dîrok hatiye tomarkirin. Sumerî bi saya nivîsên xwe heya roja me dijin. Damezrênerên dîroka mirovahiyê bi saya afirandina nivîsê, taca şaristaniyê dane serê xwe. Hemû kirinên xwe bi zimanên xwe re diguncivandin. Em bi saya zimanê sumeriyan hebûna wan nas dikin û ew bi zimanê xwe ve bûne mijara herî sereke ya dîroka mirovahiyê. Tiştên ku afirandibûn hingê wekî şoreşek dihate dîtin û hemû hilberînên wan ên zanistî, çandî, aborî û civatî, ji bo bi pêşxistina zimanê wan, rewşeke afirînerî pêk anîbû. Di rastiyê de tişta herî bi bandor a wan kir damezrênerên dîrokê, nivîsên wan bû. Ango çalakiya herî hêja ji bo tomarkirina dîrokê nivîs e. Pirseke din; eger ne zimanê fransî be, kî ji me re qala şoreşa fransiyan dike? Voltaire bi çi zimanê tê xwendin? Tiştê ku faransiyan kir kirdeya dîrokê nîvîsa wan bû. Tiştê ku zimanê fransî bi pêş xist têkoşîna azadiyê û lêgerîna wateya hebûna wan bû. Îro ji bo zimanê Kurdî ji gelek zimanan bêhtir xwediyê rewşeke afrîner e ku bikaribe berhemên felsefî binivîse. Lewre li devera ku desthilatdar tariyê mîna perdeyekê li ser ronahiya çavên mirovahiyê kişandine, kurd têkoşina azadiyê didin û ji bo hebûna xwe, di nav lêgerîna jiyaneke bi wate de ne. Ev tevgera dîrokî dikare wekî şoreşa fransî, bibe mînak ji bo hemû gelên bindest. Ev çanda berhemdar amade ye; lê divê Voltairên kurdînivîs hebin. Ev çanda şoreşa afirîner a îro bi kîjan zimanê bê nivîsandin, dê dîrok wî tomar bike. Beriya hezaran salan jî wisa bû, îro jî wisa ye. Selahaddînê Eyyubî kurd bû, lê serkeftina wî di eslê xwe de serkeftina îslamê ya bi zimanê erebî bû. Ango wekî dîroka ereban hat tomarkirin. Yaşar Kemal kurd bû; lê di dîroka wêjeyê de bi navê wêjeya tirkî hat tomarkirin.

Li ser vê bingehê, em dikarin bersiva pirsa xwe jî firehtir bikin: Kurd, xwediyê dîrokeka kevin in. Di pêvajoya dîroka mirovahiyê de xwediyê dewletan bûne. Nirxên xwe, wekî ziman, kevneşopî heta îro berdewam kirine. Ji sed salê zêdetir e û heya îro di serdema nûjen de jî, têkoşîna azadiya xwe didomînin. Eger ne xwediyê nirxên ku wateya jiyanê nîşan didin bûna, wateya têkoşîna azadiyê jî nedibû. Têkoşîna azadiyê di rastiya xwe de lêgerîna wateya hebûnê ye. Eger em dîsa qala dîroka felsefeyê bikin em ê bibînin ku ramanên derketine holê di serdema xwe de pêşketî bûn; lewre li ser bingeha azadiyê radiwestiyan. Eger em îro li dewletên derdora xwe yên sîyaseta pişaftinê hem li ser gelê xwe hem jî li ser gelên din dimeşînin binerin, em ê bibînin ku felsefeya wan ne pêşketî û ne bi hêz e. Lewre ji bo pêşketina felsefeyê sazî bi tenê serê xwe têre nakin. Di rastiyê de felsefe, di lêgerîna gelan a li wateyê de ku jibo azadiya xwe têdikoşin, tê ziman. Kurdî, îro li ser pîvana nîrxên gerdûnî yên azadiyê hebûna xwe didomîne û ziman jî xwe dispêre vê rastiyê. Ev rêgez, ji bo pêkanîna felsefeyê hîmên bingehîn in.

Azad Selem

Derbar Azad Selem

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply