Gelo ev “Kurdiya Akademîk” çi ye?

Li Amedê, li Navenda Çanda Cegerxwîn, ji terefî Komela Nivîskarên Kurd, bi moderatoriya İsmail Dindar li ser çîroka Kurdî panelek pêk hatibû. Ez ji wek xwendevanekî çîroka Kurdî beşdar bûbûm. Sê

Bi rastî jî, gelek nivîskarên Kurd hene ku ez nivîsên wan bi koteka zorê di xwînim. Sebeb jî ev e: di nivîsên xwe de gelek peyvên ku li gora çi qaîdê hatine afrandin ne beloye, bi kartînin û dibêjin “ev Kurdiya aqademîk e” Îcar “Kurdiya aqademîk çiye” ez nizanim, gerek em ji wan bipirsin. Lê baweriya min ewe ku ji xeynî çend kesên wek wan pêve tukes van peyva fam nake. Ne xasim rebenê gel jixwe hîç fam nakê. Ez jî yek ji wanim.

Di vê babetê de dixwazim du mînakan bidim. Mînaka yekem ji panelê ye. Panêlîsta rêzdar Enise Şirin di axaftina xwede her serê kêlîkê peyva “ramîn” bi kar tanî. Çaxê nû min ev peyv bihîst, şaş mam. Qasekî ji xwre fikirîm, gelo “ramîn” çiye? Heyra li min negrin, me “raman” bihîst bû lê “ramîn” ne bihîst bû. Ya rast bi cahîliya xwe piçek xemgîn bûm. Piştî panelê, ji sê çar havalên nivîskar pirsîm. Wan jî mana “ramîn” nizanî bûn. Ew çax hinek kêfa min hat û ji xwere got: “Baş e, ê cahîl(!) ne ez tenê me.

Mînaka din ji gotara hevalekî min ê nivîskarê ê; Beriya niha bi çendekî min gotareke vî nivîskarê hêja di xwend. Di gotarê de gotinek wiha hebû: “Ez tîke dikim” Ez ji xwere fikirim, gelo “tîke” çiye? Ez rabûm ji xwediyê goterê pirsîm. Got ku, “tîke” tê mana “rica” yanî “ez rica dikim”. Wek van peyvan bi sedan mînak hene. Lê ne hewceye ku em van mînaka zêde bikin.

Gelo ma bikar anîna “rica dikim” çi zererê dide zimanê me? Gelek peyv ji Erebî, Tirkî, Farisî û êdin ketinenav zimanê me. (Mînak wek: Qelem, defter,qatil, rica, mesele…) Ev tiştekî normal e. Hemû zimanên dinyayê ji hevdu dan û standinê dikin. Bi dîtina min tu zerera bi kar anîna van peyvan tune û bûne malê Kurdî. Ji Kurdî jîg elek peyv ketine nav Erebî, Farisî Tirki. Lê ev necamêr wek me ji nav zimanê xwe dernaxin û kirine malê bavê xwe. Gerek em jî xweyî li van peyvan derkevin. Bêguman di şuna van peyvên bîyanî de bikar anîna peyvên Kurdî baştir e. Dibe ku gelek peyvên Kurdî hatibin jibîrkirin. Her wiha pewîste ku zimannas û nivîskarên me van peyvan derxin holê û cardin têxin ferhengên Kurdî. Ji alê din bi dan û standina nav zaravayên Kurdî dê ziman zengîn bibe. Ma ji dêlva afrandina peyvên çewt û mewto, pêşvebirina vê dan û standinê nê çêtir û pîroztir e?

Di destpêka Cumhuriyetê de Tirkan jî, peyvên ku ji Erebî û Farîsî ketibûn nav ziman wan de derdixistin û di şûna wan de peyvên nû di afirandin. Ew xebata ku bi navê Türk Dil Kurumu dihat meşandin hêjî li bîra meye ku çawa ji mîzahvanan re bûbû malzeme. Piştî demekê fam kirin ku ev ne xebateke di rêde ye û zimanê wan xera dibê, dev jê berdan û îcar dest nedan wan pêyvên Erebî an Farisî. Îro em heman karî dikin, wan taqlît dikin. Rêya ku Tirk ji zûde vegerana em di şopînin. Wekî ku çawa di siyasetê de dibe, em di vê babetê de jî wan taklît dikin. Ev gotin bê sebep nehatiye gotin e: “Eger dermanê keçel hebûna wê pêşî li serê xwe bida”

Ji alî kî ve em kaz kaz dikin û dibêjin çima berhemên kurdî nayên xwendin? Ji alê din heya ji me tê ziman giran dikin, xwendinê zehmet dikin. Ya rast berevajî vêye. Gerek em ziman û xwendina ziman hesan û şêrîn bikin ku xwendevan zêde bibin. Bi van hêviya ez roja zimanê zikmakî li Kurd û Kurdistanê pîroz dikim.

 
Çavkanî:hawarnet

Derbar Rêvebir

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply