Gelo deq ji bo çi tê çêkirin?

Deq çi ye? Çawa derketiye holê û sedema çêkirina deqê çi bûye û çi ye? Divê mirov ewil bersiva van pirsana bide. Taybetiya deqê li cem Kurdan jî girîng bûye. Bi rastî deq li gor civaknas û zanayan  xemilandina insanan e. Lê çavkaniya wê ji dîrokê vir de,  hîn jî nehatîye dîyar kirin. Lê belê her tim ji bo lêkolîneran bûye mijareke balkêş. Li gor civaknasan danasîna deqê wisa tê kirin; deq, nîşaneya demên winda yên pîroz e û her wiha nivîsa ewil ya bav û kalan e. Di dîrokê de jî, xweş  xuyakirin, xemilandin, bawerî û kevneşopîyek e.

Deq, weke hunerekê li ser çermên insanan tê neqişkirin. Helbet ev neqş heya mirinê bi mirovan re dimîne. Lewra deq, di bin çermê insanan de tê nivîsandin, weke ku dermanek bi derzîyê tê enjekte kirin. Weke nîşana bedenên insanan tê qebulkirin. Sembol û neqş li gor (şiya) her herêmê û li gor her çandê  tê guhertin. Bi boyax, bi hineyan tê çêkirin. Di dinyayê de bi gelemperî milletên rojhilatê bi kar anîye. Li gor rîweyetan tê gotin ku, li cem japonan deqên masiyan 500 sal beriya Hz Îsa  hatiye çêkirin. Li cem milletên Qazakîstan, Hûn, Kirgisîztan û hwd. jî hatiye bi kar anîn. Di olên  weke budîzm, şamanîzm, animîzm û zerdûştî de jî tê dîtin. Lê belê deq di Xiristîyanî, Yahûdîtî û Îslamîyetê de tê qedexe kirin. Lê em dibinîn ku deq, dîsa jî heya îro hatiye bikaranîn. Tew carna li cem hinek miletan weke mohrê hatiye qebûl kirin. Li rojhilatê, li cem Erep, Yezidî û Kurdan weke kevneşopîyekê hatiye ditîn. Ev adet bi motîfan û  neqşên ecêp gihîştiye heya îro.Yanî bi kurtasî bav û kalên me meşandine heya îro.

Gelo deq, hew ji bo xemilandinê hatiye çêkirin? Helbet tenê ji bo xemilandinê nehatîye çêkirin. Lewra baweriyeke mezin  hebûye. Hinekan ji bo ku bi nexweşiyê nekevin, hinekan ji bo çavînî (nezer) lê nekevin, hinekan jî ji bo ku siûdê wan fireh bibe  deq çêkirine. Bi gelemperî insanên ku temenê wan  di navbeyna 40 û 45’î de ye, bi kar anîne. Zilam û jinên di navbeyna van salan de ne li ser bedenên  xwe, li ser dest û çavên xwe çêkirine. Lê keçikên di navbeyna salên 18 û 20’an de jî hew li ser gepê rastê weke xalekê  çêdikirin. Em dibînin ku jinan, bi gelemperî li ser dest, zend, stû, sing, aluşk û lingên xwe neqiş çêdikirin. Mêran jî li ser poz, dest û milên xwe û li orta enîyê xwe didan çêkirin. Çêkirina deqê,  berê bi zehmet bûye. Weke niha navgînên deqê tûne bûne. Ewil darikê miftikê  dişewitandin û paşê jî bi darikê miftikê li ser çermê xwe neqşên ku dixwazin, xêz dikirin. Sê an jî neh derzî bi hevdû re girêdidan û çerm dikutandin. Paşê bi teniyên argûnê alav tevlî hev dikirin û bi derziyan di bin çermê de dîsa dikutandin. Helbet ev derê ku hatîye kutandin hemû dibû birîn. Ser birînê qemûş digirt paşê ev qemûş ji xwe de radibû û neqşên bin çermê xuya dikir. Li her herêmê motîfên neqşan li gor cinsiyetê digûherî. Li aliyên ereban bi tîpên Erebî navê şêr, mar, an jî hîvê dihat çêkirin. Carna jî şiklên van heywanan dihat bikaranîn. Li cem Kurdan jî şiklên stêrk, tav ,eyne, şeh, an jî rengê çêlikê xezalê û hwd. dihat bikaranîn. 

Niha di roja me de, şiklên deqê jî em dibînin ku hatiye guhartin. Ciwanên vê demê li gor dema xwe şiklan çêdikin.Lê yên ku temenê wan mezin in dîsa girêdayê edetên xwe yên berê ne.

 

Sevda Kaplan

www.candname.com

 

Derbar Çand Name

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply