Gelo Çima Cihû Ev Qas Bihêz in ?

Li jêr ji lêkolîna zanyarê Pakistanî Dr. Farûq Saleem çend rêzik hene:

Mîlyarek û 400 mîlyon Misliman, li hemberî wê jî 17 mîlyon Cihû…

Hûn jî dizanin ku di serdema navîn de Ewrûpayî li gor mislimanan pir şûnde mabûn. Ne daşirê wan, ne serşoyên wan, ne zanyarên wan, ne jî dewlemendiyekî wan hebû. Jar û belengaz bûn. Paşê her tişt guherî. Gelo sedema vê çibû? Kerem bikin û bixwînin.

Belê, li ser dinyayê tenê 17 mîlyon Cihû hene, 1 mîlyar û 400 mîlyon jî Misliman. Lê bele niha cihû ji hemû mislimanan bihêztir in. Lêbinêhrin ka çima wisa ye…

Hin Zanyarên Cihû:

Zanyarê herî namdar Albert Eînsteîn cihûyek bû. Bavê psîkanalîzê Sîgmûnd Freûd cihûyek bû. Afirînerê komunîzmê Karl Marx, aborînasên navdar Paul Samuelson û Mîlton Frîedman jî wek wan cihû bûn. Mûsewî Benjamîn Rûbîn, cara pêşîn derzî ( derziya ku mirovan ji nexweşiyan diparêze) dahênand.

Mûsewî Jonas Salk derziya felcê a zarokan perisand. Dermanê nexweşiya losemiyê jî Gertrude Elîon dahênand. Baruch Blumberg, derziya Hebatît B yê perisand. Paul Ehrlîch, dermanê nexweşiya frengiye dahênand. Elîe Metchnîkoff, bi xebatên xwe yên li ser tenduristiyê Xelata Nobelê wergirt.

Bernard Katz jî dîsa Xelatê Nobelê girt. Xebatên wî jî li ser tibê bûn. Andrew Schally, li ser Endokronolojiyê( dîabet, hîpertoîd) xebatên bêhempa kirin. Aaaron Beck Cognîtîve li ser terapî û psîkoterapiyê rêbazên nû perisandin. Gregory Pîncus, hebika kontrola zarokanînê perisand. Gerald Wald, bi xebatên xwe yên li ser çavan Xelata Nobelê wergirt. Stanley Cohen, bi xebatên xwe yên li ser embriyolojiye Xelata Nobelê wergirt. Wîllem Kolf makîneya diyalîzê afirand.

………………….

Hemû Misliman, Bûdîst, Xirîstiyan, Xwedanenas,hwd. Ji van nûvedanan sûdê digirin. Bi van dermanan xwe derman dikin û baş dibin…

Ji sedî zêdetir Xelatê Nobelê:

Peter Schultz , kabloya optîk, Charles Adler “lembeya trafîkê”, Benno Strauss “polaya zengnegir”, Isador Kîsse “fîlmên bideng”, Emîle Berlîner “mikrofona telefonê” û Charles Gînsburg “makîneya tomarkirinê” perisand. Stanley Mezor, mikro-çîp dahênand. Leo Szîlard, reaktora nûkleer pesirand.

Di van salên dawîn(105 sal) Mûsewiyan ji sedî(100) zêdetir Xelatên Nobelê wergirtin. Lê bele 1.4 Mîlyar Mislimanan tenê sê Xelatê Nobelê wergirtin… Hin Karsazên Mûsewî: Ralph Lauren “Polo”, Levi Strauss “Levi’s Jeans”, Howard Schultz “Starbuck’s”, Sergeî Brîn “Google”, Mîchael Dell “Dell xêvjimêr(kompîtir)”, Larry Ellison “Oracle”, Donna Karan “DKNY”, Irv Robbîns “Baskîns & Robbîns” ve Bîll Rosenberg “Dunkîn Dougnuts.”

Hin Sînemagerên Mûsewî: Harrîson Ford, George Burns, Tony Curtîs, Charles Bronson, Sandra Bullock, Bîlly Crystal, Woody Allen, Paul Newman, Peter Sellers, Dustîn Hoffman, Mîchael Douglas, Cary Grant, Jerry Lewîs û Peter Falk’un Jî Sînemagerên Mûsewî ne.

Haya we jê hebû?

Em çend derhêner û amadekarên Mûsewî jî bijmêrin: Steven Spîelberg, Mel Brooks, Olîver Stone, Douglas Faîrbanks û Wîllîam Wyler. Wîllîam James Sîdîs, heta niha kesekî bi qasî wî bizeka nehatiye dinyayê. I.Q ya wî 250-300 bû… Û ez dirêj nakim, Cihû hertim xebîtîne, xwendine, pirsîne, bi zanîstiyê ve mijûl bûne. Ji ber vê ye ku pir bihêz in. (Ji nivîsareke rojnamevan Gunerî Cîvaoglu)

———————————–

Nîşe: Ev wergereke zanîstî ye. Dizanim di wergerê de kêmasî hene li min biborînin…

Wergera ji Tirkî : Aro ZARGO

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply