Çavê xwe vekin, sibeh hat. Tim hişyar bin. Ew kesên ku xwedî wan fikrên xerabûyî ne, bila ji îxtîlaf û hovîtiya we îstîfade nekin. Vê yekîtiya neteweyî ku bi şan e, bila nekin hedefê nexweşîneke fena. Çimkî wê gavê, temamê gel û Îslamiyet, dê li ser wê bibe dawedar. Zeman jî,dê şîmaqê li we bide û bi vî awayî dê îxtîlaf û keşmekeşiyê bavêje.
Heke hûn namûsa xwe divên, berî ku hûn şîmaqê bixwin, gav bavêjin.Îca hûn vê jî baş bizanibin: Li hember vê medeniyeta ku êrîşî her aliyî dike, hûn nikarin li ser vê hovîtî û kovîtiya xwe bisekinin. Nebî hûn ji vê peyva wehşet û hovîtî û kovîtiyê bixeyidin. Lewra serê ewil, ezji nefsa xwe re dibêjim. Jixwe qebehet ku heye, yê hukûmetê bi xwe ye. Tiştê ku ez dixwazim ew e ku hûn, namûs û heysiyeta Kurdîtiyê biparêzin û di hêla xîzmetkirina ji bo meşrûtiyet û edaletê de, hûn jî bidin ser şopa wan Ernewûtên egît û qehreman.
Di vê rewşa niha de, dê ji her kesî zêdetir ji seadeta me re xîzmet bike. Çimkî ji her kesî zaftir, me ji îstîbdadê zerar dîtiye. Tu dibêjî qey ji me xeyidîne; wan em sewqî zemanê berê dikirin. Ez mizgînî didim ku: Di demeke nêzîkde, li temamê Kurdistanê, dê ew medreseyên munderîse (ku ji holê hatine rakirin), ji nû ve bên îhyakirin û li wan ciyên ku tune ne jî, dê medreseyên nû bên avakirin. Wesselam.
Bedîuzzeman
Ev nivîs ji malpera zehra.com.tr hatiye wergirtin