Sêşem , 27 Cotmeh 2020

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş neketiye, cefayên çêkirina bernameyan hene, rexne li gor têkilîyên şexsî têne kirin…  

(Xwendina vê hevpeyvînê nêzîkî 4 deqîqeyan didome)

Bi cefa ne!

Mehdi Mutlu dema bernameyeka Rûdawê pêşkêş dike (Wêne: Arşîva Mehdî Mutluyî)

“Çêkirina bernameyên Kurdî bi cefa ne, kêşeya herî mezin mijara ziman e ku çêkerên bernameyan zêde pê ve dieliqin.

Heke bernameyek ger û geştê be karê we bi du carî zehmettir e, divê pêşkeşkar beledê diyalekt zareva û devokên wê herêmê be ku bikare bi asanî bi xelkê wê deverê re diyalogê deyne.

Herwisa gelek Kurd ji mîkrofonên qenalê Kurdî ditirsin û bi azadî napeyîvin; bernameyên ku bi hunermend  rewşenbîrên Kurdan re jî hun çêdikin zehmetî bi renegeke cuda ye.

Min tu carî di kar û barê xwe de proseyeke wek “demeke zêrîn “ bi nav nekiriye, ez ne bawer im ku ez ê karibim demeke zêrîn bibînim jî. Em di karê xwe de her şagirt in û her roj tişteke din fêrî dibin. Carna ji xwe re dibêjim karê min ê îro ji  yê duh baştir e; lê bawer im ji yê sibê xerabtir e.

Standartek nîne baş î û nebaşî tevlîhev e, tu îro karek dikî  tu pê serbilind dibî; lê piştî maweyek lê vedigerî û naxwazî li wî karê xwe temaşe bikî.”

Teknîk ji naverokê pêşketîtir e

“Rastiyek din jî ev e: berê bernameyên Kurdî bi teknîkeke gelek nebaş û amator dihatin kirin; lê naveroka wan têr û tije bûn; niha di warê teknîka çêkeriya bernameyên Kurdî de ev kert gelek kemiliye;  lê mixabin di warê naveroka bernameyan de lawaziyek heye. “

Rêxne li gor hest û têkilîyên şexsî têne kirin

“Ji aliyeke din ve kêmasiya rexnegiriyê jî heye, rexnegirên baş nîn in ku sudê ji wan werine girtin, rexne li gor hest û  têkiliyên şexsî têne kirin; camêrek rojek di ber min de boriye min ew nedîtiye me silavê nedaye hev, ev dikare di nivîsê wî yên li ser medyaya civakî de bibe cihê rexneyên tund li ser çêkirina bernameyên min.”

Rewşenbîr ji hevdu hez nakin

“Rewşenbîrên Kurd mixabin ji hevû dû heznakin û herkesek xwe di ser herkesê de dibîne, hun wek çêkerên bernameyan di navbera wan de diperçiqin; lê ji aliyeke din ve bernamegeriya Kurdî kareke pîroz e, her bernameyek rê li ber pişavtinê digire, carna hevokeke balkêş, straneke xweş, pareke ji dîroka Kurdî hestên netewî di keç û xortên Kurd de çêdike ku ew   li nasnameya bav û kalan vegerin.”

Kurd ji karên kurdî pereyan qezenc bikin…

“Xeyala min ew e ku hejmara keç û xortên bernameçêkerên Kurdî  zêde bin û bingeha hevberiyeke erênî peyda bibe.”

“Xeyala min ew e ku bazara Kurdî ya bernameyan berfireh bibe û xwe li gor teknolojiya produksiyoneke modern  biguncîne, xeyala min ew e ku di warê akademîk  de em bikaribin di dam û dezgehên xwe de çêker, produser, pêşkeşkar û stafên teknîkê biafirînin, xeyala min ew e ku Kurd êdî ji karên Kurdî pere qezenç bikin û bêyî ku alîkarî ji derdorek bistînin têra xwe bikin xeyala min ew e ku  rojekê Kurd qedr û siyanetê bidin hunermend, rewşenbîr û kedkarên çapameniya xwe.

Kirapêtê Xaço bi xwe Ermenî bû; lê dengbêjê Kurdan bû digot:

‘Min 40 sal ji Kurdan re dengbêjiyê kir; lê 40 milyon Kurdan nekarî min xweyî bikin’ divê ev çarenûs biguhere.”

Hevpeyvîn: Murat Bayram

muratbayram@botaninternational

Ev bername li malpera ortadogunews.com ê hatiye standin.

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Ciwan Haco: Kes nikare vîna Kurd bişkîne

Ciwan Haco got: “Kurd neteweyek 50 milyonî ne. Îro em çend di rewşek xerab de …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.