Gelek kes ji bo şifayê diçin germavên Diyadînê

Germavên li Diyadîna navçeya Agiriyê yên ku ji bo gelek nexweşiyan dibin şifa ji hêla gelek kesan ve tên ziyaretkirin.

Navçeya Diyadînê 50 kîlomêtro dûrî navenda Agiriyê ye û li navçeyê gelek germav hene.

Ji ber germavên xwe Diyadîn di turîzmê de bûye cihekî girîng, bi hezaran kes ji bajarên cuda tên dikevin van germavan ku ji nexweşiyên xwe xilas bibin.

– Germav ji bo gelek nexweşiyan baş in

Orhan Ozdenê ku li germavan xwedî kargehekê ye ji nûçegihanê AAyê ra got di salên dawîn de gelek turîst tên germavan û wiha axivî: “Bi taybetî jî havînê gelek turîst tên. Ji ber ku zêde kes tên em nikarin xizmetê bidin ji sedî 25ê wan. Ava van germavan ji bo gelek nexweşiyan baş e. Ji nexweşiyên wek çerm, ba, gurçik, rovî, ya jinan û gelek nexweşiyên din re feydeya wê heye. Ji Îran û Naxçivanê, ji bajarên rojavayê gelek turîst tên. Diyadîn ji ber ku li ser rê nîne, debara esnafan ancax bi saya germavan çêdibe. Rojê hezar wesayît tên tesîsa me. Xêra wan ji marketan, sebzefiroşan, qesab û hemû esnafan re heye.”

Midûrê Çand û Turîzmê yê Agiriyê Muhsîn Bulut jî got germav 70 kîlomêtro dûrî balafirgehê ye û gelek çiyagerên ku ji bajarên din tên Agiriyê dikevin van germavan.

Bulut got germahiya ava germavan di navbera 72 û 78 pileyan de diguhere ku ev asteke pir zêde ye û anî ziman tesîra wê li ser gelek nexweşiyan heye.

Bulut anî ziman ew hêvî dike karsaz li vir veberhênenan bikin ku germavên Diyadînê zêdetir bên bihîstin.

TRT Nûçe

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply