Duşem , 28 Îlon. 2020

Gazinda Xencera Min

Ji ustadi min ê xweşewîst û hêja Tewfîq Wehbî Beg re

Ji zû ve ye min lê nenihêrtibû. Di ser banê kitêbxana min re; di quncikeke tarî û toz, taniştkî û xwêl hilavistî bû. Kî zane ji kengê ve min ew nekiriye destê xwe. pîrhevokèn mezela min di ser wè re tevnên xwe ristine. Ji jor ve lê fedikrin, carinan datînin, di ser qevda wê re diçin, şopiên xwe dihêlin û hildikişin hêlînên [konikên] xwe. Berî çend rojan qelema min keh [ko] bûbû. Min ê ew tûj bikira. Li kêrika xwe geriyam, neket desrê min. Min çavê xwe li dora xwe gerand û li tiştekî digeriyam ko bikare qelema min tûj bike. Çavê min bi xencerê ket. Rabûm ber wê ve çûm. Wekî min destê xwe lê dirêj kir, pîrhevokên dorê bi min, bi biyaniyekî hisiyan, lingên xwe ên kevcalîn, diber serên xwe re borandin û heryekî bi alîkî ve bazda.

Xencera min a jengîn ji kalanê xwe bi zorê, wek dengekî nexweş derdiket; dixurî û dikehî. Ew çend jeng girtibû ko min ew kir nav kaxizekî û firikand, jê tozeke zêrekevn difûrî û difirî. Min qelema xwe da devê wê. Nedigest ne jî jê dikir. Di nav destê min de asê bûbû. Dil nedikir ko bi vî rengî xizmeta min bikit. Min xencera xwe kir pêşiya xwe û lê nihêrt .

Jenga wê bi nîvî bûbû. Bi rengekî nîvsor dest bi çirisînê kir, hin bi hin rengê xwe guhart û yekcar sor bû, sorekî xwînsor. Hingè min zanîbû ko xencera min ji min xeyidiye.

Dixwaze gazindan li min bike. Min ew dîsan bir destê xwe û jê re got: 

Xencera delal, te xêr e, mebit ko tu ji min xeyidî bî, ma min çi bi te kir ko tu ji min bixeyidî?

Zimanê xencera min geriya, li min vegerand û bi dengê xwe ê foladîn lê sitemkar û zîz got:

– Ma lê, ji te xeyidîme, ma çawan ji te naxeyidim. Te ez avêtim nav kitêb û kaxizan, te ez kirim hogir û hevala bermayên qaşûlên dar û qirş û hevsera caw û potikên zibilgehê. Ne li min dipirsî, ne jî li min dinihêrî.

Heta niho min deng nedikir, min xwe di dinyayê de tayhebûyî dihesiband.

Lê êdîn min nikaribû ez xwe ragirim. Belê nema dikarim, ji ber ko tu dixwazî min bêxî şûna hesinê solingen û bi min qelema xwe tûj bikî, pelên kitêbên xwe vekî. Tu dixwazî barê keran bikî pişta şêran. Ez ko polayê esîl, hesinî dibanim, pêşiyên te ez dikirim perasuyên mêr û mêrxas û gernasan û ez bi goşt û dil û cergî bi xwedî di-kirim, tu dixwazî min bi dar û qaşulan bi xwedî bikî û sîv û taştiya min wek kerekî ji zil û ka bî. Nene min birçî bihêle û wan qirş û pelên hişk meke devê min. Ez ne çarlingê giyaxwur lê şêrê goştxwur im.

Belê ez xencera duban, folayê nêrz, tu min davêjî nav kaxizên reş û belek ko ne ew bi min ne ez bi wan dizanim. Belê dizanim îro ketî pê nivîsandinê, pê sehîtiya kurdmanciyê. Ji sibê heta êvarê carinan heta nîvê şevê û yek carinan heta qere berbangê bi pirsekê, nîvpirsekê mijûl dibî. Heke mê ye heke nêr e, heke nav e, heke pironav e, an veqetandek û hevgihanek e.

An ne di eslê xwe de kurdî ye yan ne ji zimanekî din hatiye girtin û pêşdetir hatiye kurdandin û welê por û pirç û simbêlê xwe sidpî [spî] dikî. Di salekê de deh salan dijî û li raserî emrê xwe di biharê de berfa zivistanê didî barandin. Lê belê kêfxweş î û di dilê xwe de dibêjî ez ê milletê xwe bi xwendin û nivîsandinê, bi vê kurdmanciyê vejînim.

Milletê min dê bibit xwedan kitêb û xwedan zanîn û welê bigihêt miraza xwe, dê bi-bit serxwe û kama xwe bizanit, bibit kamiran. Xelk nema dê bikarin bêjin ko zimanê kurdan nîne. Zimanê wan tenê zimanê axaftin û dan û sitandinê ye. Lê dê bibêjin kurd jî wek xelkê xwedan ziman û xwedan kitêb in û zimanê kurdî zimanekî hêja, dewlemend û tekûz e. Kurd milletekî kevnin û dahatiyên Medan in.

Herê te daye pê Ehmedê Xanî, tu dixwazî ko wî karê ko Xanî nebiribû serî tu bibîserî.

Ewî gotibû:

Da xelk nebêjitin ko Ekrad 

Bê me’rîfet in bê esl û binyad

 

Tu dixwazî ko bête gotin:

Xelk tev dibêjitin ko Ekrad

Bi me’rîfet in bi esl û binyad

Ji lewra ji bona vê yekê te ez avêtim pişt guhê xwe, te ez ji çav û dil dur xistim, te ez kirim zirtexana pîrhevokan, ew kêzikên bê çerm û goşt ko heroj di ser min re baz didin, çivan didin xwe û dikin min di bin tevn û şopên xwe de binixumînin û qeşêrin.

Lê nabit, tu tişt, ne ziman, ne xwendin ne nivîsandina te bêyî min naçe serî. Bidî eqlê xwe heta niho tu û milletê xwe hûn çawan mane, çawan we zimanê xwe winda nekiriye û îro dizanin pê biştexilin. Heke ez nebiwama ji zû ve te û milletê te we ê zimanê xwe winda bikirana.

Ji xwe çend caran, ma dil nekirine zimanê we jêkin. Zimanê we berî hezar salan zimanê dirê [dêrê?], zimanê hukûmetê bû. Ji hingê ve pê diberizin, hezar carî pê ketin.

Hercar, ez li ber we sekinîm û min zimanê te parast, lê ne qelema te.

Heke ji min ne bawer î li dora xwe fedikire, tu wê bibînî ko herçî ji min dûr mane, hatine ketine bajaran zimanê xwe winda kirine û îro nedizanin bêjin “lo!” ne jî “lê!”. Ji ber ko peyayên bê çek wek mirovên bê neynok in, kêç jî bi wan dikarin. Ji lewra ez benî qedrê min bizane, ji min dûr mekeve, min ji xwe dûr meêxe û bi min ne qelema xwe lê parsuwên dijminên xwe jêke!. . .

Xencera min li hire gotina xwe qedand.

Min dil kir ez lê vegerînim. Lê nedixwest ji min bibihîze, rabû ket kalanê xwe, xwe kerkir û guh neda min.

Celadet Alî Bedir-Xan

HEJMAR-12- HAWAR 1932

Amadekar

Keko Osman

Keko3osman@gmail.com

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Werza Tazî

(1) Di bin asîmanê teyî hênik da Em bi alafa pirtûka te ya pîroz Têne …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.