Perdeyek dawiya şanoya jiyanevî de zigurdeyek ji têmaşevanan im.
Ne “to be or not to be” ye.
Ev şano ya min e. Bi du kesan dileyîzê.
Ez,
Û belkî jî tu.
Û bi carek ê de tu xwe davêjî sahneya min!
Bêwext.
Bêguman yekperde ye jiyan heskiriya min.
Yek.
Û
Yek nabin do.
Ne Brahms – Symphony No. 4 e
Ew dengê dil e.
Ne bi 8 nota ya tê lêxistin.
Bi gûrmegurm a daholan lêdixwê dilê min.
Qey nabihîsê?
Na tu ne ker û lal î.
Beethoven jî ker û lal bû te fêm kir?
Kîjan hostayî ew dîwarê ji sûr ên Amedê qalindtir çekiriye û tu nikarê ji derkevê der.
Dilê aliqiye kîjan kavirî û diterpilî, dereng mayî?
Ez çavsorî didim hemûyan!
Dijmin û xwînî yên minie, ê ku te dixapînin bi wir û derewan.
Heskirî!
Hew bes e tu ji min re najî îca.
Ez jî wekî wî kevir î nealiqim li piye te
Neramûsîn lêvê min pî yê te, dah û dêl a te.
Tu difirî li heva bêserî.
Tê posman bibê bi Xwedê!
Nehêjayî!
Ez çiqa binîsim go tu fêm nekê an hesnekê ji helbestê belesebeb e ew qûnqetandin.
Hew bes! Devê min û helbestên min jî biherimîne.
Da nebêjin pênûs, wî kir bênamûs!
.
MIHEMED GERCEWSÎ
14.09.2016
Peyvên Serekegazin Helbest Wêje
Check Also
Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî
Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …