Di rojên çûyî de Nasa weneyê tirsnak ku 2015 li feza yê hatine girtin weşand. Me jî di nivîsa xwe de ên herî bedew berhev kir.
Ev wêne ji alîyê amûra NASAyê ya bi navê Curiosity (Meraqdar) hatîye kişandin. Bi rastî jî teknolojiya ku di gerstêrkê din de bi vî awayî dîmena digre, bo me pêşveçûnek eceb e.
Wêneyek ji alî yê Kozmonot Kjell Lindgren hatîye girtin. Xuyakirina, gerstêrka li bin lingê me ku em li ser dijîn, divê hestek bêhempa be.
Wêneyek gerstêrka boçî Pluton ku ji aliyê amûra New Horizonsê (Asoyên Nû) ve hatiye girtin. Êdî em wek dinyayiyan ji pergela rojê jî derbas dibin.
Wêneyên her du peykên Keywanê (Saturn) ku ji alîyê amûra fezayê ya bi navê Cassînî hatîye girtin, Enceladus û Tethys
Teleskoba Fezayê Hubble ewrê duyema komstrêka Westerlundê ku ji gaz û tozê pêk tê tomar kir.
Dîtbarîyek din ji Merixê (Mars) ji alî yê Curîosîtyê hatîye girtin.
Wêne yê Scott Kelly. Ji alîyê hevkarê wî Kjell Lindgren ve hatîye girtin.
Dîsa wêneyekî ku ji aliyê Kjell Lindgren ve hetiye gitin, wêneyê Palmîyaya Dubaî û Girava cîhanê. Bêhempa
Wêneyekî din ku ji aliyê Kjell Lîndgren ve hatiye girtin. Di dîmenê de dîsa cîhan heye.
Di bergeheke ku ji aliyê Scott Kelly ve hatiye girtin de Cîhan wek nîgarekî xuya dike
M. Endülüs ÖZBAY
thendulus@gmail.com
Wergêr: Hasan Filitoğlu