Ga Westiyan

Mustafa Kizilkaya, pirtûka xwe helbesta ya yekemin bi nave GA WESTÎYAN derket.

Mustafa Kizilkaya, pirtûka xwe ya Helbestê bi zimanekê bi team û zelal nivîsîye. Dema ku mirov helbestê  Mustafa Kizilkaya dixwûne reng û dengê Kurdên Anatoliya têde dibîne û vedigere ser jîyana bav û bapîra .

Ji Kurdên Anatolya Navîn re Ga westîyan jî dihat gotin. Beşek Kurd, anjî hen Kurd wextêk te got ez ji Kurdên Anatolye me. Digotin hûn Ga Westîyan e.

Ga xwe westîyane ji ber vê li Anatolyê Navîn bi cîh û war bûne, loma bi Kurdên Anatolya re diben GA Westîya.  Mustafa Kizilkaya jî nave pirtûka xwê helbestê Ga Westîyan li ne ye.

Mustafa Kizilkaya bi helbestê xwe di nav Kurdên Anatolye de tê naskirin, gelek helbestên wî di kovarên wekî Bîrnebûn û Vegerê de hatin weşandin.

Ga Westîyan yekem berhema Mustafa Kizilkaya ye ku hate çapkirin.

Ga Westîyan , ji hêla waşenxanê Weşanên Deng  Stenbol  2016 hatê çapkirin û pirtûk 80 rûpele.

Mustafa Kizilkaya , ji Kurdên Anatolya ye , ji gunde Incove ye giredayê Cihanbeyli Konya.

Ji helbesta Ga Westîyan çend rêz

Em xwedî mal û star bûn

Bi erd û tapan bûn

Bi dest û mistên xwe

Li ser axa xwe bûn.

Berê me dan welatê Romê

Derd kete nav komê ,derd

Me ji serê girekî ajote girekî

Kal û pîr, zar û zêç dimirin

Me li şûna xwe hiştin bi girîkî

Axîna me bû li ser her mirikî.

Her birayek li serê girekî

Bûn xwêdiyê gundekî

Yek bû Bilikî û Sêvikî

Yek jî Cêlikî û Têrikî

Çemê Têrika û Samsamê

Pismam dil kete dotmamê

Ji bo evîna dilê xwe

Revand û bir Êrgomê.

Mustafa Kızılkaya-kurdenanatolien.com

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply