?????????????????????????????????????????????????????????

FOTOGRAFÊN BÊÇÛK

Di fotografên berê de li te digerim, lê nabînim.

Êşên xwe berhev dikim, lê nabe, sernakevim.

Bi xencera zemên rêya jiyana xwe vedikim.

Siya mirina we, tu caran li ser min naçe.

Xwêya şevê diavêjim ser birînên xwe,

lê xweş nabin birînên min,

aş nabin pîrhebokên min.

 

Bi fotografên berê dimeşim di rêya jiyanê de.

Nema tama dinê.

Xira bûn, hemû pirên min ên nexuyayî û nepenî, zirav û stûr, nêzîk û dûr.

Ez niha destpêka çîrokeke dî me.

Giraveke windayî me,

ne ez dizanim li ku me ne jî haya kesî ji min heye.

 

Axaftin tenê valahiya min gir dike.

Metê, te bi destên xwe nivişta bêdengiyê bi stûyê min ve kiribû.

Bavo, te keştiya xemê diyarî min kiribû.

Bi nivişta bêdengiyê û keştiya xemê di bin siya fotografên berê de dimeşim.

Qetandin!

Zeman bi xencera xwe

hemû girêkên min diqetîne,

hemû têkiliyên min diçirîne,

hemû hêviyên min dişewitîne.

 

Bi sond, tu caran dest ji nivişta xwîşka te û keştiya te nakişînim.

Bi sond, ez ê tim mîna meta xwe bêdeng, mîna bavê xwe xemgîn bibim.

Bi sond, careke din dê rûyê xwe ber bi însanan, riya xwe li dinê nexim.

 

Fotografên berê çi dibêjin metê?

Haya te ji mirina te, ji têkçûnên te, ji bendewarên te hebû.

Fotografên berê dikarin ser çi bigirin bavo?

Nizanim haya te ji paşmayên te, ji êşên bêpayîn, ji dawetên bêbihar hebû.

 

Nikarim xwe ragirim mîna berê, li ser rûyê erdî.

Dilê min bi min nake.

Hemû çûkên dilê min koç kirin û çûn, careke din jî venagerin.

Tim dilê xwe li ber dîwarên reştarî dibînim.

Fotografên bêçûk dibarin di ser dilê min de.

Bi fotografên bêçûk xewnên xwe şîrove dikim, xeyalên xwe dixemilînim.

Nivişta bêdengiyê ya meta xwe û keştiya xemginiyê ya bavê xwe

di fotografên bêçûk de datînim.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply