Folklora Qerejdaxê DERKET

Qerejdax heremeke gelek fireh e. Ji Hîlwanê bigre heta Diyarbekirê; ji Çiyayê Reş ê ku li ser Çêrmûg û Erqeniyê ye hetanî Çinar, Dêrik û nêzî Wiranşehrê jî di nav erdê Qerejdaxê de hesab dibe.

Parêzerê hêja Mehmet Güzeler deh salên xwe daye vê kitêbê; weke bi derziyê bîrê bikole, bi kedeke mezin ev xebat han amade bûye.

Di nava xelkê me de, şarezayên van mijaran hene. Ev gotin jî gund bi gund, ji van kesên şareza û rûspiyan hatine berhevkirin.

Xebat ji şeş beşan pêk hatiye: Pirsên Pêşiyan, Biwêj, Qirwelk,Gotinên li ser Gundan û Eşîran Hatine Gotin, Nifir û Dua.

5000 hezar gotinên folklorîk bi maneya xwe ya Kurmancî di kitêbê de cih girtine. Kitêb 458 rûpel e.

Ji bo siparîşê: www.nubihar.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply