Folklor û Hiqûq

Di hiqûqên gelan de hinek zagonên neteweyî û navneteweyî hene. Ji demên berê ve heta niha ku însan bi hev re jiyane û dijîn, hinek cûreyên xedexe, azadî, ceza û xelatan her tim hebûne. Berê ev zagon bi awayekî adat û toreyan bi devkî; paşê jî bi awayekî nivîskî hatine diyarkirin. Di hiqûqên dinyayê de  hêmana “urf”ê her tim cih girtiye, ku ev hêman di heman demê de yek ji bingehên foklorê ye. Hiqûq ji aliyê dîrok û çawaniya derketinê ve; folklor jî ji aliyê encaman ve li ser van zagon û adet û toreyan disekine. Ango folklornas dixwaze derxe holê, ku ev zagon û tore bi çi awayî di ziman û ramanan de cih girtine, bûne sedem ku kîjan mirov kîjan cil û bergan li xwe bikin. Bo nimûne ji bo hiqûqê hakim bixwe girîng e; ji bo folklorê cil û bergên hakiman, tiştên ku li ser rûdinin û zimanên wan girîng in. Di çarçoveya keresteyan de tiştên mîna zewacê, sondxwarin, sûc û ceza, xelatkirin, mirin, navlêkirin… di navbera hiqûq û folklorê de hevpar in.

 

Heciyê Cindî-Folklora Kurdî

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply