În , Qanûn 6 2019
Destpêk / Agahî-Nûçe / Flashhilat 6 Weşiya

Flashhilat 6 Weşiya

Di meha didoyan ya sala 2019an bi navê “Flashhilat”ê fanzîneke nû li ser kurdiya kurmancî hatibû zêdekirin.

Cudahiya vê fanzînê ji yên din ev e ku ev fanzîn li ser wênekêşîyê tê weşandin û bi dirûşma “Fanzîna ji Fotografîyê Dinizile” tê belav kirin.

Fanzîn bi rêveberiya Omer Faruq Baran tê amadekirin û pîştî derfetên çapkirinê çêdibin tê çapkirin.

Fanzîna li ser fotografiyê Flashhilat bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara nû ya tîrmeha 2019an de hin nivîsên li ser fotografiyê û wêne hene.

Nivîsên vê hejmarê ev in:

  •  Fatîh Aydin beşe “Kurtedîroka Fotografîyê” ya Walter Benjamin wergerandîye kurmancî û ew bi navê “Sira Bayekî Nû” hatiye weşandin.
  • Fanzînê bi Erhan Sunar re li ser “Diger Yarisi Fotografçinin El Kitab” hevpeyvînek kiriye û weşandiye.
  • Firat Keklîk jî bi nivîsa xwe “Evîna Metalîk” bal kişandiye ser eşqa wî ya ji bo otobusekê.
  • Di “Kûçenûçe”yê de biryara Instagramê ya ser veşartina hejmara ecibandinan heye.
  • Di berga paşî de jî fotografekî Îbrahîm Başboga hatiye weşandin.

Ji bo têkilî: flashhilat@gmail.com

Diyarname

Derbar Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Dikarê vê jî bixwênê

Amadehiyên Kovara Folklor û Zimanê Tên Kirin

Kovara kurdî ya bi navê Folklor û Ziman di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da dest …

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *