Firat Cewerî ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin

Nivîskarê Kurd Firat Cewerî ji aliyê Akdemiya Swêdê ve ku di heman demê de ew akademî xelatên Nobelê jî dide, ji ber ku berhemên wêjeya Swêdê li zimanê Kurdî zêde kirine, hat xelatkirin.

Firat Cewerî berhema Emil ya Astrid Lindgren û berhema Alfons a Gunilla Bergström, Antolojiya Wêjeya Swêdê, romana Bijîşk Glas a Hjalmar Söderberg, Dîwana ji bo Prensê Emgion ya helbestvan Gunnar Ekelöf, pirtûka Welatê Nebûyî ya Edith Södergran û pirtûka Barabbas ya Pär Lagerkvist li zimanê Kurdî zêde kirin. Herwiha Cewerî berhemên nivîskarên navdar ên Dostoyoveski, A. Çehov, J. Stenbeck, S. Beckett û J. P. Sartre jî li zimanê Kurdî zêde kirin.

Firat Cewerî ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hêjayî Xelata Wêjeyê ya 2018an hat.

Tevî ku gelek nivîskarên cîhanê hene ku ji zêdetirî 40 berhemên Swêdî wergerandine zimanên din jî nivîskarê Kurd Firat Cewerî hêjayî wê xelatê hat dîtin. Cewerî li ser vê yekê hestên xwe wiha anîn ziman, “Dibe ku ev xelat ji ber wê yekê be ku min berhem li zimanê Kurdî zêdekirine ku hêj jî ne zimanê perwerdê ye û di bin zextan de ye da min. Ez ji wê yekê bawer im ku ev ziman dê bi Nobelê were xelatkirin.”

Rûpela Nû

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply