Fîlmên Vê Hefteyê

Vê hefteyê yeka wan xwemalî 7 fîlm ew ê têkevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê

Vê hefteyê yeka wan xwemalî 7 fîlm ew ê têkevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê.

– “Creed 2: Efsane Bilind Dibe”

Fîlma “Creed 2: Efsane Bilind Dibe” wekî dewama fîlma “Creed: Destpêka Efsaneyê” ya Sylvester Stallone û Michael B. Jordan tê da dilîstin hatiye kişandin. Di fîlmê da qala têkoşîna di navbera Adonis Creedê kurê Apollo Creedê reqîbê Rocky û Viktor Dragoyê kurê Ivan Dragoyê berpirsyarê kuştina Apollo Creed dikin.

Derhêneriya fîlmê Steven Caple Jr. dike.

– “Ralph û Înternet”

Fîlma anîmasyon a “Ralph û Înternet” wekî dewama “Ralphê Fêlbaz” a di sala 2012an da hatibû nîşandan hatiye kişandin.

Di fîlmê da qala serpêhatiyên Ralph û Vanellope von Schweetzê hevalê wî dikin.

– “Robîn Hood”

Di fîlma “Robîn Hood” da qala çîroka Robîn Hoodê qehremanê çîrokên Îngilîzan dikin, fîlm di sala 2018an da hat kişandin. Di vê fîlmê da serlîstikvaniyê Taron Egerton dike.

Derhêneriya fîlma “Robîn Hood” Otto Bathurst dike.

– “Talevêre”

Derhêneriya “Talevêre”yê ya fîlma xwemalî Hasan Goktaş dike.

Di fîlmê da Alî Çatalbaş, Erdag Yenel, Mehmet Alî Kaptanlar, Abîdîn Yerebakan, Huseyin Elmalipinar, Serdal Genç û Bahtiyar Engîn dilîzin.

Fîlm di cureya komediyê da hatiye kişandin.

– “Replîka”

Derhêneriya fîlma “Replîka”yê Jeffrey Nachmanoff dike û senaryo jî bi destê Stephen Hamel û Chad St. John hatiye nivîsandin.

Serlîstikvaniya fîlmê Keanu Reeves dike. Di fîlmê da qala Will Fosterê xebatên klonkirina însana dimeşîne yê ku dixebite jina xwe û zarokên xwe yên ku mirine paşda bîne dikin.

– “Şik”

Di fîlma “Şik”ê ya ku di Cannesê da 2 xelat sitand da qala Jongsu û Haemiya cînara wî dikin.

Derhêneriya fîlmê Chang-dong Lee dike û di fîlmê da Ah-in Yoo, Steven Yeun, Jong-seo Jeon dilîzin.

– “Ava Lenetkirî”

Derhêneriya fîlma “Ava Lenetkirî” Georges Padey dike.

Di fîlmê da Itziar Martinez, Dennis Mencia, Raul Walder, Sean Ormond, Josephine Phoenix, Natalie Blackman û Rene Mena dilîzin.

AA

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply