Şemî , Sermawez 17 2018
Home / Danasîn / Fîlmnasin / Fîlmên sînemaya Kurdî nikarin dahatê peyda bikin

Fîlmên sînemaya Kurdî nikarin dahatê peyda bikin

Îro roja şeşemîn a Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê ye û di wê festîvalê de çend filmên Kurdî jî têne nîşandan. Salane bi dehan fîlmên Kurdî têne berhemanîn, lê ji bo xwediyên xwe nabin çavkaniyeke dahatê.

Pispor li ser wê yekê bêguman in, ku ger sînameyê bikin îş, pêşiyê pêwistî bi serçavên mezin ên dahat û pereyan heye.

Mamosteyê zanîngehê di beşa aborî de Neberd Kerîm dibêje: “Dahatek bi lez a sînemayê heye. Lê di navbera cihan de û li gor erdnîgariya diguhere. Bo nimûne temaşevanên film li Hewlêr û Silêmaniyê ne yek in. Li Kurdistanê bi cûreyekê û l welatên Erebî an jî li welatên pêşkevtî bi cûreyeke din e. Ji ber vê yekê bêguman dahata sînemayê dahatek bi lez e. Dahata sînemayê gelek bi lez e ji dahata çêkirina avahiyê bi dest dikeve.”

Ekrem Silêman, ku derhênerekî Kurd  e û ev 26 sal in li Hollandayê dijî, behsa ezmûna xwe dike û dibêje, 23 sal in ew bi hêsanî bi berhemên xwe yên hunerî debara xwe dike, lê yasayên wî welatî alîkariya me dike, li gor yasayên Hollandayê mafê kopîkirina berhemên sînemayê bo xwediyê wan bi tundî tê parastin û xwediyên karên mezin jî ew baca divê bidin hikûmetê, dikarin bo berhemên hunerî wek sponsor xerc bike.

Festîvala Fîlman a Silêmaniyê derfekete baş bû bo wan fîlmên di asta bilind de ne, ji ber ku kiryarên biyanî temaşevanên wan berhemên sînemayê bûn.

Linda Olchaski, jineke Amerîkî û şêwirmenda kanala Short TV ya Amerîkî ye, ku ew kanal bi taybetî fîlmên kurt ên cîhanê nîşan dide, bo bijardeyeke baştirîn a kurtefîlm û fîçeran bikire û bike male kanala xwe. Hejmareke kurtefîlên Kurdî jî di nav bijardeya wê de heye.

Linda dibêje: “Bo mijara bazarkirina fîlman û rakêşiya kiryaran girîng e, ku standartên cîhanî hebin, ziman ne girîng e, çawaniya berhemmanîna fîlman girîng in, ku şêweyekî cîhanî hebe. Ya girîng ew e, ku hemû kesên li cîhanê dikaribin bi hevdu ve girê bide û storyeke xweş û gelek baş hatibe berhemanîn. Lê her tim bo ew film taybet bin, divê bi şêweyekî cîhanî bin û bi taybetmendiyên kesên wê herêma pêve girêdayîne, li xwe bigirin. Ev jî wiha dike, ku film di çarçoveya cîhanê de werin firotin.”

Qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê çalakiyên hunerî jî li gel xwe kêm û sînordar kir. Ji ber ku bo sînemakarên Kurd ger piştgiriya darayî ya hikûmetê tune be, nikarin berhemên nû zêde çêbikin.

Rûdaw

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir