Fîlma sînemakarê Kurd Burhan Ateş a bi navê “Vîr” (Bîr) li Belçîkayê di “Festîvala Move Me Filmê” de xelata “Baştirîn Kurtefîlma Navnetewî” stand.
Derhênerî û senaristiya kurtefîlma “Vîr” derhêner Burhan Ateş kiriye û di fîlmê de zarava Zazakî ya Kurdî bikar aniye.
Sînemakarê Kurd Burhan Ateş ji Rûdawê re wiha got: “Vîr tê wetaya hiş, bîr. Bîr ne tenê take kesî ye, di heman demê de helwesteke civakî ye. Min xwest bi rêya fîlmê tiştên li erdnîgariya me rû didin, bidim xuyandin. Bûyer eger bi têne serê yek kesî de hatibe ew dibe serborî yan jî ezmûnek, lê hemen bûyer bi di nav civakê de zêde bibe û bandorê li tevahiya civakê bike, êdî ew dibe dîroka wê civakê. Bi kurtî Vîr ji bûyereke takekesî hereket dike û dibe eynika êşa civakê.”
Derbarê mijara fîlmê de jî Ateş got: “Min xwest ez bandor û midexaleya şerî ya li ser jiyana bêguneh a zarokan bidim nîşandan û balê bikişînim li ser hêsta berpirsyarî ya hewce a divê li cem me hemûyan hebe.”
Di berdewamiya axaftina xwe de derhênerê Kurd wiha got: “Li erdnîgariya em li ser dijîn di dare sînemayê de bikaranîna zaravayê zazakî gelek kêm e. Zazakî yek ji zarevayên herî kêm bi huner tê afirandin e. Di 2008 an de rêxistina navdewletî UNESCOyê di raporekê xwe de bal kişandibû ser metirsiya li ser Zazakî û amaje pê kiribû ku heke tedbîr jê re neyê dîtin, dê ev ziman tune bibe. Yek ji rêyên parastina hebûna zimanan girêdayî berhemên bi wî zimanî ne. Sînemajî yek ji wan rêyane ku dikare bi ziman bêne parastin. Ya me jî gaveke biçûk bû ji bo vê yekê.”
Di fîlmê de Zekî Ateş, Mervan Etdoger, Emina Kaya, Halit Ateş, Kadir Ateş, Ali Bulut û Lorin Ozgun rol standine.
Rûdaw