Fîlmeke kurdî ya anîmasyon di festîvala navdewletî ya Brîtanya de tê nîşandan

Fîlmeke kurdî ya anîmasyon tevlî festîvala navdewletî ya fîlmên kurt û anîmasyon ya Manchestera Brîtanya dibe.

Fîlma kurdî ya bi navê “Bêdengiya Asiman”, ku bi formata anîmasyonê hatiye çêkirin, dê festîvala navdewletî ya fîlmên kurt û anîmasyon ya Manchesterê de were nîşandan û bi fîlmên din re hevrikiyê bike.

Derhênerê fîlmê Cibrayîl Ebûbekir ji BasNewsê re got, festîval dê roja 20 vê mehê dest pê bike û emê jî bi fîlma “Bêdengiya Asiman” beşdar bibin.

Cibrayîl Ebûbekir sala 1983 li Hewlêrê ji dayîk bûye, sala 2001 dest bi karê sînemayê kiriye. Heta niha 4 kurtefîlm çêkiriye û gelek xelat jî standiye.

Basnews

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply