Fîlmamed li benda berheman e

2’yemîn Festîvala Fîlman Fîlma a Amedê ku îsal dê di navbera 4-13’yê sermaweza 2016’an de li dar bikeve ji bo serîlêdanan deriyên xwe vekir.

Festîval ji aliyê Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn ve tê amadekirin. Îsal 2’yemîn car roja 4’yê sermawezê dê dest pê bike. Ji bo ku fîlmçêker berhemên xwe bişînin serîlêdanan des pê kir. FesTîval îsal bi diruşma “Bêsînor Sînema” li dar dikeve û mijara wê ya bingehîn “Azadî” ye. Di festîvalê de bijarteya ji sînemaya dinyayê, nîşandayînên taybet, gotûbêj û lidarxistina atolyeyan heye. 

Îsal ligel salonên nav bajarê dê li hin navçeyan jî fîlm bêne nîşandayîn.

Festîvalê diyar kiriye ku di serî de sînemagerên kurd dê bike ku fîlmên sînemagerên li Rojhilata Navîn bigihîne temaşevanan, bi vê bandora hunerî ya nev gelan pêş bixe.

Di festîvalê de fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm têne nîşandayîn. Her wiha beşa Fona Fîlman a Sûrê jî vekirine ku di vir de dê piştgirî bide senaryoyên bi kurdî. Her wiha bi dengên gel dê Xelata Rozerîn Çukur a Gel bidin.

Roja dawî ya serîlêdanê 15 rezbera 2016 ye, heta wê çaxê yên ku bixwazin divê berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.

Ji bo serîlêdanê;

info@amedff.com

www.amedff.com 

Derbar candame

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply