Belgefîlma “The Deminer“ a derbarê jiyana pêşmergeyekê mînhelgir de ku sînemakarekî Kurd karê derhêneriya wê kiriye, xelata baştirîn fîlm di festîvala fîlman a Pragê de wergirt.
Doh 14ê Adarê û li Prag a paytextê welatê Çekyayê, belgefîlma “The Deminer“a derbarê ezmûna jiyana pêşmergeyê mînhelgir Faxir Berwarî de, xelata baştirîn fîlmê di 20mîn festîvala “One World International Film Festival” wergirt.
Ev fîlm ji derhênana Hogir Hirorî ye û biryar e roja 16ê Adara îsal di 30mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de li sînemayên seranserî Swêdê bihê nîşandan.
Derhênerê fîlma “The Deminer“ Hogir Hirorî ji Rûdaw re ragehand, di festîvala fîlmên dokyumentarî de li Amsterdam a Holandayê ku di Mijdara sala derbasbûyî de lidar ket, fîlma wî xelata taybet a wê festîvalê wergirt.
Hirorî herwiha diyar kir, belgefîlma “The Deminer“ heftiyaya buhorî li Oslo ya paytexta Norwêcê jî xelatek din wergirt.
Rûdaw