Sêşem , Nîsan 24 2018
Malper / Galerî / Fîlm / Fîlma “The Deminer” a derbarê jiyana pêşmergeyekî de xelat wergirt

Fîlma “The Deminer” a derbarê jiyana pêşmergeyekî de xelat wergirt

Belgefîlma The Deminer a derbarê jiyana pêşmergeyekê mînhelgir de ku sînemakarekî Kurd karê derhêneriya wê kiriye, xelata baştirîn fîlm di festîvala fîlman a Pragê de wergirt.

 

Doh 14ê Adarê û li Prag a paytextê welatê Çekyayê, belgefîlma The Deminera derbarê ezmûna jiyana pêşmergeyê mînhelgir Faxir Berwarî de, xelata baştirîn fîlmê di 20mîn festîvala One World International Film Festival” wergirt.

 

Ev fîlm ji derhênana Hogir Hirorî ye û biryar e roja 16ê Adara îsal di 30mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de li sînemayên seranserî Swêdê bihê nîşandan.

 

Derhênerê fîlma The Deminer Hogir Hirorî ji Rûdaw re ragehand, di festîvala fîlmên dokyumentarî de li Amsterdam a Holandayê ku di Mijdara sala derbasbûyî de lidar ket, fîlma wî xelata taybet a wê festîvalê wergirt.

 

Hirorî herwiha diyar kir, belgefîlma The Deminer heftiyaya buhorî li Oslo ya paytexta Norwêcê jî xelatek din wergirt.

Rûdaw

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Duhokê de 18 fîlm tên nîşandan

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê duh 09-09-2017, bi nîşandana fîlma Zer, dest pê …

Leave a Reply

%d bloggers like this: