Salı , Nisan 20 2021

Fikrên xwe yê ser Astronomîyê berfireh bikin

Me got merheba!

Bi rastî berî ez dest bî nivîsên xwe bikim, bala min kişand kû bi zimanê meyî şêrin tu xebat li ser Astronomî tuneye. Zimanê me pêşketîye û ji gelek zimanan çêtire.

Astronomî zanyarîya li ser gerdûn, stêrk, gerstêrk û divikên wê; astmospfer, baran, ba, gazên derdorê yanî li ser hemû buyerên li asîmani.

Her roj tav derdikeve deri ava, stêrk derdikevin, hêyv xûya dike, gerstêrk tên keşfkirin. Başe ev tê ser çi wateye? Li derdora me çi heye?

Heger hûn her tiştî hew ji dinyê pêk tê bihesibînin, dê ez karim bi hêsanî bibêjim hûn xeletin. Ji dervêyi erdame gerdûnek bê dawî û bê wext heye. Jiyanek pir wahş û bê debar heye…

Ev tiştêkî mûhime, ji ber kû em jî li ser erda dinyê dijîn, yanî qedera me jî yekser bi bûyerên di nav gerdûnê de diqede girêdayîye.  Erdê me jî, ji xwe cîhaneke kû yek ji wan  jiyan lê peyde buye di nava galaksîya Kadizê de.

 Gelo jiyan çawa lê peyde bû? Çi şert û merc lazime? Jiyan çawa destpêkir?

Gerstêrk çine? Stêrk çine? Li ser jiyana me çi tesîr dikin? Em derin ber bi kû?

Ev pirsana inşeallah em ê bi hevre bi bersivînin û hîn bibin…

Çavkanî: Astronomî bi Kurdî

About Çand Name

Avatar

Check Also

Google zaravayê Soranî jî li ser beşa wergerê zêde dike

Piştî zaravayê Kurmancî Kurdî ku li ser zimanên Google hate zêdekirin niha jî amadekarî tênekirin …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir