Ji Fîkrên Reşbîn Dûrkevin

Reşbîniya kû nexweşiyeke derûnî ye, xisarê ne tenê didê me, didê hawîrdora me jî. Li dijî vê nexweşiya bê eman a kû pêşeroja me digefînê (tehdît dike), hewceye em dînamîkên manewî bikarbînin û bi qaîdeyên manewî tevbigerin. Êvarî dema ceryan (elektrîk) qut dîbin a kû ewil tê hişê me, “teqez heyya sibehê nayê, hemû karên min nîverê man” e?  Dema hûn di pacê ve ji derve binerin û ewran bibînin, hûn ê bibêjin “heywah ev hewayê zîvirê firtoneyê, ez dernakevim ji derve” û planên xwe didin paş? Otobusa hûn li bendê 10 deqîqeyan dereng bimîne hûn dibêjin “teqez qeza bûye, vêce niha bimîne li bendê û hey bimîne?”. Hevalên we navê “gazîkerê felaketê” li we tînin? Wî çaxî hûn jî bi nexweşiya reşbîniyê ketine.

Gotineke “Ji aliyê tijî ve û ji aliyê vala ve li îskanê (qedeh) nerîn” heye. Vêce mirovên reşbîn her tim aliyê îskanê ê vala dibînin. Her gava bûyerek diqewime an jî  rewşek derdikevê holê, senaryoyeke felaketê dinivîsin û bi van ramanên (fikir) xwe yên neyînî weke ku mirovên hawîrdora xwe jehrî bikin. Ev mirovên ku ji aliyê neyînî ve li jiyanê dinerin, difikirin kû ketibin dê qet ranebin, nexweşketibin dê qet baş nebin. Deriyê carekê lêdabin nevebûbê, careke din qet li wî deriyî nadin ku vebê. Ev jî wan ber bi bêaramî û depresyonê ve dibê.

Helbukî (heçku) felsefeya Bedîûzzeman a ku dîbêjê “Kesê xweş bibînê, dê xweş bifikirê, kesê xweş bifikirê dê ji jiyana xwe lezzetê bistînê” çiqas dermannameyeke (reçete) bîbandor e ji vê nexweşiyê re. Kesên ev gotin di jiyana xwe de ji xwe re kirine dirûşm û rêber, berî ku bikevîne girdava (çal) reşbîniyê, bûyeran bi qeweta îmanê çareser dikin. Kesên ku bi nexweşiya reşbînî an bi gotineke din nexweşiya bêhêviyê ketine, mixabin dê pêşerojê ji rewş û bûyerên baş jî encamên xirab (neyînî) derêxin.

Tirkiye(Dewleta Tirkî), dî nav welatê cîhanê ê herî bêaram de di rêza 3yê de ye. Dibe kû sedema reşbîniyê tebîet (xuy) jî be. Nexweşiya sedsala me reşbînî, mirov dikare bi vî awayî şîrove bike: reşbînî di jiyana rojane de li hemberî tiştên mirov dijî de tevger û nerîna mirov a li jiyanê a dizîvirê neyînî ye. Li gor Abali, reşbînî an tebîetekî (xuy) di nav taybetiyên mirov yên zikmakî de ye an jî di encama bûyerên trawmatîk yên hatine serê mirov de derdikeve holê.

Hevalê/Hevala te ê/a reşbîn hebê, derdê te heye. Helbet reşbînî, bandorê tenê li ser kesê vê rewşê dijî nakê. Li nav kesên li hawîrdorê wî/wê jî belav dibe. Çawa ku enerjiya pozîtîf (erênî) li ser kesên din bandorê dike, reşbînî jî wisa li nav kesên din belav dibe. Bi taybet jî kesên reşbîn yên di pozîsyoneke çalak (bandêr) de bin, kesên hawîrdora xwe jî dem bi dem ber bi girdava (çala) reşbîniyê ve dikişînin. Em dikarin rewşa Dê û Bav an jî kesekî di saziyekê de rêvebir be jî wiha binirxînin. Halê rêvebirê/rêvebira reşbîn derbasî xebatkarên wî, teybetiyên Dê û Bavê reşbîn jî derbasî zarokên wan yên ku Dê û Bav xwe re mînak digirin dibin.

Reşbîniyê bi hêviyê biqedînîn. Baş e, lê divê mirov çi bike li dijî vê nexweşiya bêeman? Di eslê xwe de bersiva vê pirsê pirr hesan e. Ji bo mirov reşbîniyê çareser bike divê mirov di ferqa vê nexweşiyê de be. Lewra reşbîniyên newine ferq kirin dem bi dem ber bi streseke kronîk ve diçe. Hetta nexweşiyên dil, ûr, hezm, çerm bi van kesan re bêhtir tên xuya kirin. Li gor Profesor Abali, kesên reşbîn teqez divê alîkariyê  bistînin. Hewce bike divê dest bi tedawiya bi dermanan bikin. Li dijî nexweşiya reşbîniyê dermanê herî baş nirxên exlaqî û dînamîkên (rêbazên) manewî ne.

Bedîûzzeman digel ku zehmetiyên sedsala têde dijî dikişandin û bi eziyetên  bêhejmar re rû bir û ma  ji ramana (fikir) xwe a “Kesê xweş bibînê, dê xweş bifikirê, kesê xweş bifikirê dê ji jiyana xwe lezzetê bistînê” gavekê neterikandiye (dest neberdaye). Mirovê bi vî fikir û ramanî derketibê rê ji tû caran di nîvê rê de nemaye. Lewra mirov çi li dil û hişê xwe neqişandibe, tevger û helvestên xwe li gor wê didê pêşandan (pêşkeş dike).

Jiyana Kesê xweşfikirîn ji xwe re kirî rêber li gor wê bi lezzet dibe. Lê kesê reşbîn ji bo her tim di berçavkeke reş ve li jiyanê dinerê rewşan û tiştên li hawîrdora xwe di vê paceya reş ve dibînê. Helbukî (heçku) hêvî tam di hemberî reşbîniyê de sekiniyê. Rewşa baweriya kêm û ew firehiya (aramî) ku îman didê mirov ferq nekê, ev rewş mirov ber bi reşbînî û bêhêviyê ve dibe. Yanê (ango) havîdarî bi bawerî û îmanê re kêm an jî zêde dibe. Tişta hatî serê me her çibe bila be, li şûna em neyînî (negatîf) bifikirin û li sedema bigerin, divê em vegerin li xwe binerin û li nezîkiya xwe a bi ewê rehma wî bêdawî re binerin. Her tişt ji bal wî tê û  dîse bi qenciya wî her tişt dikevê rê (sererast dibe).

Heke hûn nexwazin bibin kesekî/keseke reşbîn… çalakiyên xwe yên civakî zêde bikin. Bi mirovan re (bi hevalên xwe re) tekiliyên xwe xurt bikin. Ji amûr û alavên teknolojîk dûr bikevin. Werzîşê (spor) bikin. Bipergal (binîzam) xwe xwey bikin (bixwin û vexwin). Xwe bidin ber ronahiya rojê û bêhna xwe vedin. Têkiliyên bi malbata xwe re bi pêşxin. Dînamîkên (rêbazên) manewî yên bandora erênî li ser we bikin biceribînin.

WERGER: CEMAL ŞINGAR

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply