Yekşem , 25 Cotmeh 2020

Fîkrên Kûr – Firat Cewerî

“Em derve, bajêr, çarşiya bajêr, esker, korucu, gerîla, tîmên taybetî yên ku bajar dagir kirine; dikanên ku deriyên wan ji aliyê eskeran ve hatine şikandin, hemûyî, hemû tiştî ji bîr dikin û bi hev şa dibin. Em tirsa derve, hewa tirsê ji xwe dawdişînin, xwe dixapînin û bi hev şa dibin. Em gotinên herî xweş pêşkêşî hev dikin, ramûsanên herî xweş didin hev û hevdu li ser text vedigevizînin.”
(Payiza dereng, Avesta)

“Kirasekî tenik li xweha wî bû, guliyek ji dehfên hespan li eniya wê girêdayîbû, li ber pencereya wî difiriya û dixwest di pencerê re têkeve hundir. Gava mêrik ev yeka han ferq kir, hema ji cihê xwe pengizî û pencere vekir. Bi vekirina pencerê re xweha wî firiya hundir.
Digel ku li derve baran xurt dibariya jî, dîsan keçik şil nebûbû. Çavên wê mîna du morîkên şîn dibiriqîn, lêvên wê yên dagirtî di rengê sorbûna hinarîkên wê de bûn. Bejna wê dirêj, newqa wê zirav û hêtên wê dagirtî bûn. Ew bi wî awayî li quncikeke odê li ser lingan rawestiya, baskên xwe bera ber xwe dan, stuyê xwe xwar kir û bi rewşa birayê xwe giriya.
Wê got:
– Keko ev çi bi te hatiye? Birayê mino kanî xortaniya te? Te çima xweha xwe kuşt? Çawa destê te li min geriya û te ez kuştim? Çawa destê te li xweha te, ya ku te ewqasî jê hez dikir, geriya?”
(Ji Kevoka spî)

Maria melekek bû:

“Wê berî bi hefteyekê telefonî min kiribû, me aha li vî bajarî hevdu dîtibû û me li restorantê bi hev re şîvek xwaribû. Xaça zêrîn ya bi fîgurê Hezretî Îsa ku bi zincîrê daketibû ser sînga wê, ew spehîtir nîşan dabû. Gava me bi hev re xwarin xwaribû, awirên min çûbûn ser Hezretî Îsayê ku nîvtazî û stûxwar bi stûyê wê ve daliqiyabû. Wê gotibû belkî ez awirên xwe berdidim ser pêsîrên wê ên vekirî, loma, wê hêdîka pêsîrên xwe nixumandibûn û Îsa di nav pêsîrên wê, di dilê wê de çûbû xwarê û wenda bûbû.
Rebena Maria, hingî ji min re gotibû: ”Min xelas bike!”
Ma min ê çawa ew xelas bikira?”

(Ji wêneyên xwendevanan)

PAYIZ…

Va ye dîsa payiz e. Min herdu enîşkên xwe spartine ser maseya xwe ya li hemberî pencerê, serê xwe xistiye nav kefên destên xwe û bi awirên melûl û mirî ji pencerê li derve dinêrim. Darên li hewşê reng guhertine, pelên wan ên zer û pastel hêdî hêdî diweşin û li erdê xaliyeke rengîn tînin pê. Lê barana ku dibare û libên wê ên gir ku li pencereya min dikin tipînî, hem min ji dema niha bi dûr dixe, hem jî min di dema niha de dixe nav xemgîniyên dilzîz. Ez li hebûna dinyayê, ya baranê û li guhertina xwezayê difikirim. Fikir xelek bi xelek û pêl bi pêl bi ser min ve tên û li min dibin gerînek. Ez di wê gerîneka fikrê de kûr diçim û gava bi ser riyekê ve dibim û serê xwe hildidim, ji nişkê ve dibim nêçîra ewrekî melankolî. Ez dizanim wê ew ewr bi hêrsekê bi ser min de vereşe, paşê vekişe û bi aliyekî din ve bikişe. Lê wê piştî wî ewrî rojeke narîn derkeve, hemû xemgînî û bêhêvîtiyên min bide aliyekî û dilê min tije şahî bike. Ev dilê ku hertim di navbera xemgînî û şahiyan de di çargaviyê de ye, carina serî ji min distîne, min bi dû xwe de dikişkişîne, carina jî dibe hêsîrê fermaneke biçûk ya mêjî…

 

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Gêziyê Tepa Qelaxa

Li Serhedê, bi piranî jî li bajarê Agirîyê em dikarin qelaxê di serîda gêzî-çikkirî bibînin. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.