Festîwala Dihokê daxwaza fîlman dike

Dihok daxwaza fîlman dike ; Fermo fîlmên xwe bişînin festîvalê.

Biryar e çaremîn Festîvala Dihokê ya Navneteweyî ya Fîlman di meha Îlona bê de bê lidarxistin û berpirsên vê festîvalê ji niha ve daxwaza şandina fîlmên kurdî û cîhanî dikin.

Berpirsa programa Festîvala Dihokê ya Navneteweyî ya Fîlman Bîna Qeredaxî ji Rûdawê re ragihand “Ji roja 20ê Gulanê ve festîvala me dest bi wergirtina fîlmên kurdî û cîhanî kir. Wergirtina fîlman dê heta 20.07.2016an berdewam dike û derhêner dikarin bi rêya malpera me fîlmên xwe bişînin.”

Bînayê herwiha got “Îsal gelek guherîn di festîvalê de tên kirin. Emê beşekî ji festîvalê ji bo fîlmên mêvan veqetînin.
Festîval ji sê beşan pêk tê:
Kurtefîlm,
fîlmên dirêj û
belgefîlm.”

Biryar e roja 09.09.2016an çaremîn gera Festîvala Dihokê ya Navneteweyî ya Fîlman li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bê sazkirin.

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply