Festîvala Navdewletî ya Fîlman ya Kurdistanê li Hewlêrê tê lidarxistin

Li bajarê Hewlêrê, Festîvala Navdewletî ya Fîlman ya Kurdistanê tê lidarxistin. Di festîvalê de 46 fîlm tên nîşandan.

Li Hewlêrê amadekariyên festîvala navdewletî ya fîlman tê kirin. Berpirsê wê festîvalê Şaxewan Mistefa ragihandiye, ew festîval ku navê wê Festîvala Navdewletî ya Fîlman ya Kurdistanê ye, dê bi dirûşma “Ber Bi Referandom û Serxwebûnê” tê lidarxistin.

Şaxewan Mistefa daye zanîn ku festîval dê roja 26 vê mehê (îro) dest pê bike û roja 30 mehê jî xilas be. Di festîvalê de 46 fîlmên dirêj, kurt, belgefîlm, enîmeyşin tên nîşandan ku 35 kit ji wan bo birina xelata festîvalê, hevrikiyê dikin.

Festîvala Navdewletî ya Fîlman ya Kurdistanê dê bi fîlma bi navê “Welatê Bê Ala” ya derhênerê kurd Behmen Qubadî, vebe û li salona “Impire Cinema” li Royal Mall ya Hewlêrê tê sazkirin.

Bas News

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply