Festîvala helbesta Kurdî li Qamişlo hat birêvebirin

Li Bajarê Qamişlo li Hola Zana Fistîvala hebesta Kurdî ya 22 yemîn aliyê Yekîtiya Helbestvanên Kurd hat lidar xistin.

Berî kirîza Sûriyê helbestvanên Kurd bi nihênî û li gundan û dûrî çavê hêzên istixbarata Sûriyê, helbestên xwe yên Kurî digotin, lê niha helbesta Kurdî ji her demê zêdetir serbest bûye û  helbestvan, bê tirs ji girtin û lêdanê, beşdarî festîvala helbesta Kurdî bûne.

Di festîvalê de ji gelek bajarên Cezîra Rojavayê Kurdistanê helbestvan beşdar bûn, ji Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Amûdê û Dêrika Hemko û Tirbespiyê 40 helbestvan beşdar bûn.

Di çalakiyan de zêdetirî 40 Helbestvanan helbestên xwe pêşkêş kirin û di heman Fistivalê de kurtefîlmek li ser helbestvanê nemir Ferhadê Îçmo hate pêşkêşkirin û helbestvanê ji Dêrika Hemko, Loriyê Têldarî hat xelatkirin.

Welatiyekî ku beşdarî festîvalên berê yên serdema hikumeta Sûriyê bibû Gulbîn Osman dibêje, tevî ku berê ev festîval qedexe bû û bi nihênî birêve diçû, lê asta helbesta Kurdî bilindtir bû.

Şûna helbestvan koçkirî Ferhadê Eçmo ku berdewam beşdar festîvala helbesta Kurdî dibû xuya ye, lê di festîvalê de kurtefilmek li ser jiyana wî hate pêşkêşkirin, ew jî weke wefadariyek ji bo wî, ku bi yek ji stûnên helbesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin.

Gelek helbestên van helbestvanan li ser dilê Kurdistanê Kerkûkê bû, Kerkûka birîndar ciheke taybet di nav festîvalê de girt û bi dûbarekirina helbesteke helbestvanê xelatkirî Loriyê Têldarî, festîvala Helbesta Kurdî bidawî hat.

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply