Festîvala filmên kurdî li Berlînê bidawî bû

7 rojan li peyhev nîșandana filmên dirêj, kort û dukêmêntarî bi zimanên kurdî û elmanî di salona Babylon bi amadebuna hejmareke mezin a sînemakar, derhêner, ekter û berhemhênerên filman û hejmareke bi cuș a revenda kurd û dostên elmanan, festîvala 7temîn a filmên kurdî roja pêncșembî ( 15.06.2017 ) destpêkir û șeva din ( 21.06.2017 ) bi konserteke grûpa Nûpelda û DJ Ipek bidawî hat.

Festîval bi gelemperî serkeftî bu, dema 6 salan hatibu rawestandin ji sedemên madî û nebuna alîkariyan ji aliyê Hikûmeta xwecihiya Berlînê, herwisa beriya niha Hikûmeta Kurdistanê alîkarî dikir ji sedemên qeyranên abûrî ew jî jibo festîvalekî ne amade bun, belku ew filmên beșdarî festîvalê bun piraniya wan bi alîkarî û piștevaniya wezareta kulturî a KRG bun. Filmê Reșeba weke di festîvala Duhokê de jî rastî astengî û nerazîbunên kurdên êzidî hatî, li Berlînê jî rastî nerazîbuna alîgirên Partiya ( Îslah û Teqedimî a Êzidiyan ) hat, alûzî navbera alîgirên wê partê û komîteya amadekara Festîvalê dirust bun, taku Polîsên Elman tedexulî bûyerên kirin, piștre film berdewamî kir.

Festîvalê bi filmê { Mala bê Ban } a ji derhênana keça kurd Solen Yusef dest bi gera xwe a 7an kir, heya 21ê vê mehê 28 filmên kort, dirêj û dukomêntarî hatin nîșandan. Wedad Sebrî dayika Solen Yusef derhênera filmê Mala bê Ban ji BasNews re liser beșdariya xwe di filmê keça xwe de got: Ez serbilindim ku cara yekeme di filmê keça xwe de weke ekter bileyzim, keça min gellek film berhemînane, ew îro nikarbu li vir amade be jibeku filmeke dukomêntarî li Leipzig dirust diket.

Bavê Ciwan ( Aro ) yek ji ekter û sînemakarên navdare liser festîvalê wisa got ez serfirazim ku festîvaleke kurdî hebe, lê gileyên me jî hene ku demeke festîval rawestiya bu, pêwîste berdewamî hebe daku deng û renga me bigehe hemu ewropiyan û taybet civaka elman.

Diktorê Diranan Bary Mehmud yek ji seyrvanê filmên kurdî ye dibêje ez bi hez û viyan bo seyrkirina filmen kurî têm hebuna festîvaleke wiha zor giringe jiberku cemawer û seyrvanên filmên kurdî zêde dibin ev jî barê ekter, derhêner û berhemhêneran zêde dike kar bikin berhemên nû bi afrînin. Derhêner û Ekterê navdar Husên Hesen ku ji Duhokê hatiye Berlîn eșkere dike ku çend filmên wî derhênanî bo kirîn beșdarî festîvalê ne.

Derhêner dibêje ev festîvale divê berdewamiyê bike daku berhemên me bigehin. Hêjayî gotinê ye Mitosfilm serperiștiya vê festîvala filman dike bi hevkarî û piștevanya hin sazî û dezgayên berhemhênana filman û sponsuran.

Armanc Agîd Nêrweyî – Berlîn -BasNews

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply