Fêrîkê Ûsiv: Bavê Helbestvanîya Me

Di nav her miletekî da gelek helbestvan, nivîskar, hunermend hebûne û hene, lê bi sal û dewran ra yên herî binavûdeng û herî hezkirî di nav gel da, di sewda û mejûyê gel da dimînin, lê yên ku bo navekî derxin an jî perekî qazanc bikin “berhem” çap kirine, dibine toz û winda dibin, bi rûpelên pirtûkên wan di gundan da tendûran vêdixin.

Di nav kurdên Sovyet da jî yên wisa hebûn, ku heta niha jî û bi dewr û zemanan wê neyêne jibîrkirinê. Û îro, dema dengbêjê me yê hezkirî Nîzametdîn Ariç hewil dide helbestên helbestvanên kurdên Sovyet bike stiran, berî hemûyan yên wek Fêrîkê Ûsiv, Simoyê Şemo û Eskerê Boyîk hilbijart. Û dema weşanxaneya kurdî ya binavûdeng LÎSê biryar da pirtûkên kurdên Sovyet yên herî navûdeng çap bike, berî her kesî yên Erebê Şemo, Xelîlê Çaçan, Fêrîkê Ûsiv, Elîyê Ebdilrehman û yên din hilbijart. 

Fêrîk bengîyê welatê xwe bû, ji kula dila ra dinivîsî: 

Kurdistan

  • Agir û antexî tu,
  • Hew maye – min vêxî tu,
  • Ji hal û îlik bêxî tu,
  • Hey zor û zordesta min.
  • Le çi agir, nûrî tu,
  • Hevdu nafûr-fûrî tu,
  • Ji hev bela, dûrî tu,
  • Hey tu rast û qesta min.
  • Min ra hergedayî tu,
  • Dya min dûr-derayî tu,
  • Ne li van erdayî tu,
  • Hey tu erd û besta min.
  • Ez bilbil im-qal û dax,
  • Tu sorgul î, dinya-bax,
  • Li min ra venabî, ax,
  • Hey merem û qesta min.
  • Qurn û dewir û sal-zeman
  • Heyrî bengzê te ez mam,
  • Kurd im, ku yî Kurdistan,
  • Wey dîl û bindesta min.

Fêrîk ji serokê xwe hez dikir:

Ji serokê milet ra

  • Me mal-miletî nekir şîn-girî,
  • Şîna şehîdîya te Merdemêrî.
  • Me li roja ava nihêrî,
  • Wekî ku emir dide rojek din,
  • Me li toximê şova nihêrî,
  • Wekî ku zevîya dide gîhandin.
  • Me li serê wan lawa nihêrî,
  • Ji kîjana ra dibên Barzanî
  • Û me bi sebirê girî guherî,
  • Me bi hêsira nekir arzanî…
  •  
  • Bera ew milet hêsira birêje,
  • Yê ku nikare birêje xûnê,
  • Yê ku çewdera rizî davêje,
  • Dixweze gênim hilîne şûnê…
  •  
  • Lê me aqa xûn meydanan da rêt,
  • Wekî em pê da bûne Cegerxûn,
  • Em bûne Hejar, Şivan, Celalêt,
  • Xoşnav, Xêrûlle, Leylê û Mehmûd.
  • Em bûne lawê wan dayîkên tên,
  • Ku tûr vedide herke bîst berî,
  • Û miletê me nav sur û şextê
  • Ragihîşte bîst mîlîon neferî…
  •  
  • …Bele li serê me ket, lê em nagirîn,
  • Şîna te nakin, bavê cimetê,
  • Emê mînanî kurikê dêmbirîn
  • Bigrîn, bikenin ber hemêza dê:
  •  
  • Dayka Kurdistan… kengê xwe ragirt,
  • Kengê merema te hate sêrî,
  • Hingê wê nava şaya meye gurr
  • Bihele şîna te merdemêrî.

Fêrîk ji gelê xwe hez dikir: 

Hûn şaş nemînin…

  • Çendik û çend sal,
  • Mame kerr û lal,
  • Çawa ku komira bê ziman û zar,
  • Li bin erdê sar.
  • Lê îro eger gurmîn ji min bê
  • Li ser vê dikê,
  • Ji agirê hundur bişxulim gurr-gurr –
  • Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…
  •  
  • Çendik û çend sal, çend bihar payîz
  • Qaz-qulingan ra ne qûryame zîz,
  • Baskhem ne kirîye min Cûd û Erbîl
  • Û Sîs û Sîpan, Serhed û Sibîl
  • Û eger îro qîrîn kim qazkî,
  • Perr bigrim yekser, bifirim firqaskî –
  • Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…
  •  
  • Ev destêd han merd,
  • Destên şiêrnivîs,
  • Vê dewra nemerd
  • Ne bûne kergîtê porê qismî qîz,
  • Îro ku hev xim wek kevir-hestan,
  • Agir bipekin ji ber van destan –
  • Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…
  •  
  • Ev çevên hewce,
  • Wekî ne dîne ew bax û baxçe,
  • Ew çiya, ew banî,
  • Ji çiya jî kubartir bejina Barzanî…
  • Eger nişkêva Dicle û Ferat bilqîn kin,
  • Bikişin ji herdu çevan,
  • Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…
  •  
  • Lê eger, feqet,
  • Li rêkêd emir teng û firêqet,
  • Milê min da tûr,
  • Dînc û dinêdûr,
  • Wek parsekçîkî li guhê gunda
  • Herim xalifî, belengaz, unda –
  • Hûn şaş bimînin, hûn şaş bimînin…

Fêrîk ji bavê min hez dikir, çend salan bi serokatîya Xelîlê Çaçan di radyoyê da beşa edebîyetê rê va dibir. Piştî wefata bavê min ev çarxet nivîsî, me ser kevirê gora wî terişand:

  • Ev Xelîlê Çaçan e li vir
  • Ku pal daye bê deng û hes
  • Yê ku belayî dinê dikir
  • Kêlm û kilam, deng û bes…

Fêrîk qedirê helbestê û helbestvanîyê zanibû. Dema helbestvanê me yê navûdeng Şikoyê Hesen li bajarê Tbîlîsîyê wefat bû, ji Ermenîstanê 4 kes çûne ser şîna wî: Xelîlê Çaçan û Simoyê Şemo ji Rewanê, ez û Fêrîkê Ûsiv jî ji gundê Fêrîk – Pampa Kurdan, ku me çend salan li wir mamostatîya dibistana wî gundê kurdan dikir. Li ser şîna Şikoyê Hesen du kesan helbest xwendin, yek Ezîzê Îsko bû, yek jî Fêrîkê Ûsiv bû. Hewarîyên hatî ji helbesta Ezîzê Îsko fêm kirin, kirin heywax û qêrîn, lê ji helbesta Fêrîk a kûr û dagirtî fêm ne kirin. Fêrîk tenê di ber xwe da got: -Em çi bikin, miletê me ev e, hilbet emê jî bigihîjine dereceya miletên pêşketî.

Fêrîkê me çiqas ku welatê xwe, miletê xwe hez dikir, ewqas jî dijî sextekar, xayîn û nezanan bû. Ser helbestvanekî me yê nezan ha dinivîsî: 

-Bona zara dinivîse,

Lê femkingê wî yê zara ye…

Ser yê dinê jî, ku bi malbetî sextekar in, 3 helbest nivîsîye:

  • Zêndî şiêra şayîrê mirî
  • Ser navê xwe neşir kirîye
  • Û xwe ji xeman xilazkirî,
  • Hedkê xwendevanan birîye:
  • “Tey, we digot: “Tu nezanî,
  • Tu kurmancî qet nizanî…
  • De binhêrin çewan şiêr e…
  • Çewan agir… çewan antêx…
  • Hang-bang çewan dizîr-zîre
  • Usan mîna hespê gurêx”…

Di yeke dinê da ha tê gotinê:

  • Di wî emrî da timê xapand,
  • Her şuxulî da bû “kandrabant”.
  • Kesekî ew nanî rayê,
  • Tenê kaltîyê di poz da dayê.
  •  
  • Ji dereca ew derketîye,
  • Nahaka jî di mal da ketîye,
  • Difikire, dicedîne –
  • Ça Ezrahîl bixapîne…

Xeberdana fêlbaz bi mirinê ra

  • Mirin, bêterbetya nekî,
  • Nişkêva min raçev nekî…
  • Ez cahilim, zor û ziring,
  • Heyştê du sal çine wekî…
  •  
  • Hela wê bên rojê hê xweş,
  • Wê bimire Elîê Keleş,
  • Mistê Meter, Mihê Fetî,
  • Mîrata wan hizêmetî
  • Ezê bi dek-dolavê xwe
  • Neşir bikim ser navê xwe.

Ser gundîyekî xwe yê nezan û xapînok digot: Ew mirîye, haya wî jê tune. Û ji wê rewşê ev xet ber qelema wî derketin:

  • Ewî şorbe têr nedixar,
  • Xewna xweda savar didît,
  • Bona şorbê bike savar,
  • Gelek zor û cefa wî dît:
  • Xwend bi xerêq, te`lî-tengî
  • Dêl rûçikand- qul û pira,
  • Helekarî, bêfersengî
  • Ji xwera kir bav û bira.
  • Lê ku gihîşt rutbê bilind,
  • Savar têr xar, kate, kivav,
  • Zivirî ser extîyarê gund:
  • ”Qamê, qamê, ca fire av…”.

Fêrîkê meyî hezkirî, bira dilê te li wê dinê rehet be, ruhê te şad be, te bona miletê xwe têra xwe kar kir, te ji aqilmendên gelê xwe hez kir, tu di hindava nemerd û nezanan bêdeng nemayî, te û xanima xwe ya delal û şîrhelal Frîda Hecî du zarên bi aqil û welatparêz mezin kirin – Zerê û Zorê, nevîyên te wê bîranîna te di dilê xwe da wek ziyaret xwedî bikin. Hîç şika min tune ku rojek ji rojan wê heykelê te li Kurdistana azad bê danînê û bibe wek ziyaret…

Têmûrê Xelîl

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply