Ferhenga Japonî-Kurdî Ji Alê Weşana Nûbiharê derket

Ferhenga Japonî – Kurdî ku ji aliyê Komeleya Dostaniya Japonya û Kurdistanê ve hatiye amadekirin, ji weşanên Nûbiharê derket.

Sekreterê Komeleya Dostaniya Japonya û Kurdistanê Vakkas Çolak ji Rûdawê re ragihand, dema ku li Japonyayê dijiya, dîtiye ku li ser zimanê Kurdî ti xebatek tine ye û fikra amadekirina ferhengek hatiye bîra wî.

Vakkas Çolak dibêje: “Min li Japonyayê di warê zimanê Kurdî de tenê du pirtûk dîtin. Yek ji wan, pirtûkeke rêziman a bi zaravayê Soranî ku ji aliyê akademîsyekî zimanê Farisî ve bi devoka Kirmaşanê hatiye nivîsandin. Ya duyem jî, ferhengek bû ku ji zimanê Erebî hatibû wergerandin, ew ferheng di sala 1980î de tenê carek hatiye çapkirin û niha li bazarê tine ye.”

Li zanîngehên Japonyayê daxwaza zimanê Kurdî

Çolak diyar kir ku li zanîngehên Japonyayê weke derseke hilbijartî perwerdeya zimanê Kurdî tê xwestin, lê ji ber ku mamoste û pirtûkên perwerdehiyê tine ne ev yek pêk nayê û got:

“Bi taybetî li Zanîngeha Zimanên Biyanî ya Tokyoyê daxwazeke bi vî rengî heye. Berî niha li zanîngehên Takushoku, Osaka û Kyoto jî daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî hebû, lê ji ber van sedeman ti car pêk nehat.”

Li ser xebata ferhenga Japonî – Kurdî jî Vakkas Çolak destnîşan kir: “Ev xebata ferhenga pirziman, berî niha ji aliyê Nûbiharê ve weke Kurdî (Zazakî-Kurmancî-Soranî), Tirkî, Farisî û Îngilîzî hatibû çapkirin. Min jî ligel hevalan, beşên Tirkî û Farisî derxistin, bi alfabeya Japonî û Latînî û herwiha kurtasiya rêzimana Kurdî ya bi zimanê Îngilîzî ya Baran Rizgar jî lê zêde kir û me da ber çapê.”

Çolak eşkere kir ku ew dixwazin li Zanîngeha Selahaddin a li Hewlêrê kurseke zimanê Japonî vekin, lê ji ber pirsgirêkên siyasî û aborî nekarîne vê daxwaza xwe bi cih bînin û got: “Pirtûka ku em niha amade dikin, di asta akademîk de dê bibe yekem pirtûka rêzimana Kurdî ya bi zimanê Japonî. Herwiha me bi zaravayê Soranî pirtûkeke axaftina rojane amade kiriye ku têde ferhengok jî heye. Armanca me ew e ku em vê xebata xwe, piştî ku hinekî din jî li ser bixebitin, di meha Nîsanê de derbixin.”

Vakkas Çolak niha zimanê Kurdî fêrî 14 Japonan dike ku yek ji wan rojnamevan, du jî mamoste ne û herwiha beşdarî xebatên siyasî, civakî û çandî yên navbera Kurdistan û Japonyayê dibe.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Çend Peyv Li Ser Zimanê Kurdî-2

Hinek mutefekkirên berê dibejin: “Ziman fikr e, o fikr ziman e”. Farabî dibêje: “Însan ji …

Leave a Reply