Fêrbûna Kurdî Ne Karê Her Kesî Ye!

Bêguman, fêrbûna her zimanekî di nava xwe de zehmetiyek dihewîne ku gelek caran kesên bixwazin fêrî zimanekî bibin, dibe ku dev ji wî karî jî berdin. Lê di rastiyê de, di vê serdema teknojiyê de fêrbûna zimanekî, ji dema berê hêsantir bûye. Wekî xebatên çalak, li cihanê fêrbûna zimanan di asta bilind de ye. Edî zimanekî tenê têre nake. Jixwe her kes zimanê dayikê bi hêsanî, heta bi xwezayî fêr dibe. Loma jî mebesta bi fêrbûna ziman, zimanekî duduyan e. Wekî her gav tê gotin, dinya êdî mîna gundekî biçûk e. Bi navgînên ragihandinê re bingeheke çandî ya pir zimanî ava bûye. Ji ber ku her kes xwediyê zimanê dayikê ye, pêdiviya mirovan bi zimanên duyemîn an sêyemîn zêdetir çêbûye. Dibistanên nûjen grîngiyeke mezin didine fêrbûna zimanên bîyanî. Lewre di dema îroyîn de her zimanek derfeteke bêhempa ye.

Em dikarin bibêjin îroj têkiliyên çandî yên navbera civakên cuda bihêztir bûye. Mirovên nûjen teqez di jiyana xwe ya rojane de pêrgî zimanên din tên. Jixwe înternet û televîzyon, cîhanê piçûk û jîyanê firehtir kirine. Edî, kes nikare xwe ji civaka pirçandî, pirzimanî bi dûr bixe. Mirov di dema kin de  piştî ji zimanê dayikê, bi zû ve bi zimanên din re têkildar dibe. Guherînên li cîhanê dibin, pêdiviyên çandî jî ava kirine. Ji bo bidestxistina pediviya fêrbûna zimanên din, xebat û derfet divê hebin.

Ev xebata fêrbûna zimanên din çalakîyên çandî ne. Ev zimanên bîyanî ji xwendekarên xwe re li qada civatî û aborî dikarin derfetên zêrîn vekin. Ev çalakiyên çandî hêja ne. Lê fêrbûna zimanê kurdî ji van her du tiştan jî mehrûm e. Yanî hem wekî zimanê zikmakî ku ev mafê xwezayî yê hemû kurdan e, bê derfet e û hem jî wekî zimanek bîyanî ku fêrbûna kurdî wekî çalakiyeke çandî jî hêja ye, mehrûm e. Çi ku zimanek qedexe ye. Ev qedexekirina ziman li ser zimanê kurdî neyiniyeke du alî peyda dike: Hem wekî mafek xwezayî nahêle ku gelê vî zimanî hînî zimanê xwe bibin û hem jî ji bo çalakiyên çandî nahêle mirovên din wekî çandî nêzî vî zimanî bibin. Lewre saziyên dewletê ji bo vî zimanî tu derfet neafirandiye. Yanî hiştiye ku ev ziman nekare mirovan bi xwe ve bikişîne. Lê, bi ya min zehmetiya fêrbûna zimanê kurdî ya sereke ne ev tişt e. Berovajî di dema îroyîn de qedexekirina agahiyan, nexasim zimanek, ji destxistina wan an fêrbûna wan zehmetir e. Mirov ger bixwaze dikare çi agahî hebe bidest bixe. Lê zehmetiya fêrbûna zimanê kurdî xwedî teşeyeke bi taybet e.

Zimanê zikmakî, wekî xebateke çandî, ne tenê  ji agahiyên peyvan ên ziman pêk tê. Ji vê zêdetir, nasnameya gel e ku her gel hebûna xwe bi vê nasnameya xwe ve girê dide. Ger zimanê zikmakî qedexe be, tê wateya ku hebûna gel di xeterê de ye. Nasnameya gel ji nasnameya mirovan cudatir, tenê ziman e. Mirov dikarê bi gelek tiştan ve nasnameya xwe nîşan bide; lê nasnameya gel wekî me got, tenê ziman e. Mirov agahiyên zimanê dayika xwe dikare wekî agahiyên çandî bibîne; wekî xwendina pirtûkekê, temaşakirina filîmekê nêzî zimanê xwe jî bibe. Çêdibe tevî ku kurdî bizanibe, zimanê xwe wekî nasnameyek nebîne; heta dikare dev jê jî berde; lê ji bo gel ziman, hêmaneke bi tenê ye ku nasnameya gel nîşan dide. Wekî nasnameya gel, ziman jî têkiliya bi jiyanê re ye ku ev têkilî hebûna gel dipeyitîne.

Em dizanin ku mirov bi zimanê dayika xwe jiyaneke watedartir dijî. Bi rêya zimanê dayika xwe civata xwe jî nas dike. Bi gotineka din, endamên zimanê dayikê piştî malbata mirov koma herî mezin e ku jê re gel tê gotin. Zimanê dayika mirov, gelê mîrov jî dîyar dike. Kesên xwedî li zimanê xwe dernakevin, her tim di nava civatên din de mîna biyanî ne û her gav di nav xwe de ji hêla derûnasî ve dê kêmasiyekê bijîn. Her serkeftina ku mirovên bîyanî bi dest bixe di rastiyê de hewldana xwepejirandina civata biyaniyê ye. Ji ber vê hindê ew kes nikarin kesayeteke kamil biafirînin. Çi ku ji bo kesayetek bikaribe hilberînên hêja biafirîne divê bi zimanê dayika xwe perwerde bibîne. Lê dîsa jî mirov di dawî de dikare xwe radestî çerxa pişaftinê bike û hebûna xwe wekî amûrekê, di xîzmeta gelên desthilatdar de jî bidomîne. Ev bi hilbijartina mirov ve girêdayî ye. Kesayetên bi hêz rolên grîng dilîzin. Bi ya min zehmetiya fêrbûna zimanê kurdî jî li vir xwe hêdî hêdî nîşan dide.

Eger mirov, hebûna xwe, ku ev hebûn jî ji zimanê dayikê dest pê kiriye, bi gelê xwe ve girê bide, kesayeteke bi hêz ava dibe. Divê ev kesayeta bi hêz, ji bo pejirandin û erêkirina hebûna gelê xwe, hemû zextên pergala pişaftinê red bike. Redkirina tiştan, avakirina tiştên din bi xwe re tînin. Têkoşîna hebûna mirov, kesayeta xwe ya azad diafirîne. Bi tena serê xwe azadî ne gengaz e, ger wisa gengaz bûya dê her mirovekî ji bo azadiya mirovê din xetere bûya. Mirov bi gelê xwe re azad e. Azadiya mirov, tenê bi tekîldariya wî ya bi zimanê gelê xwe re peyda dibe. Eger zimanê dayikê ku piştre vediguheze zimanê gelê xwe, tune bibe derfeta jîyaneke azad jî tune dibe.

Têkoşîna hebûnê dûvdirêj û astengdar e. Redkirina derfetên pergala pişaftinê, kesayeteke azad divê. Eger mirov doza azadiya xwe bike, divê hebûna xwe bi zimanê dayika xwe re yek bigire. Di vê pevajoyê de fêrbûn û pêşxistina zimanê, dê asta azadiyê jî diyar bike. Loma fêrbûna zimanê kurdî ne karê her kesî ye; çi ku mirovên azad divê.

Azad Selem

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply