Dema min parsal, rojekê li Kitêbxaneya kurdî berê xwe dida pirtûkên kurdî yên di camxaneyan de, çavên min ketin ser pirtûkeka gelek stûr, bi navê Dîroka wêjeya kurdî ya Feqî Huseyn Sagniçî, ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wekî weşana xwe ya 29-ê di sala 2002-ê de derxistibû. Keyfa min bi dîtina wê pirtûkê hindî dinyayekê hat. Çawa na û nivîskar kurd e û bi kurdiya kurmanciyê Dîroka edebiyata kurdî nivîsiye.
Ez normal pirtûkên weha ji naverok û pêşgotinên wan dest pê dikim û xwednina pêşgotinên di vê pirtûkê de keyfa min ew qas zêdetir kir. Bi taybetî dema ku Hasan Kaya di pêşekiya vê pirtûkê de dinivîse ku Feqî Huseynî di warê vê berhemê de jê re gotibû:
– Dema berhemek bête amadekirin divê ku ji yên beriya xwe baştir be. Heke ne weha be, pêwîst tunne ku mirov zehmetê bikêşe.
Vê gotinê ez bi heyecan xistim û gotina pey wê ya Hasan Kayayî ku »Seyda bi salan li mala xwe, li ser kompûtera xwe, rojê bi deh saetan rûnişt û ev berhem qedand« ez ji bo berpervedana pirtûkê bêtir rakêşam. Hasan Kaya di pêşekiya xwe ya di vê pirtûkê de zêdetir diçe nav pesnên xudanê berhemê û weha dinivîse:
– Ji ber ku min zana, pispor û mezinekî kurdan ê weha nas kir, min hevaltî, dostanî kir, xwedî şansekê gewre me. Wî hem wekî mamosteyê jiyanê serpêhatiyên xwe nîşanî min dan, rêberî ji min re kir, hem sirên xwe bi min re par ve kirin. Apê Feqî ne mirovekê wisan e ku şuna wî were tijekirin.
Bê şik pêşgotineka weha dê mirovî zêdetir teşwîq bike ku vê berhemê bixwîne. Piştî pêşgotina Hasan Kayayî, min ya xudanê berhemê bi xwe jî, ya Feqî Huseynî xwend. Feqî tê de behsê hindê dike ka ew çawa ji xebata li ser rêziman, dîrok, çîrok û ferhenga kurdî derbas bû nav nivîsandina dîroka wêjeya kurdî. Ew behsa not û belgeyên xwe yên veşartî dike û ka çawa wî ew derxistin û li ber çavan re derbas kirin û ket pey peydakirina belgeyên nû û ka çawa di dawiyê de li sala 2002-ê ev berhem jê peyda bû.
Ez gelek hez ji xwendina dîroka edebiyata kurdî dikim û niha ya profesor Marif Xeznedarî »Mêjûy edebî kurdî«, ya ku heta niha heft cild jê derketine li ber destên min e û ez wan bi gelek lezet û şewq dixwînim. Ez her bi eynî wê lezet û şewqê ketim nav pirtûka Dîroka wêjeya kurdî ya Feqî Huseynî.
Her hêj min du rûpelên babeta pêşiyê ‘Bingeh û rehên kurdan’ nexwendin ez hinekê veciniqîm û terzinkeka sar bi ser laşê min de çû. Min hest pê kir ku ev babet, herçend ev cara yekê ye ez vê pirtûka Feqî Huseynî dixwînim, ji min re ne xerîb e û her wekî min ew berî hîngê xwendiye. Vê çendê ez neçar kirim ku ez berperên piştî wan zû vebidim û temaşayî naveroka wan bikim.
Wê çendê ez xistim nav şokeka mezin, ji ber ku hat bîra min ku min eynî babetan, bi eynî naverokê di pirtûka Sidîq Borekeyî (Sefî Zadeyî), »Mêjûy wêjey kurdî« de xwendine.
Min herdu cildên pirtûka Sidîq Borekeyî anîn û danan ber ya Feqî Huseynî. Bawer bikin di encamê de pirça serê min ji sehma wê rastiyê rep û qît bû. Heta navê pirtûkê jî eynî ya Sidîq Borekeyî ye. Min dît gelek babetên di pirtûka Feqî Huseynî de ji ya Sidîq Borekeyî, ji kuridya soranî hatine wergerandin bo kurdiya kurmancî û tê de wekî berhema Feqî Huseynî cih girtine û qet îşaret, ne li ser cildê pirtûkê û ne jî di herdu pêşgotinên Hasan Kayayî û Feqî Huseynî de bo hindê nehatiye kirin ku Feqî Huseynî ev tişt kiriye. Nehatiye diyar kirin ku wî hinek babet ji pirtûka Sidîq Borekeyî wergerandine, yan jî di pirtûka xwe de îsîtfade jê kiriye.
Sidîqî Borekeyî di salên heştêyan ji sedsaala borî de ev berhma xwe bi du cildan nivîsiye û ew di sala 1991-ê de (1370-ê ya şemsî) li Baneyê li rojhilata Kurdistanê weşandiye (weşanxaneya Nacî, cildê yekê 560 rûpel, cildê duyê 742 rûpel). Ev karê Borekeyî bi dîtina min hewildana duyê ya bi kurdiya soranî, piştî ya Elaedîn Sucadî, ya serketî bû ye di nivîsandina dîroka edebiyata kurdî de. Vî camêrî û vî mirovê jêhatî xwe bi salan mandî kir, ket dû vecemandina destxet û dokument û belgeyan û komkirina wan, wî gelek lêkolîn û dûfçûn kirin û di encamê de ev pritûka wî ya edebiyata kurdî çêbû. Me bi wê pirtûka wî, gelek helbestvan û zanayên kurd û berhemên wan bo cara yekê nas kirin. Bê şik ev karê wî hem ji aliyê naverokê û hem ji aliyê jêderên wî ve, ku di piraniyê de destxet in û wî bi xwe dîtine, ferq e ji ya nivîskarê dîroka edebiyata kurdî yê berî wî Elaedîn Sucadî. Yanî vî însanî piştî Elaedîn Sucadî û Sadiq Behaiddîn Amêdî û Qenatê Kurdoyî karekê nû kir ku dewlemendiyek û nûkirinek xist ser karê wan hersê hêjayên berî xwe. Niha jî Marif Xeznedarî karekê hêj ji van hersêyan mezintir û dewlemendtir û nûtir di heft cildan de afirand.
Lê piştî wî bi bi hind salan Feqî Huseynî yê ku ji Hasan Kayayî re gotibû >>Dema berhemek bête amadekirin divê ku ji yên beriya xwe baştir be. Heke ne weha be, pêwîst tunne ku mirov zehmetê bikêşe<< bi vê pirtûka xwe çi ya nû pêşkêşî me dike û me hînî çi dike. Ew gelek babetan ji berhema vî camêrî werdigerîne û têxe nav pirtûka xwe û wan wekî beşekê berhama xwe hisêb dike.
– Feqî Huseynî di vê pirtûka xwe “Dîroka wêjeya kurdî” de 273 rûper, wekî wan, ji pirtûka Sidîqî Borekeyî ‘Mêjûy wêjey kurdî’ wergirtine û ew di pirtûkê de wekî kar û xebata xwe hisêb kirine.
– Wî gelek caran ji nivîsên Borekeyî yên ku di pirtûka xwe de belav kirine parçeyek havêtiye û carna di hinek nivîsan de çend rêz ji nik xwe li ser zêdekirine yan parçe jê pêş û paş xistine. Temaşa bike rûperên 84-85, 172-179, 256-262, 263-268, 437-440.
– Wî di bin piraniya nivîsên Borekeyî de, desxet û dokumentên wî jî, wekî yên xwe rêz kirine. Li gor vê çendê divêt niha Feqî Huseynî bi sedan destxetên helbestên gelek kevin û bi taybetî ji devera Hawramanê li pey xwe hiştibin. Ez hêvîdar im ku wî ev sira han ya van destxetan bo hinekan aşkera kiribe. Çimkî di pêşekiya pirtûkê de ew hatiye diyar kirin ku Feqî Huseynî sirên xwe bi hinekan re par vekirine.
– Tiştê xerîb ku Feqî Huseynî di bin hinek nivîsên Borekeyî bi xwe de Borekeyî wekî çavkaniya jêîstîfadekirinê di nivîsandina wan nivîsan de dest nîşan kiriye. Teamaşa bike rûperên 391-393, 441-442. Wî herweha sala çapbûna wê berhema Borekeyî bi 1952 nivîsandiye, her wekî wî nizaniye ku li Îranê di piraniyê de li ser belavok û pirtûkan sala şemsî, ne ya hicrî dinivîsin û ferqa di navbera wan de 39 sal in. Rastî jî ew e sala çapbûna berhema Borekeyî 1370-ê ya şemsî ye, wate 1991-a zayînî ye, ne wekî Feqî Huseynî bi 1952-ê berçav kirî.
– Normal wextê mirov lêkolînekê dike, mirov li dawiyê yan li marginalên nivîsê îşaretê bi wan çavkanî û jêderan dike yên ku mirovî di nivîsandina wê lêkolîna xwe de îstîfade jê kiriye. Lê ku mirov lêkolînekê werdigerîne, mirov nivîskarê wê wekî çavkaniya jêîsîtfadekirinê nanivîse, lê dê wî wekî xudanê nivîsê bi nav bike. Feqî Huseynî ev nekir û weha wî heqê Borekeyî xwariye.
– Wî navê Borekeyî ne li ser cildê kitêba xwe, ne jî li ser cildê ji nav de û ne jî li ser nivîsên wî wekî nivîskarê pirtûkê yan nivîsan û ne jî wekî hevparê berhemê û nivîsan nenivîsiye û bi vê jî Feqî pê daye ser heqê Borekeyî.
– Tiştê balkêş ew e ku ev berhem ji aliyê saziyeka kurdî ya mezin li Stenbolê, ji aliyê »Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê« derketiye. Ne tiştekê iêborînbar e ku enstîtuyeka weha navdar mucazefeyeka weha bike û pirtûkeka weha belav bike, berî ku ew ji aliyê kesên şehreza ve di dîroka edebiyata kurdî de bêt kontrol kirin.
– Sê kesan jî ev berhema Feqî li ber çavan derbas kiriye û ew serrast kiriye û ew jî ev in: Hasan Kaya, Aysel Çetin û Îkram Balekanî. Min xwest peywendiyê bi van her sê kesan yên ku di pirtûkê de wekî redaktor hatine dest nîşan kirin, bi rêya E-posteyê bikim. Min çi E-poste yan telefona Aysel Çetinê peyda nekirin. Min E-posteyên Îkram Balekanî peyda kirin û du name jê re şandin, lê heta niha jî çi bersivek jê negihaye min. Hindî Hasan Kaya bû, ew ji sala 1998-ê heta sala 2002-ê serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû. Hasan Kaya bêtir li ser vê berhemê rawestiyaye, ji ber ku wî hem pêşgotineka teşwîqbar jê re nivîsandiye û hem jî, her wekî ji pêşgotina wî diyar dibe, wî xem ji amadekirina wê bo çapê û çapkirina wê xwariye. Pir spas ji wî re, wî derhal bersiva min da û wî di bersiva E-posteya min de rewşa çapkirinê ji min re zelaltir kir. Ev hinek e ji wê ya di nameya Hasan Kayayî de hatî, bê guhortina zimanê wê:
1. Mixabin lijneyek nebû ji bo wê berhemê.
2. Ez bi xwe ji aliyê “kurmanciya” berhemê ve wezifedar bûm.
3. Apê Feqî li ser doşeka mirinê bû, bi lezgînî, bêyî ku bimire hema me berhem çap kir û me xwest bibîne; lewre ya rast me kêmasî kir ku nîşanî kesên pispor ku berhemên bi tîpên erebî xwendine neda….
4. Ez wê demê ne serokê enstîtuyê bûm. Ew nêzîkê mehekê bû ku min îstîfa kiribû. Helbet ev yek berpirsiyariya min ji holê ranake … Îhtîmaleke mezin ku Feqî Huseyn berhema xwe beriya ku em bibin çapxaneyê bidîta dê hinek guhertin çêbikira, ev xeletiya ku îro bûye, belkî wî bi xwe jî biguherta. Lewre tu kesî ji me nedizanî ka F. Huseynê rehmetî çend rûpel ji ku wergerandine, piştî wergerê çiqasî jê sûd wergirtiye û hwd.
5. Wê demê wergêrekî wî hebû bi navê Îkram Balekanî, lê ew camêr jî ne şaş bim, beriya demekê ku pirtûk biçe çapê wekî penaber çûbû Ewrupa. Wî camêrî jî rewşa pirtûkê ya dawî nedît.
Bê şik gelek şaşî û kêmasiyên din jî di pirtûkê de hene. Her weha ez li ser wan babetên din yên ne di rûpelên jêrîn de ne, ranewestiyam, ka wî çawa di amadekirina wan de îstîfade ji çavkaniyan kiriye. Ez van hemûyan bo rexnegir û lêkolînvan û şehrezayên kurd yên vî warî dihêlim ku ew li ser vê pirtûkê rabiwestin û wê ji hemî aliyan ve hilbisengînin û diyar bikin ku karên weha nikarin bên veşartin û divêt heqê herkesî bi rastî bêt berçav kirin.
Eger heqî be divêt bêt gotin ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê piştî çapbûn û belavbûna pirtûkê, di 1/3 2003-ê de (di adara 2003-ê de rehmetî Feqî Huseynî ji nav me bar kir) rohinkirinek li ser vê pirtûkê li ser yek rûpela A4-ê derxist û ew, cida xist di nav pirtûkê de. Di vê zelalkirinê de ew çend hatiye gotin ku kêmasî di vê berhemê de hene û eger berî çapkirina wê komisyoneka bisporan bo nirxandina wê hatibûya çêkirin dê ev şaşî nehatibûna kirin. Li ser pirsa çawa jêîstifadekirina Feqî Huseynî ji pirtûka Borekeyî jî weha di daxwiyaniya Enstîtuyê de hatiye nivîsandin:
»Pirtûka Sidîq Borekeyî – Sefîzade – ya bi navê “Mêjûy Wêjeyî Kurdî” ku ji aliyê Ikram Balekanî ve bi zaravayê Kurmanciya jêrîn (Soranî) hatiye wergerandin, wek xebateke nivîskar di Dîroka Wêjeya Kurdî de cih girtiye. Ji lewre çavkaniyên Sidîq Borekeyî wek çavkaniyên nivîskarê Dîroka Wêjeya Kurdî tên xuyakirin.«
Wekî mirov ji noteya jorîn fehim dike Enstîtu li ser vê pirsê haydar bû ku Ikram Balekani pirtûka Borekeyî ji Soranî kiriye kurmancî û Feqî Huseynî ew mîna berhema xwe xistiye di vê pirtûka xwe de. Lê wê hemcara belavkirina pirtûkê ranewestand û bi hindê bes kir ku ew wê zelalkirina xwe bixe di nav pirtûkê de. Piştî vê rastiyê û piştî mirina Feqî Huseynî, Enstîtuyê biryar stand ku ew bêtir qîmetê bide Feqî Huseynî û her sal xelata Feqî Huseynî ya zimanê kurdî bide û pêşbaziyên ziman û edebiyatê bi navê xelata Feqî Huseynî bike.
Ez ji dil dibêjim xwezî Feqî Huseynî ev nekiribaya da min xwe naçar nedîtibaya ku vê çendê binivîsim û rehmetên Xudê li vî camêrî bin.
Rûperên ku wekî yek in, ku Feqî Huseynî ew ji ya Sidîq Borekeyî wergerandine û ji xwe re hisêb kirine ev in:
Cild 1
Pirtûka Feqî Huseynî Pirtûka Sidîq Borekeyî
17-65 eynî 5-61
75-77 eynî 72-75
78-80 eynî 69-72
81-83 eynî 75-78
84-85 eynî 385-387
87 eynî 78-79
88-90 eynî 94-97
91-96 eynî 79-85
97-99 eynî 98-100
100-102 eynî 103-105
103-106 eynî 105-109
107-108 eynî 129-130
109-111 eynî 100-102
113-135 eynî 135-154
136-137 eynî 196-197
138-141 eynî 155-158
142 eynî 240-241
143-145 eynî 299-301
146-150 eynî 159-163
151-154 eynî 175-178
155 eynî 384
157 eynî 394-395
158 eynî 408
159-165 eynî 455-463
166-171 eynî 505-509
172-179 eynî 509-516
180-184 eynî 529-433
185-195 eynî 533-538
Cild 2
Pirtûka Feqî Huseynî Pirtûka Sidîq Borekeyî
191-202 eynî 222-231
203-204 eynî 341-342
205-209 eynî 366-370
210-214 eynî 370-373
215 eynî 448-449
216-217 eynî 450-451
218-220 eynî 451-453
221-233 eynî 453-465
234-237 eynî 465-468
243-255 eynî 490-508
256-262 eynî 539-549
263-268 eynî 578-588
269-271 eynî 602-604
272-273 eynî 608-609
274-276 eynî 605-607
391-393 eynî 407-409
428-429 eynî 434-437
437-440 eynî 437-441
441-442 eynî 441-443
498-502 eynî 443-448
Têbînî: Rehmetî Feqî Huseyn heta mirina xwe endamê kargêr yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû.