Felsefe-Dewlet-Bîrdozî-1

Eger em li ser dîrokê hinekî kûr bibin, dê bala me bikişîne ku dî-roka derketina van hersê têgehan pir nêzikî hev in. Yanê avabûna dewletên mezin, derketina felsefeyên bingehîn û her wisa bi bandureke mezin belavbûna olên ku ew eslen di dema xwe de dewra bîrdoziyê (îdeolojî) lêyistine, pir nêzik in. Hemin yekser biryardana wan bi aweyekî ku kîjan berî ya din dest pê kiriye, gelek zehmet e. Gelek sedemên vê zehmetiyê hene. Jiber ku di dîroka kevin de mijarên spesifîk (zelal) yên navbera dewletan û civakan jî bi gelek rêbazên cûda û çêşîd dihatin şêrovekirin. 

Ji nexweşiya keyserekî bigre heta dagirkirina welatekî, bi dest-xistina bajarekî, her wisa danûstandina erênî û neyînî, yên bi her cûreyî gava diketin nav astengiyên girîftî û di demeke nêzik de çareseriyeke li gor wê nedihate dîtin, yekser rêbazên şêlû û evrayî yên wek sîhîr, sîmyagerî, fêlbazî, stêrbazî (astrolojî), olî û derûnî dihatin ceribandin û di dawiyê de êdî rast yan jî nerast, baş yan jî nebaş, li gor vê rêbazê jî encamên cûrbecûr dihatin wergirtin. Di nav van danûstandin û hewildanên çareserkirina pirsgirêkan de bêguman têkeliyên dewletî, felsefî, olî û bîrdozî di nav hev de têkel dibûn. Le rastiyekê heye; her dem, hem felsefe û hem jî ol bi bizaveke mezin û encamdar dewreke jiyandar didîtin di avabûn yan jî hilweşana dewletan de. Em dê niha yek bi yek li ser wan mijaran kûr biçin, da ku dîroka dewletan û dîroka felsefe û dîroka bîrdozî ev tesbîta me piştrast dikin yan na?
Her çi qas em yekser biryara zelalkirî ya destpêka van têgehan serziman nekin jî, wekî xewjînî (mûxayîle) em dikarin bêjin ku av-zêya dewlet û bîrdozî ji mîtolojî û felsefeyên seretayî ye. Jiber ku mîtolojî û felsefe, bi gelek baweriyên olyariyê ve ji bo naskirina gerdûn û mirov di hewildanên şêlû de li rastiyê digerin. Mîtobêj, fêylesof û dîrokbêjin serdema kevin di nav gel de daîm bizaveke “civakî” pêk anîne. Em dikarin ji mîtolojiyên Astekiyan heta felsefeya Çîn û Hînd, ji mîtolojiya Gilgamiş heta destanên Yew-nanî, ji çîrokên fabil yên kevnar yên Misir û Mesopotamya heta felsefeya Zeradeşt, Mazdeîzm, Zûrvanîzm, û her wisa tekstên dînên asîmanî… em di hemiyan de yek bi yek hewildanên bîrdoziya qewman û rengên cûda yên baweriyên mîto-felsefî dibînin. Lê rastiyekê xwe dide diyarkirin ku di kîjan deverê de felsefe û mîtolojî pêş ketibe li wê derê piştî demekê jî zanistên cûrbecûr, piştre stêrbazî, stêrnasî (astronomî), wêje û hûnerên din yên ciwandariyê (estetîk) encam dane. Lê di deverên ku resen ol, bawerî û bîrdozî pêşketiye, di wan deveran de jî dewletên mezin yên zordestî ava bûne û di çarenûsa qewman û mirovahiyê de guhertinên mezin pêk anîne.
Lê di hin deman de jî dewletên dîsa mezin lê bi temeneke kin jî ava bûne ku ji bo vê yekê jî em dikarin hin sedemên berbiçav tesbît bikin.
Hîna ku em yek bi yek van têgehan û her wisa encamên wan vebêjin, em dikarin ji hin xalên asan ya avzêbûn û pêşketina astên mirovayetiyê bi van têgehan ve wisa bihînin berhev:
Berî ku felsefeya zelal bihête rûyê erd, yan jî di nav dîrokê de cîhekî xwe yê diyarkirî bigre, mîtolojî, ol û bîrdoziya dewletan û dewlet bixwe di sehneya dîrokê de xwe diyar kirine. Desthilat-dariya Fîrawinan ji bo vê nihêrîna me dikarin bibin mînak. Her wisa dewletên bajarî (sîte-dewlet) yên Sûmerî jî wisa ne. Yanê dewletên seretayî, ji derbasbûna astên felsefe, bîrdozî û dîn jî wêdetir, mîna ku van têgehan hemî wek gileyeke tevlîhev di nav avabûna van dewletan de rengê xwe dane, jiber ku ew dewletên seretayî eslen ji bo parastina hin deverên ku qewmên xwedî xwe li wir bicîh kirine, hatine avakirin. Lê ev yek hem çandeke nû daye ajotin û hem jî model û şeklên dewletên dîtir jî ji xwe re kirine hedef. Cîhên ku dewletên mezin û zordest hatine avakirin, du çand pêk ve ketiye nav hizra mirov: Çanda parastina axê û çanda hêrişkirina ser axê, ev her yek jî bi serê xwe sedemên avabûna dewletan bûne. Lê di vê yekê de çanda hêrişkariyê serdest bûye û dewletên ku li ser vê çandê xwe destnîşan kirine, ji yên din bêhtir xurt û demdirêj bûne. Bo mînak; Împeratoriya Asûr dewleteke wisa ye, yanê di şerên mezin û dirêj yên di navbera serweriyên keyserên bajarên Mezopotamya û her wisa împeratoriyên Sûmer, Akad û Babîl, ya herî dawî û dirêjtir xwe daye jiyandin Împera-toriya Asûr bûye. Li gor dîrokazanên Rojhilata Navîn ya Kevin, ev împeratorî bi sedsalan wek împeratoriya xwînê û hovîtiyê ve xwe daye berdewam kirin. Lê gava em ji layê çand, zanistî û felsefê de qiyas bikin, serdema Babîl ji ya Asûr pir pir dewlemendtir û kûrtir bûye. Heta wekî ku dihête zanîn, ji layê nirxdarî (etîk), mafnasî (hiqûq) û dadyariyê de Babîl dikare wek mînakeke dunyayî bihête şêrovekirin. Bifikirin, ku kanûnên Hemûrabî dû xwe re bi hezaran sal bandura xwe daye berdewamkirin. Em dikarin bêjin hiquqa olyarî (fiqih) û heta hukma dadyariya hemî dînên asîmanî û her wisa Serdema Tarî ya Ewrûpayê jî di bin bandura yasayên Hemûrabî de demeke dirêj derbas kirine. Di bingeha dewletên Sûmer û Babîl de felsefe, zanist û mîtolojiyên gelek balkêş hebûn, wisa ku di nav wan de mirov pir caran dikarîbû bidîta ku hemî xalên jiyana rojane, xalên aborî û diravsazî, sazkirina jiyana bajar û deverên niştecîhbûnê, têkeliyên dewletan û prensîbên şeran yek bi yek dihatin destnîşan kirin û wek îroyîn nebe jî, gelek bi nêzikî, jiyaneke bi sazkirî û nîzamkirî dihate meşandin. Lê dîsa jî ev çand hemî di dawiyê de ketin bin xizmeta Împeratoriya Asûr, ku ew heta dema xwe, bi tundtirîn û bihêztirîn şêweyekî ve çanda hêrişkirin û dagirkirinê bikar aniye û bi vî aweyî hemî dewlet, qewim û çandên berî xwe, ku ew hemî jî ji çanda wê ya resen pir pêştetir û kûrtir bûn, xistiye bin xizmeta xwe: Jiber ku ew dewleteke ne mîtolojîk, ne felsefî û ne jî çandî bû; ew seranser dewleteke oldar û bîrdozwar bû; bîrdoziya hêriş û dagirkirinê…
Heman tişt em di navbera dewletên Med û Pers de jî dibînin. Medan bi felsefe û çandeke xurt û bi bîrdoziyeke xweparastinê di dawiyê de ew împeratoriya ku li ser nîvê dunyayê hikûm dike, împeratoriya Asûr hilweşandin û heta, ji bo ku zulm û zordariya vê dewletê ew qas mezin û bêtehamûl bûye ku Medan gava ev dewletê hilweşandin, bajarê ku paytexta wan e (Nîneva) bi tevayî hilweşandibûn, ku bila ji wê pergala xwînxweriyê çi rêçekê nemîne ji bo pêşerojê.
Li gor Zend Avesta, ku ew pirtûka mûhteşem di heman demê de wek bawerî û felsefeya bingehîn ya Medan bûbû, ji bilî zulmê ji her tiştî re tolerans û tehamûl xwerindî (fazîlet) ye, lê zulim ti caran nahête qebûlkirin; em dikarin bêjin jiber vê yekê ye ku Sedsala 6. Berî Zayînê destpêka felsefeyê ye, lê ev yek di heman demê de destpêka dewleteke “modern” û “xweparastinê” ya mirova-yetiyê ye, ku bi destê bavûkalên Kurdan, ji aliyê Medan hatiye avakirin. Ev çand û nihêrîn wisa kûr û bi zexmî ketiye nav ramanên paşeroja miletê me, ku ji avabûna Dewleta Med heta niha eger hûn dîroka miletê Kurd binihêrin, hûn dê bibînin ku avabûna dewlet yan jî îmaratên Kurdan heman bi vî rengî, wek sedem û hincetên avabûna Dewleta Mediya hatine avakirin û gelek balkêş e, ku dîsa bi heman bi sedem û hincetên hilweşana dewleta Medi-ya jî ew hilweşiyan e. Em eger Mediya û Mervaniyan qiyas bikin em dê vê rastiyê bibînin ku çanda dewletabûna Medan û Kurdan li ser esasa parastina ax û ramanên xwe pêk hatiye. Bo mînak, çawa ku bi hincetên “mirovane” û fikarên “qenciyê” ve Harpagos bi destê Persiyan (Farisan) dewleta qewmê xwe ku ew di bin zulimkariya Astiyages de dihate birêvebirin, daye hilweşandin û serweriya xwe û Medan radestî Persiyan kiriye. Li gor dîroka Homeros, belkî Astiyages yekî pir zalim bûye û lawê Harpagosî bi wî daye xwerin û Harpagos jiber vê kerb û kedera mezin alîkariya Persiyan kiriye û zavê Astiyages Kîros aniye û kiriye keyserê împeratoriya nû. Li ser vê “xiyaneta” Harpagos, Astiyages di halê xwe yê esaretê de jî ji wî re iwsa dibêje; “Baş e, te xiyanet li min kir, te ez bikûştama û qewmê xwe nekiriba koleyên Persan; ma tu jî dizanî ku lehengî û şervaniya Medan ew qas mezin e, ku dê Persî bi xwe jî dê bawerî nekin ku çawa bûye, çi qewmiye ku Med bûne koleyên wan.”
Em eynî tişt di Dewleta Merwaniyan de jî dibînin; yên hêrişkar û dagirkerên ereb bi dizîka dihîne û digre nav kelê û bi xiyanetiyeke mezin bi hezaran leşkerên Kurd dide kuştin, birazî Padişahê Kurd Ebû Alî bin Hesen Merwanî bixwe bû. Ev birazî jî wek Harpagos, bi hinceta zalimkariya apê xwe Ebû Alî ev “xiyanetî” pêk dihîne û di dawiyê de hem Merwaniyan, û hem jî malbata wî pêk ve dikevin bin destê dagirkerên ereb.
Li ser têkeliya felsefe, dewlet, bîrdozî em dikarin berî Medan û Persan, paşê jî, em dikarin Kurdan û Selçûkiyan bihînin ber hev û piştre em dê bibînin, ku ew tesbîta me ya ewil, ya ku me digot, bîrdoziya hêrişkariyê dewletên mezin û demdirêj dide avakirin, lê çand û felsefeya mirovayetiyê ziyaneke mezin ji vê werdigre, jiber vê yekê jî Kurd wek çanda xwe ya kevin tev digerin, gava dewlet yan jî destilatdariya wan dikeve rengekî zulmê û neheqiyê, tercîha xwe ji bo bêdewletmayînê diyar dikin. Em dikarin gelek siyasetvan, ramaner û fêylesofên Kurd de vê yekê bibînin, ku ew daîm ev raman parastine, ku di dunyayê de hizreke wisa pir kêm e: “Heta ku ez bi zulimkarî hikûm bikim, ez dê bi dadyarî li berx we bidim û bibim mezlûm.”
Ev yek tesîreke mezin ya ji nihêrîna etîk ya felsefeya Mazdeîzmê digre û ev yek ne ew qas tesadûf e, ku Kurd li gel ew qas meziyetên xwe yên mezin, mêvanperwerî, zanayî, lehengî û şervaniyê ve jî nekarîne dewletên demdirêj û bi tesîr ava bikin, eger kiribin jî dîsa bi destê xwe hilweşandine.
Bo mînak, ti caran farisek, tirkek yan jî erebek dê nebêje (ku îslam wisa emir bike jî) “Xwedê heta ku min dikî kesek zalim û desthilatdar, min bike kesek dadyar û mezlûm.”
Lê tiştekî balkêş e; ew bîrdoziya ku miletê Kurd li dij miletên din bikar nehanîne, yanê bîrdoziya hêrişkariyê li hember derve bikar nehanîne, lê li hember hevûdu pir rihet bikar anîne, heta caran ji dagirkeran jî bêhtir zalimane û hovane li dij hev şer kirine. Gelo ev yek tiştekî bîrnasî (mantiqî) ye?
Belê wisa ye; gava hêzekê li hember derve li dij zulma li ser xwe dihête kirin nekaribe enerjiya xwe xerc bike û her wisa eger nekaribe tola zulma li ser xwe vebike, ew şîdeta nayê sekindandin ev car di nav xwe de divê xerc bike. Mesele ev e jixwe. Bîrdoziya Kurd jiber vê yekê li hember derve wek çandeke xweparastinê, lê li hember hundirîn jî wek ya dagirkeran bi çandeke hêrişkariyê ve hatiye sazkirin. Jixwe dagirkerî eslen ji vê rewşa hanê dikare derfetên dagirkeriyê bi dest bixîne. Ne bi tenê miletê Kurd, her çi qas hejmara wan kêm be jî, hemî miletên xwedî çand û felsefeya destpêkî, eger demeke dirêj bê dewlet mabin, hem sedema bêdewletmana wan ew çanda han e, hem jî ev bîrdoziya ku êdî ji bo wan bûye kesayeteke netewî û astengiyeke exlaqî encama bêdewletbûna wan bûye.
A niha jî eger em bala xwe bidin ser gengeşiyên li ser serxwebûna Kurdistan (wek îro Başûr û Rojava mijarên vê yekê ne), ku berxwedana hêzên Kurd ya ku dij dagirkeran û her wisa nokervanên wan ya bi navê DAIŞ berxwedan û serkeftinên wisa pêk dihînin, ku hemî dunya li ber miletê Kurd rêzdariya xwe destnîşan dike, lê dîsa jî ji bilî yek û du hêz û kesayet bi piranî li dij serxwebûna xwe hincet û sedeman dixin pêş.
Gelo ev yek paradokseke mezin nîn e?
Naxêr, ne paradokseke mezin e, jiber ku ew hêz û kesayetiyên ku li dij serxwebûna xwe radiwestin, êdî bîrdoziya xwe ne ji bo xwe, ji bo dagirkeran dihafirînin, jiber ku ew çandeke kevin ya ku astengî li ber dewletbûna wan de diafirand dişopînin. Her çi qas her dem dubare bikin jî, qaşo ew ne Kurdên kevin, mixabin, bi heman şêweyî Kurdên kevin in; bes daxweza serxwebûnê Kurdan ji kevinbûnê dikare derxîne, jiber ku di dîroka Kurdan de bi rastî daxweza serxwebûnê pir qels e, wan serxwebûna miletên ku wan birêve dibe ji bo wan ji serxwebûna wan bixwe girîngtir bûye.
Ev yek ne kesayetiyeke nû ya Kurdîtiyê ye.
Ev yek bîrdoziya kevin ya Kurdan û hatiye îsbatkirin ku bi vî aweyî hebûna Kurd bixwe jî dikeve nav xetera man û nemanê.
Bifikirin, çanda berxwedanê ya Kurdan e, tirk û ereb û faris ti caran di vê çandê de xwe nagîhinin Kurdan. Jixwe a niha jî texdîra dunya ya ji bo Kurdan jiber vê çanda berxwedanê ye. Lê li gel vê yekê, tirk û ereb û faris dikarin bêjin, bila Kurd nebin dewlet. Lê di heman demê de û belkî ji wan jî zêdetir, piranî hêz û kesayetên Kurd jî dibêjin “Dewletbûna Kurdan xeteriyeke mezin e ji bo Rojhilata mezin.”
Em dê ji bo hin mînakên ku rewşa çand û bîrdoziya “netewî” ya Kurdan destnîşan bikin, berî ku felsefe û bîrdoziya serdema kevin lê bikolin, em dê hinekî serdema nûdemî ya Kurd vebêjin, da ku gava em bikevin nav dîroka kevin, bila çanda ku em hezaran sal esîr girtî çi ye, çawa ye, em têbigîhîjin.
Bo mînak:
Îslam yek dîn e û hin beş û mezhebên xwe hene. Li Kerbela ku em hem jiber qetilkirina Hz. Hûsên û hem jî komkûjiya Sedamî pir nirxê didine vî bajarî, Ala Kurdistan di kolanekê de hate raxistin, mirov û erebyên kolanan li ser wê pîroziya me çûn û hatin. Ew bajar şie ye, şieyên Faris, elewiyên Tirkiyê û Sûriyê jî vê kiryara han li hember me dikin û ti caran jî nirxên mirovayetiyê nahînin bîra xwe. Lê Kurd bi kîjan mezheb û bîrdoziyê ve dibe bila bibe, (elewî, sune, şie, çepgir û rastgir) çi dibe bila bibe, li gel alayên tirk û ereb û faris vê kiryarê nakin û navê vê yekê jî wek “nirxên mirovayetî û rêzdarî” datînin. Lê eslen ne wisa ye, ev yek ne nirx e û ne jî rêzdarî ye. Ji kû derê em xwe digîhin vê qenaatê? Jiber ku heman Kurd li hember hev, li hember alaya netewî ya xwe, li ber al û sembolên hizbên hev heman “nirxên mirovayetiyê û rêz-dariyê” nahînin bîra xwe, heta ji dagirkeran zêdetir bêrêz û zalim dibin. Niha gelo baş dihête fêm kirin ku ew tiştên ku em dibêjin “nirxên mirovayetî û rêzdarî” eslen dijmintiya nirxan e û rêzdariyê ye? Jiber ku nirx ji însan bixwe dest pê dike, yên din hemî jî çavtirsî û bîada koletiyê ye, em pê xwe dixapînin.
Jiber ku felsefe lêgereke rastiya gerdûnî, civakî û kesanî ye û ew bi hewildana hizra mirov xwe digîhîne asta lêgerîneke bêdawî û her bi ronîkirinê ve berdewam dibe, lê bîrdozî rastiyeke li gor xwe ava dike, ev rastî her çi qas ji ronahiya felsefe hêz û enerjiya xwe wergirtibe jî, di bîrdoziyê de êdî hemî nirxên etîk û estetîk li gor ew rastiya ku hatiye bisînorkirin û dogmakirin formeke nû digre. Ev forma rastiyê dibe sîleha bîrdoziya ya yeqîn. Hizra serxwebûnê wek nirxeke etîk di felsefeyê de mijara lêgerîne be jî, ew hizir di bîrdoziyê de vedigere rastiyeke yeqîn û êdî dibe nirxeke nayê gengeşîkirin. Jiber vê hindê di her bîrdozî û olan de serxwebûna miletan wek mafekî seranser û rasteqîn dihête qebûlkirin û jiber vê yekê jî miletên ev dogma ji xwe re kirine sînorên sor, ew bûne xwedî dewlet. Miletên ku ev mijar, yanê serxwebûna xwe kirine mijarên gengeşiyê û heta caran ev mafî wek xeteriyeke dij nirxên mirovayetî qebûl kirine, yeqîn bê dewlet mane û em Kurd jî yek ji van miletan in.
Baş e, bîrdoziya netewî çawa ava dibe, kîjan felsefe ji bo vê bîrdoziyê xwe dikare bike bingeh, yan jî ramana serxwebûnê û hizra dewletbûnê bêyî bîrdoziyeke netewî bi derfet e yan na?
Mijarên esasî di van pirsiyaran de weşartî ye.

Dûmahîk heye

Zeynel Abidîn

XWENAS 7
Kovara Felsefe û Rexne

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply