Felemezê Gunikreş

1.

Min jî her ji xwe dipirsî, ka gelo çima navekî min î weha ecêb heye. Min dikir û nedikir, min tu mahne nedidayê û ji ber vî navê xwe yê ku herkesî henekên xwe pê dikirin, min her fedî dikir. Çima wek yê herkesî, yê min jî navekî xweşik tune bû?

Felemez! Tew! Bala xwe bidîyê hela! Kî dizane bê wan ev nav ji ku dîtiye!

Mîna ku mirov bibêje “Bahcanê reş!

Dibêjin ku qereçiyekê ev nav li min kiriye. Bala xwe bidiyê hela, lo!

Rojekê hatiye cem dêya min. Hevdu jî nas nakin ha! Li zikê dêya min nihêriye û gotiye,

“Min xewn dîtiye û zilamekî rîhspî ku nûr ji rûyê wî dibariya, ji min re gotiye sibehê tu ê herî malekê û tu ê bibînî ku pîrekek bi heml e. Xwedê Teala ê kurekî bide wê. Bila navê wî bikin Felemez.”

Dêya min jî bi ya wê kiriye. Ê ka gunehê min çi ye, ji bo Xwedê? Hela bê kê …. wê qereçiyê! Tu dibêjî qey kes nemabû, çûye xewna navê min dîtiye, lawo! Hema hey te dîtibû, qey te navekî xweş bigota nedibû, yan jî te ew rîhspiyê ku hatiye xewna te, bera ser xwe bidaya, ji te re ne çêtir bû?

Ji ber vê yekê, ez her bi malbata xwe re dixeyidîm, hemû li ber çavên min reş dibûn û diçûn. Jixwe, min heta niha qet ji wan hez nekiriye. Tu hevalê min jî nîn e. Min têkîlî bi kê re daniya, gava min navê xwe digot, bivê nevê yek derdiket û dîsa henekên xwe bi min dikirin. Ji ber wê, min li kuçe û kolanan, hercar şer derdixist. Gelek caran dev û pozê min di nav xwînê de diman û ez vedigeriyam malê û ji lewre dêya min û bavê min li min dihatin xezebê û li min dixist. Ez bi darekê ve girêdidam û bi qayişa bavê min li min dixist. Her ku min derbek dixwar, min diranên xwe dijidandin û sûnd dixwar ku ez ê rojekê heyfa van hemû tiştan hilînim. Ez ê dinyayê bi ser serê wan de xera bikim, ez ê bikim ku ji tirsa xezeba min newêribin li çavên min jî binihêrin.

Heke ez piçekî xweşik bûma, belkî ev tîpa min jî li serê min nebûbûya bela û nebûbûya sedema ku hevaltîya min ya bi xelkê re têk biçe. Xwedayo, hema ez çenekî xweşik bûma, hebekî çeleng bûma, ma dê çi pê bihata! Hingê keçikên vî bajarî tevde dê bi pey min biketana û lawik jî ji bo ku nêzîkî keçikan bibin, dê mecbûr bimana ku bi min re bûbûna heval û têketana bin emirê min.

Çi gava ez ji kuçe û kolanên ku êdî ji bo min bûbûn qadên şer, di nav xwînê de vedigerîyam malê, ji lewre te digot qey mirovên dinyayê tevde bûne dijminên min, min nifir li wan dibarandin û min digot; “Sebir ya Felemez, sebir!”. Her ku min berê xwe dida mirêkê, min berê çavên xwe digirtin û min di dilê xwe de dia dikir ku gava min çavên xwe vekirin, rûyekî din were pêşberî min. Rûyekî hebekî xweşik û lihevhatî. Ez dibûm kûçik û derdiketim. Gava min çavên xwe vedikir jî te digot qey ez ji berê nexweşiktir bûme, bêvila min xwartir dibû û dipelixî, guhên min bel dibûn, devê min mezin dibû, çavên min di bin birûyên min de wenda dibûn. Wê gavê, îmana min ji min diçû. Ez hey li ber Xwedayê bedewiyê digerîyam û min wek keran digot qey ew ê diayên min qebûl bibin. Welhasil, ez berê gelekî dilsaf bûm, bi gotineke din, ez ker lawê keran bûm!

Carinan ez li ber hin filîman rûdiniştim û min digot hela bê ez dikarim xwe bişibînim hin lehengan? Tu dibêjî qey şensa min e! Çi zilamên nexweşik hebûna giş dişibiyan min. Min lê nihêrî ku ji derveyî vêya nabe, min got ez ê xwe bi rastî jî bikim weke wan. Belkî qedera min jî li ya wan bê. Ji ber ku gelek caran zilamên nexweşik jî ji xwe re hezkirînin weha peyda dikirin ku mirov lê ecêbmayî dima. Tew carinan ew jî dibûn serleheng. Ma qey tiştekî weha dê dernekeve pêşiya min jî carekê!

Ji ber ku min di piçûkanîya xwe de, gelek caran şer kiribû û bêtir jî min lêxistin xwaribû, ez êdî ji tiştekî neditirsiyam. Ya rastî lêxistinê nema tesîr li min dikir. Min demîna xwe girtibû. Carekê ez di kuçeyê re derbas dibûm û gava min dît ku çend xortên taxa me li hev civiyane û bi kaban dilîzin, min jî hema xwe da ber dîwarekî û ji dûr ve li wan temaşe kir. Min çi qasî dixwest ku yek ji wan bangî min bike û bixwaze ku ez jî têkevim nav wan û bi wan re bilîzim. Ji ber ku min tu carî nelîstibû û kesekî ku vê lîstikê rê min bide jî tune bû, ji min re bûbû hesret ku hema carekê bi tenê be jî ez ji dêleva yekî kabê biavêjim.

Li taxa me, xortikekî dirêj hebû. Bi qelafetê xwe du caran li min bû. Birûyên wî yên gir û reş di ser çavên wî yên piçûk de ku mirov digot qey yek ji wan şaş e, wek simbêlekî boq dixuyan û digihaştin hevdu. Heşayî civatê, hema bi hersê navên Xwedê, eyn weke kerekî bû. Xelk tevde jê ditirsiyan. Dihat gotin ku gûzên li sînga xwe dixe û esrarê jî dikişîne. Ji ber wê, tu kes newêrîbû li ber wî rabûya.

Gava wî kerê hanê, ez dîtim ku ez ji dûranê li wan dinihêrim, hema rabû, hat cem min û bela xwe di min de da. Bi pişta destê xwe li sînga min xist û got:

– Te xêr e, lawê min; tu weke qewadan li me dinihêrî?

Ji bo ku ez bersiveke tûj bidimê û ew sedema şerekî li gora dilê xwe, bi dest bixe jî mîna ku henekên xwe bi min bike, di ber re jî dikenîya.

Ez şaşo maşo bûbûm. Tirsiyabûm jî. Min got çû ji min de! Vî kerê hanê dê min tirek bike û berde. Hê min devê xwe tev dilivand ku ez jê re tiştekî xweş bibêjim û wî nerm bikim, hema min dît ku lêwik yek bi ser bêvila min de ve kir. Ker lawê keran, pir xurt bû! Ez ji ber êşê, tu nemabû ku biketama erdê. Min xwe bi zorê li ser lingan digirt. Mêjiyê min sekinîbû. Hêsir ji çavên min digindirîn xwarê. Zingînî ji serê min dihat. Lêwik bi herdu guhên min girt û serê xwe rakir. Hê min nû fahm kiribû bê ew dike çi bike, got “gurm” û bi hemû hemda xwe serê xwe li nav çavên min xist. Êdî min digot qey bêvila min ji min ketiye. Min nema ew hîs jî dikir. Serê min bi temamî gêj bûbû. Xwîna min sekinîbû. Lawê qahpikê tişt di min de nehiştibû! Kêra min di ber pişta min de bû, lê halê min nemabû ku ez destê xwe biavêjimê û wê bikişînim jî. Piçekî sekinî û gava ez xwarî erdê bûm û min dixwest ku bêhna min hebekî were ber min û ez rabimê, kûçikbavo pehînek di nava min de lêxist ku bêhna min bi carekê ve biçike û ez li wê rastê dirêj bibim.

Heta ku bêhna min nehat ber min, ez ranebûm. Min dizanîbû, heke ez rabim ez ê dîsa bixwim. Weleh, min hebekî bêhna xwe berda û min pişta xwe hêdî hêdî rast kir. Wê gavê, du kesên din jî ku ji wî jî kertir dixuyan, hatibûn li ber min sekinîbûn û dikenîyan. Ji zarokatîya xwe de, ez pê dizanim. Gava sê ker werin ba hevdu, ew ê misoger tiştekî xerab bikin ku xelk ji wan re bibêjin, qantir!

Min di serî de pê dernexist. Ma tiştekî weha qet tê bîra mirov? Lê gava ku yek ji wan ber bi min de hat, qayişa xwe vekir, derpîyê xwe jî daxist û bi ser min ve hat, hê nû min fahm kir bê ev dixwazin çi bi min bikin.

Qey gava hişê mirov ji serê mirov diçe û gelekî hêrs dibe, an jî weke ku hin dibêjin “sixortayên wî diavêje” mirov nabîne bê çi dike. Hema min dît ku kêra min di destê min de ye, yekî bi gunê xwe girtiye û li ber min çong berdaye erdê û dinale. Herduyên din jî çavên wan tu dibêjî qey dikin ji serên wan baz bidin. Sar bûne, lal bûne û li hevalê xwe yê ku xwîn ji navrana wî tê dinihêrin. Min digot qey ji bo ku heyfa hevalê xwe hilînin, ew ê li min bicivin; lê belê, wan weha nekir. Min ji tirsa xwe, hema kêrek di valahîyê de avêt wan. Min lê nihêrî ku hebekî vekişîyan, cesaret hat min jî. Hema min got, ya Allah û ya Xwedê û min da ser pişta wan.

Revî revî revîyan. Min da ser pişta wan. Bi dû re, ez jî ji tirsa xwe ku polîs bi me bihisin, sekinîm; min xwe hêdîka da ber dikanekê û kêra xwe ya bixwîn bi destmala xwe paqij kir û xist ber xwe. Ez ji tirsan dikira bimirama. Min digot qey herkesê ku di ber min re derbas dibe, hevalê wan e û li min digere.

Gava ez ketim rê û vegerîyam taxa xwe, hayê min jê tune bû; lê tu nabêjî çend kesan gava min kêr li wîya xistiye û daye ser pişta yên din, ez dîtime û tavilê li herkesî belav kiriye û xelkê ez kirime şervanekî nedîtî. Navê min tavilê hatibû guhertin û bûbû Felemezê Gunikreş!

Ez êdî bi temamî dîn bûbûm. Ji xwe navekî min î ecêb hebû, îcar paşnavekî jê ecêbtir ji min re hatibû dîtin. Erê, min dizanîbû, ji bo mêrantîya min ji min re dibêjin; “gunikreş” lê belê yê min, min nedixwest ez bibim yekî weha ku xelk ji wî bitirsin. Ji xwe, ji berê de ji ber ku îmana wan ji min diçû, kesî li rûyê min nedinihêrî, tew îcar gava tirs jî têkeve navberê, temam e! Weleh, me li bavê xwe zêde kir!

Çi gava ku min lingê xwe biavêta derve, kesên ku demekê gava li min dinihêrî mahdên wan ji min dixelîyan, ji bo ku silavê bidin min, ji qazî di ber min re dibihurîn, destên xwe yên rastê dibirin ser dilên xwe û serên xwe li ber min ditewandin. Lê belê, min êdî li wan jî nedinihêrî. Min dixwest ku ew ji min hez bikin, lê ji min ditirsîyan. Tew vê carê bi temamî li dûrî min disekinîn. Vêya jî ez bêtir hêrs dikirim û hema kî dihat ber min, min bela xwe tê de dida. Vê adeta min jî dikir ku navê min bêtir belav bibe û gunikreşîya min nav bide.

Min dev ji dibistanê jî berdabû. Êdî dibistanê nema dikarîbû tiştek bidaya min. Ev mamoste jî ecêb in, ha! Çi keçikên li malê mabin hebin, hema giş dibin mamoste. İcar tu were û ji xwe re li payebûna wan binihêre! Ne mamoste bûna, welehîn kesî bi rûyên wan de nedirît jî. Ji xwe, min herroj bi wan re şer dikir. Carekê min sîleyek avêt yeka ku destê xwe li min rakir û ez ji dibistanê hatim avêtin.

Bavê min ji tirsa min, nema wêrîbû dengê xwe derxista. Min jê re got ku ez tiştekî ji te naxwazim û ez ê ji xwe re karekî bibînim û bixebitim. Tiştek negot. Ji cerga ku navê min bûbû gunikreş, nema destê xwe jî li min radikir. Ev rewşa min bi kêrî wî jî dihat. Ji ber ku xelkê bi xêra min êdî bêtir xatir didayê û ew dixist şûna zilaman. Tew dêya min! Ji tirsa xwe, çi gava ku ez têketama hindur, dihat çakêtê min ji destê min digirt, sifreyek li ber min datanî, bi dû re jî mêywe dianîn. Kenê min êdî bi halê yên dora min dihat.

Ez bi vir de û wê de li karekî gerîyam. Min li xwe dananî ku ez li taxa xwe li karekî bigerim. Ji lewre ez jî çûm cîhên ku kes min nas nake. Kê ez didîtim, ji ber ku mahdê wan ji min dixelîya, tavilê ez diqewirandim. Ez ji neçarîyê, hatim taxa xwe dîsa. Min ji kê karek xwest, got qey ez henekên xwe bi wî dikim û kenîya.

Xwedîyê qexwexaneya nêzîkî mala me, gava rewşa min dît, ez xewle kirim û rê bi ber min xist. Tiştê ku wî ji min re got, ket serê min jî. Li gora ku wî ji min re got, yekî weke min êdî nikare li tu deveran bixebite û li emirê kesî guhdarî bike, an jî karê ber destê xelkê bike. Yekî wek min divê xûkîtîyê bixwe. Bacê bîstîne.

Min bi ya wî kir. Ji ber ku tu çareya min nemabû. Kesî kar jî nedida min. Herkes ji min ditirsîya. Ne bi dilê min bûya jî, rewşa min ev bû. Divê min tiştek ji xwe re bikira.

Ez êdî derdiketim ser rêya xelkê. Ji ber ku herkesî ez nas dikirim, kesî ji min re nedigot, na. Bi taybetî jî ez derdiketim ser rêya xortik mortikên çeleng ku zarokên dewlemendan in û porê wan î jolekirî û biryantînkirî ji dûrê ve dibiriqîne, kincên wan xweşik û biha ne. Çi pereyên wan hebûna, min giş ji wan distendin. Tew êdî min ji wan re sîstemek danîbû ku her ji hefteyekê carekê, pereyan di nav xwe de bidin ser hev û li ser navê min deynin cem xwedîyê qehwexaneya me. Ji ber ku êdî min di xwe re nedidît ku ez serê xwe bi wan re biêşînim. Carinan jî ji qicixtî ez derdiketim ser rêya wan û min sîlenin xweşik li yê ku ji nav wan herî çeleng be dixist û min bin guhên wî sor dikir. Min bi vî awayî dilê xwe lê rehet dikir.

2.

Rojekê ez sibehê zû bi xwe hisîyam. Qerisîbûm. Ev çend roj çêbûbûn ku ez neçûbûm malê jî. Ez heta êvarî digerîyam û bi dû re jî dihatim di hewşa camîyê de radiketim. Ji lewre, divîyabû berî ku mele ji bo azanê were, ez rabûma û ji hewşê derketama. Heke yekî ez bidîtama ez ê di nav alemê de rezil bûbûma. Dû re, ez ê bi çi rûyî derketama nava xelkê! Tew belkî vê carê bi temamî ji min birevîyana.

Ez li ber kanîyê rûniştim û min dest û rûyê xwe şuştin. Min serê xwe şil kir û bi ava cemidî ez hebekî hatim ser hişê xwe. Ez bi dengê lingekî li xwe zîvirîm û min xwe tavilê avêt nav daran. Min bala xwe da yê ku bi gavên giran dikeve hindurê hewşa camîyê.

Min ji kumê wî û meşa wî ew nas kir. Melê me bû ev. Navê wî Ahmed bû. Jê re digotin, Seyda. Ji cerga ku ez bi xwe dizanim, ev zilamê kal li vira bû. Bejina wî bilind û qilafetê wî girs bû; hê li ser xwe bû jî lê westîyayî dixuya. Rûyekî wî yê girover û awirin wî yên nerm hebûn. Nûr jê dibarîya. Heta niha min nedîtiye û nebihîstiye ku tu kes jê êşîyaye.

Min bala xwe da wî. Çû li ber kanîyê rûnişt û destmêj girt. Te digot qey wê demê, ji destmêjê pê ve li tu tiştekî din nafikire. Destmêja xwe hêdî hêdî û weke ku kêfê jê werbigire, girt û rabû ser xwe.

Heta ku ket hindurê camîyê, min lê temaşe kir. Dû re, ez derketim derve û meşîyam. Piştî bîstikekê azanê dest pê kir; dengê Seydayê Ahmed î nerm û biterbîye hat min û aramîyek bera dilê min da. Heta wê rojê, nedihat bîra min ku tu carî wek wê gavê min xwestibû ku ez li dengê azanê guhdarî bikim.

Gava ez di ber loqenteyê re derbas bûm, bêhna şorbeya ku li ser tûp dikelîya hat min û kir ku birçîbûna min were bîra min. Ez bi bêhna wê hebekî gêj bûbûm. Rabûm, ketim hindur û min şorbeyek xwast.

Pereyê min nemabû. Divîyabû min ji xwe re ji derekê perenin bidîtana. Hingî ez bi xwe bilîyabûm, min ji bîr kiribû ku ez herim pereyên xwe jî ji qehwexaneyê bînim. Xwedê kir ku di bêrîka min de, bi qasî heqê şorbeyê hebû. Gava ez rabûm ser xwe ku pereyan bidim xwedîyê loqenteyê, zilêm ez fedîkar derxistim. Min ew nas nedikir jî camêr ji min re got,

“Te eyb kir ha, Kekê Felemez!”

Min li zilêm nihêrî. Bi temenê xwe du caran li min bû, lê ji min re digot “Keko! Tew Kekê Felemez!” Ez şaş mabûm. Min pereyên xwe xistin bêrîka xwe û ez derketim. Dilê min bi halê kesên weke wî şewitî.

Gava ez gihaştim ber dibistanê, hê derîyên wê venebûbûn. Pêjina kesî nedihat. Ez li ser kevirekî li hember derî rûniştim û min çixareyek vêxist. Ji ber dûmana çixareya min, çavên min şewitîn û sor bûn.

Hê gelek hebû ku mekîneyên xwendekaran bihatana. Ez aciz dibûm. Dilê min bi min dişewitî. Vêya ez bêtir aciz dikirim. Min bi hêrs çixareya xwe dieciqand û dikişand û diponijîm. Ez ne li ser hişê xwe bûm.

Ez bi dengê mînîbusê bi xwe hisîyam. Heyecanekê xwe li dilê min rapêça. Min xwe tavilê da ser hev û ez rabûm ser xwe.

Min çavên xwe bera ser cama mînîbusa ku dihat dan. Gava min ew dît, çavên min biriqîn, kêfa min hat. Min lê nihêrî. Nihêrî… Mînîbus di ber min re bihurî û di derîyê paşîyê yê mektebê re ket hewşê û sekinî.

Min di nav hesinên li ser dîwêr re, bala xwe da kesên ku dadiketin. Dû re, min dît ku keçika min a esmer û bedew, weke şahbanûyekê bi kubarî daket û li dora xwe nihêrî. Wê gavê, min got qey ew ê çav li min bikeve û li min hay bibe. Ez tirsîyam.

Min jê hez dikir. Çi gava ku çav lê biketama, min digot qey hin min ji paşîyê de, ber bi wê ve dahf didin. Min xwe bi zorê digirt. Her deverên min pûç dibûn û ez ji ser hişê xwe ve diçûm.

Heta ku ew daket, bi bişirandineke kubar silav da hevalên xwe û ber bi mektebê ve meşîya jî min li wê temaşe kir. Her hereketeke wê dikir ku ez bêtir bi wê ve bême girêdan û bi vî awayî, ew jî ji min bi dûr bikeve.

Xuya bû ku di nav hevalên wê de, gelekî jê dihat hezkirin. Weke qralîçeyekê dibişirî û bersiva silavên wan dida.

Ez ji nişka ve, li tiştekî din fikirîm. Le ku hinên din jî dil dabin vê keçikê? Le ku keçik jî meyildarî yekî ji wan be? Wê gavê, ez ê çi bikim? Wê gavê, ez ê çi gûyî bixwim? Hema min dît ku kulmên min ji hêrsan jidîyane. Niha kî derketa hemberî min, min ê kulmên xwe wek balyozan li ser çavên wan bixistana; min ê dev li canên wan bikira û min ê bikira ku perçeyên wan ên herî mezin jî guhên wan bûna!

Heta ku ew ket hindur û wenda bû jî min lê nihêrî. Dû re, ez di cihê de hêdîka zîvirîm û beyî hemdê xwe meşîyam. Digel ku hayê keçikê ji min tune bû jî min digot qey hayê wê ji min heye û ew jî niha li min difikire. Belkî aniha di pencereyê re bala xwe daye min jî. Ez bi wê hêvîyê li xwe zîvirîm û min serê xwe rakir, li pencereyan nihêrî. Kesek nedixuya.

Di jîyana xwe de, ev cara duyem bû ku min weha dil dida keçikekê. Cara pêşîyê dilê min dîsa ketibû keçikeke weha xweşik. Bi rojan, bi mehan, min dev ji her tiştî berdabû û karê min her ew bû ku heta êvarî min xwe dida bende û çi gava ew derketa derve, min dida pey wê. Carinan weha dibû ku min nema xwe radigirt û min digot ez ê herim pê re bipeyivim. Lê min baş dizanîbû, heke min jê re bigota, mahdê wê dê ji min bixelîya û ez ê perîşantir bûbûma.

Heta roja ku ji taxa me bar kir jî em nepeyivîn. Roja ku bar dikir, ez li serê kuçeyê sekinîbûm û min li wê dinihêrî. Gava li mekîneyê siwar bû û di ber min re bihurî, li min nihêrî û bişirî. Qey fahm kiribû ku ez ji wê hez dikim.

Êvaran gava ku dihat bîra min ez derdiketim kuçeyê û çi derîyê ku dihat ber min, min pehîna xwe lê dixist û ez diqêrîyam. Herkesî pê dizanîbû bê ez ji bo çi ketime vê rewşê; lê kesî cesaret nedikir bihata bi min re bipeyivîya. Min çi dixwest ku hinan ji min bipirsîya û min ji wan re derdê dilê xwe bigota. Lê ew ji min ditirsîyan. Dilê wan jî di ber re bi min dişewitî. Carinan min didît, hin pîrekan gava min pehîn li derîyan dixistin û ez diqêrîyam, di pencereyan re li min dinihêrî û bi halê min digirîyan. Wê gavê, ez bêtir li ber xwe diketim û hêrs dibûm. Ez diçûm ber pencereya wan û min kevir diavêtin wan, da ku li min nenihêrin.

Heta ku ez li vêya rast hatim jî ji bandora evîna xwe ya berê xelas nebûm. Ez dîn bûbûm. Ji ber ku nêzîkî mala me bû, ez hema dihatim ber derîyê vê mektebê û min bela xwe di zarokan dida. Kî di derî re derketa, min li çavên wan dinihêrî û ez ji bo şer li wan li hemanan bûm. Çavên min bar nedibûn. Hesûdîyeke xurt bi min re peyda bûbû. Him gelek ji wan çeleng bûn, him jî çi keçikên bedew hebûna giş bi wan re digerîyan. Vê hesûdîya ha, ez bêtir ber bi dijminatîyê ve dibirim.

Rojekê dîsa ez li ber derî sekinîbûm û min ji xwe re li wan temaşe dikir. Çend kesan ji xwe re bi topê dilîst. Qralîçeya min jî ketibû milê hevaleke xwe û di hewşê de digerîya. Wê gavê min dît ku kesên bi topê dilîst, ber bi hev de hatine û dikin şer bikin. Tu nabêjî, yekî wek qerasekî, xwe li yekî piçûk radikişîne. Weleh, min dît ku vîya sîleyek avêt lêwik; hema min xwe negirt û ez ketim hewşa mektebê. Min xwe gihand wan û lawikê piçûk avêt paş xwe. Min yek bi ser devê vîya de vekir ku heta ew hebe, ew ê wê derba min ji bîr neke. Got “terep” û li erdê ket. Piştî wê navê min bêtir belav bû û ez li nav xwendekaran jî navdar bûm. Lê belê, bi navekî din. Êdî kê ez didîtim, ji min re digot “Felemez Abî”. Kesek pê nizane, bê kêfa min çi qasî ji vî navî re dihat!

Min nema dikarîbû îdare bikira. Ez ê bi vêya re bipeyivîyama. Min dizanîbû ku keçik min qebûl nake jî ez ê bi wê re bipeyivîyama. Ez ê sor bibûma, lal bibûma, devê min ê negerîya, ez ê biricifîyama, belkî bêhna min jî biçikîya… Belkî keçikê henekên xwe jî bi min bikirana û bi min re bixeyidîya jî… Dîsa jî ez ê pê re bipeyivîyama.

Ez çûm û hatim. Min xwe da benda zîlê. Sebra min nemabû. Tu rêyên din nebûn. Ez ê pê re bipeyivîyama. Ji niha de, ez diricifîm…

3.

Ro dihate nîvro. Ez li benda dengê zingilê bûm ku xwendekar derkevin derve. Hê bîst deqîqe hebûn jî min lê nihêrî ku keçika min bi keçikek din re derket derve. Çavên xwe li derve digerandin. Qey li bende hinan bûn, an jî hayê wan ji hinan hebû. Ma gelo ez bûm ew? Na lo! Ji xwe, gava çavên xwe digerandin, keçika hevala wê li min hay bûbû û mîna ku hebekî tirsîyabe, tiştin di guhê keçikê de gotibûn. Wê jî li min nihêrîbû, lê mîna ku ji hebûna min a li wira aciz bûbe… Min tavilê berê xwe guhert û ez bi şûn ve kişîyam.

Weleh, min dît ku bişirandinekê xwe li rûyê herdu keçikan girt. Tu nabêjî, hayê wan ji hinên din hene. Min jî li alîyê ku wan lê dinihêrî, nihêrî. Teqsîyeke reş hat û li ber dîwêr sekinî. Zilamekî ciwan ku berçavkeke reş ya rojê di çavê wî de bû, daket û bi ken ber bi dîwêr ve meşîya. Bi destên hevdu girt û silav dan hev. Keçikê tiştin ji wî re got û li alîyê min nihêrî. Bi dû re, wî zilamî jî li alîyê min nihêrî. Min fahm kir ku ew li ser min dipeyivin. Lê belê, çi têkîlîya min bi wan re heye?

Weleh, hema min dît ku zilêm dev ji wan berda û ber bi min ve meşîya. Bejina wî dirêj û qilafetê wî jî girs bû; lê çavê min di wî de dibirî. Heke min bixwesta, min dikarîbû ew bi derbekê re li erdê rast jî bikira. Lê min dixwest ez hîn bibim, bê hela derdê wî çi ye. Ez fahm bikim.

Hat û li ber min sekinî. Di vê zivistanê de û berçavka rojê? Li rûyê wî nedikir. Ji bo ku ez henekên xwe bi wî bikim, ev mahneyeke baş bû. Lê belê, min dît ku zilamê me qure derket.

Got; “Me bihîst ku tu pir li van doran digerî. Bila hayê te ji te hebe. Tu bela xwe di keçik meçikên hevalên min bidî, ez ê lingên te bişikînim.”

Heylo! Hela tu ji xwe re li vî halî binere, lo! Lawik hatiye û fortan li min dike. Mêr e, weleh! Hema min got “qereb” û min serê xwe di nav çavên wî de ve kir. Zilam wek darekê ji kokê de hejîya.

Bavo! Tu nabêjî lawê min ne bi tenê ye. Te dît, derîyên teqsîyê vebûn û çend zilamên weke qeraseyan jê daketin û ber bi me de baz dan. Divê ez birevîyama. Min li wan nihêrî. Sê kes bûn. Qeweta min têra wan nedikir. Gava min dît ku herdu keçikan jî ji ser dîwêr bala xwe daye me, hema min got, heyfa mêrantîyê ku ez ji ber vana birevim.

Sê heb bûn. Ma min ê çawa bikira? Hersê jî li min civîyan. Di nav re min jî çend heb avêtin wan, lê belê kûçikbavan xweş şer dikir û ji min xurttir bûn. Gava yê erdê jî rabû, êdî min fahm kir ku rewşa min ne tu rewş e.

Heke mirov rastîyê bixwaze, ev ne şerê mêran bû. Ma mirov bi çar kesan li yekî dicive? Hela ew ne mêr bûn; ez nizanim kê nîhabû min ku ez ji wira nerevîyam û li ber wan sekinîm.

Tu devera min ku derb lê neket nemabû. Min nema ber xwe didît. Ez bi her derbekê re, bi alîyekî de xwar dibûm. Kulm, pehîn, enîşk, çong… Diyaxwenîhano, tu nemabû ku bi qûna xwe jî li min bixin!

Di serî de, laşê min diêşîya, lê bi dû re ew jî nema. Min derb dixwar û ez di nav wan de xwarî erdê dibûm jî dev ji min bernedida. Heta ku dengê azanê hat min jî wan her li min xist. Ev jî tê wê mahneyê ku min bi qasî deh deqîqeyan lêxistin ji wan xwariye û hê jî dev ji min bernedaye. Ev rekorek e, ha!

Dengê Seydayê Ehmed, mîna ku hatibû hawara min, li wê dorê vedida. Min dît ku ez ji destê wan xelas bûme. Êdî min ji jora xanîyan, li wan temaşe dikir. Ez li ezmanan bûm. Lê wan hê jî li yekî dixist. Yek di nav wan de xwarî erdê bûbû û ji her derê wî xwîn diherikî jî wan dev ji wî bernedida. Ji xwe yê li erdê bû jî nema tev diliviya.

Îbrahîm Seydo Aydoğan

Derbar Rêvebir

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply