Fêkî û zerzewat di jîyane me de ji alîyê vîtamîn, mînaral, lîf û hwd. pêdivîyek gelek mezin bi wan heye.
Fêkî ,berhemên şirîn yên bi riwekan ve çêdibin û mirov dikarin bixwin.
Şekirên di nav de gelek e. Zêdexwarina wan rîska hîperglîsemî dihewîne. Nexweşên Dîabetê bila hay ji xwe hebin. wek sêv, pirteqal, xox, mijmij, mûz, nektarîn, hilûk, kîwî, zebeş, gundor, Moz, qeysî, zerdelî, hêrûg, kelek, şeftalî, şûtî, şimtî, kal.
Zerzewat,şînkatî, kidak, riwek, keske, hêşînayî,jî tên bi navkirin.
Riwekên kelandî yan xav, wek zelete tên xwarin.
Kalorîya wan gelekî kêm e . Bi dilrihetî hun dikarin gelekî bixwin. Wek bacan, xîyar îsot, pîvaz, gêzer, û hwd.)
Bêtir Sedema nexweşîyên Gastroîntestînal sîstemê kêmasîya fêkî zerzewatan e.
Kêmxwarina wan, îmmunolojîya mirov zeîf dike û lêgirtina infeksîyonan zêde dike. Herwiha zarokên ku fêkî û zerzewatan naxwin, bêhtir bizahmetî û dereng mezin dibin. Di kesên ku pîr bûne de jî, di pêşî de kêmasîyan wan qabizî, orimandin a zik, betilandin, jibîrkirin û hwd. gelek pirsgirêkên tenduristî çêdibin.
Di her dan ê xwerinê de bila li sifreya we de hebe.
Ya girîng, kelandî an xaf çawa bixwê bixwe şûştin û paqijkirina wan dîqet bikin❗
Jibîr nekin ku xwarina wan, wê rîska gelek nexweşîyan kêm bike. Wek: nexweşîyên kardiovaskuler, obezîte, hîpertansîyon, kanser..
Heya ji destê we werê ên rengî bixwin. Çiqas reng bi tarîtir dibe taybetî antîoksîdan zêde dibe. Û pergala îmmûnolojîyê biqewettir dike.(Pêdivîya me di zivistanê de zêdetir dibe.)
↪Ya dawî↩
Ji wêjeya klasîk
Buxçeya sorgul di geş tê
Çîçek û reyhan-i reş tê
Dilrubayan tîne geştê
Sinbilan ta-ta sema ye
Sebzeya şebnem gulav lê
Sor’eqîqan dur xwinav lê
Dilberan seyran û rav lê
‘Er’eran sîtab-i daye
.
(Dîwana Melayê Cizirî~1640, Melayê Cizîrî)
Dîyetîsyen MEHMET AYDIN