Fasûliya bi sêr- Çîrok

Di demekî de li gundekî jinbiyeka feqîr hebû. Ji ber ku kurê wê teralbû; perê wan pir hindik bû. Rojekî ew qas ketine tengasiyê ku mangeya xwe ya Belek xistin firotanê. Dê ji kurê xwe re gotiğe: “Mangê bibe bazarê, bi perekî baş bifroşe”

Ku xortê wê diçe bazarê di rê de rastê mirovekî bi salê yê ecêp tê, mirov jê re: “mêzeke kurê min, ku tu vê mangê bidî min ezê berdila wê de tiştekî hêja û bi qîmet bidim te” paşê di berika xwe de pênc hebê fasulye derxistiye. Xort bi dudilî got: “hebê Fasûlyê?” mirov jî: “Lê ev bi sêr in” ku mirov vê dibêje, dikeve aqilê xort manga bi sêr û fasulye bihev re diguhere. Manga xwe dide mirov, fasûliya xwe digre bi kêyfxweşî vedigere malê. Ji diya xwe re: “Dayê mêzeke di deste min de çi heye!” diya wî lê diqehire fasûliyan davêje der. Rahêştiye tawê avêtiye kurê xwe. Ji ber ku kurê xwe cezake kurê xwe şandiye odê û xwarin nedayê.

Ku dibe sibe bi çavê xwe bawer nake, di pencereya xwe ya razanê de meze dike giyayek bi lez û bez mezin dibe. Ew ne dar e, ne jî dêwê gulberoşk e, fasûlî ber bi ezmanan ve diçe. Xort pê ve hildikşê nîv saetê şunda xwe li welatekî ecêb dîtiye. Li alê zeviyan de malek mezin dîtiye xwe li malê digire û diçe ber derî li derî dide; jinikeke deriye vedike. Xort dibêje: “Tiştek xwarinê heye?” jinik gotiye: “Heye, lê mêrê min ê dêw were divê tu xwe wenda bikî, çimkî ji zarokan re deyax nake, hima wê dixwe.”

Xort dike ku xwarinê bixwe, dike ku li ser sofrê rûne, ji der ve dengekî gûr tê û wiha dibêje: Fee, fî, fon..Bêhna zaroka tê, mirî be, sax be jî xarina wê xweş e, hestiyên wê bihêrim, ez ê ji xwe re bikim xwarin.” Jinik: “Zû here xwe têxe firinê xwe veşêre” paşê jî ji mêrê xwe re: “Zarokê çi mêrik, bêhna ku tê te, bêhna goştê yê do ye, ya ku min dabû pisikê”

Dêw pey xwarina xwe zêrên xwe yê kîsan dimjêre û ji ber ku diweste dikeve xew. Xort li cihê veşartî derdikeve kîsek zêr digre bi roka fasulye bi sêr ve havêt xwarê. Paşê ji bi roka fasûlyê ve xwe ber dide, dadikeve xwarê. Zêran dide diya xwe. Dê bawer nake ku sihûda wan vebûye.

Çend meh şûnde zêrên wan tev diqedin xort dîsa bi rok ve hildikşê diçe welatê dêw. Xort tê mala dêw cardin ji jina dêw xwarin xwestiye. Jinik nexwestiye ku wê têxe hundir lê deyax nekiriye. Pir neçûye dengê dêw hat. Dêw bi kêyfxweşî kilam digot. Xort dîsa xwe dixe firinê, xwe vedişêre. Dêw hate hundir dîsa got “Bêhna zarokan tê…” jinik: “Zarokê çi? Qey bêhna goştê do hatiye te, tu li xwarina xwe meze bike.” Piştê xwarinê dêw ji jina xwe re: “Ka mirişka min bîne” jinik hima dere mirîşkê dîne. Dêw ji mirişkê re: “ Hêka bike!” mirîşk hêka zêr dike, xort jî lê wî temaşe dike û şaş dibe. Dêw bi mirişkê re dilîze paşê li ser masê bi xew ve dere. Xort jî bi mirîşkê digre, mirîşkê dibe mala xwe.

Bi vî awayî xort û diya xwe zengîn bûne. Destekî wan di rûn de destekî wan di hûngiv de ye bi kêyf xweşî dijiyan. Di navînê de salek derbas bûye aqilê xort dîsa li ezmanan bûye. Paşê xwestiye ku xwe dîsa bicerîbîne. Xort bi rota fasûlê fe hilkişiyaye çûye welatê dêw îcar bê jinikê dikeve hundirê xanî xwe di dolabê de xwe vedişêre. Dêw jî ku hat mal, got: “Bêhna zaroka ji ku tê?” Jinik dibe ku di beroşê de be. Mêze dike ku zarok di beroşê de tune. Jinik li wî digere wî nabîne. Dêw gotiye: “ Ez bawer dikim ku li vir e” dêw û jinik bi hev re mal serobino dikin lê wî nabînin.

Dêw xwarina xwe dixwe, piştê xwarinê çenga/harp zêrîn derdixe jê re bi qîr: “Bibêje?” Çeng dest bi lorikan kiriye û dêw dikeve xew. Xort jî hêdika bi çengê digre û direvîne. Çeng gotiye: “Hawar!” Dêw daye pey xort. Xort xwe avêt ser rota fasûlê û bi zû dadiket. Dêw ji xwe avêtiye ser rota fasûlî û li pey xort e. Hawar hawara çengê bû. Ku xort ji rotê tê xawarê ji diya xwe re: “Dayê zû bivir bîne?” Xort û diya xwe koka rot dibirin. Dêw ji rotê ve dikeve erdê dêw dimire.

Xort û diya xwe bikêyfxweşî jiyana xwe didomînin.

Nivîskar: Hans Chrîstian Andersan

Wergêr: Paşa Amedî

Derbar Çand Name

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply