Yekşem , 23 Sibat 2020

Fanzîna Wênekêşiyê Flashhilat Dest Bi Weşana Xwe Kir

Bi navê Flashhilat fanzîneke nû li ser kurdiya kurmancî zêde bû.

Cudahiya vê fanzînê ji yên din ev e ku ev fanzîn li ser wênekêşîyê ye û bi dirûşma “Fanzîna ji Fotografîyê Dinizile” hate weşandin.

Fanzîn bi rêveberiya Omer Faruq Baran hate amadekirin û pîştî paşxaneyeke salekê ku kemilî û derfet çêbûn hat çapkirin.

Di jimara pêşî de ev nivîs hene:

  • Kolaja Dînan – Perxudres,
  • Tora Tarîyê – Sîna Silokoro,
  • Şagirt Bresson,
  • Hoste Martin Munkacsi – Bûbb Evdemûn

û bi fotografên xwe

  • William Henry Fox Talbot,
  • Martin Munkacsi,
  • Nazeer Al-Khatib,
  • Adrian Silbey,
  • Henry Cartier Bresson,
  • Gabriel Bretocq,
  • Yuri Cortez

cih girtine.

  • Di fanzînê de bi abgarukkama re hevpeyvînek hatiye çêkirin.

Bo eleqeya li ser fanzînê were fehm kirin, ji hejmara 1ê tenê 40 heb bo firotanê hatine belav kirin.

About Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Check Also

e-Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî Derket

Ji refên Weşanên Zanîngehê wek e-pirtûk Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî derket. Nivîskarê ferhengê …

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *