Ez ê Ji Diltengiyê Çawa Xelas Bibim?

Her gunehê tê kirin û bi jêbira tewbeyê nayê jêbirin, di dilê mirov de dibe çilkek (leke) û dimîne. Gunehekê di dil de çilkekê wiha pêk aniye, wek vîrûsek e ku musellatê laşê mirov dibe. Zû-dereng tê ya xwe wek diltengî û tengezarî bide xuya kirin.

Pêxemberê me (sellallahû ‘eleyhî wesellem) vî heqîqetî bi van îfadeyan tîne ziman: “Gava ‘evd xetayek bike, di qelbê wî de rêçekê reş peyda dibe. Ger ew kes, ji wî xetayî ya xwe dûr bike, ‘efû teleb bike û tewbe bike, qelbê wî tê cîlakirin û ew çilk paqij dibe. Heman guneh î bidomîne (wî guneh î tekrar tekrar bike) çilk a di qelbê wî de mezin dibe.”

Qirêjên Gunehan Divê Bi Hêsiran Bêt Şuştin

Hetta demek têt (ew çilk/leke) ya qelbê bi tevahî werdigire. Ha ev rewşî ew zenga ku, Xwedê Te’ala di sûreta Muteffîfîn de, di ayeta 14an de (mealaen) dibêjî: “Na! Rastî ne wisa ye! Karên xirab ê ku wan kiriye, bere bere qelbê wan zengarî kiriye.”
Amelên salih ku em dikin, karên rind, qencî dilê me rehet dikin; guneh û xeta jî wî teng dikin û hinek tengiyên rûhî çêdike. Nexwe, kesekê diltengî û bêaramî pê re hebe, divê tavilê bi tewbe û îstîxfarê berê bide bal Xwedê ve. Pirr û pirr divê du’a bike û qirêjên gunehan bi hêsiran bişo.

Divê Em Çewa Du’a Bikin?

‘Alimên mezin ji bo mirovên dilê wan teng dibe, hinek du’a û sûretan pêşniyaz dikin:
-Rebbî’ş-rehlî sedrî (11 car)
(Ya Rebbî! Aramî û rehetî bide dilê min.)
-Sûreta Înşîrah (7 car)
-Bîsmîllah, tewekkeltu ‘elellah, la hewla we la quwwete îlla bîllah. (3 car)
(Bi navê Xwedê. Min tewekkula Xwedê kir. Hêz û taqet bi tenê bi lutf û îhsana Xwedê ye.)

Yusuf Agah

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply