Ez û Ziman

Ziman wekî deryayê ye. Hindî mirov di vê deryayê de melevantir dibe, mirov bitir bi ser mezinahiya wê hildibe. Hindî mirov di zimanî de şarezatir dibe, mirov bitir bi ser mezinahî û hinêra wî hildibe. Helbestvanê îranî Ehmedê Şamilo di vê meseleyê de xweş gotiye. Wî digot ku dema ew hêşta ciwanek bû, wî hizir dikir ziman di destên wî de hevîrekê ron e û wî çawa divêt dê wesa li wî bike. Lê hindî ew mezintir dibû, wî ziman bitir wekî şayekî didît, û xwe li ber wî şayî gelek biçûktir didît. Helbet ez bawer nakim zimanê wî ku farisî ye û hema çi zimanên dî yên vê dinyayê hindî zimanê me arêşe hebin. Ez behsa zimanê nivîsînê dikim, ne zimanê axiftinê. Arêşe di zimanê axiftinê de kêmtir hene. Lê ez behsa zimanê nivîsînê dikim.

Helbet tixûbekê berçav di navbera axiftinê û nivîsînê de heye. Ez bawer nakim çi miletên dinyayê ka çawa diaxivin wesa binivîsin jî. Ji bo nimûne, faris dibêjin “sub bê xeyr”, lê dinivîsin “صبح بخیر” (subih bîxeyr). Ingilîz dibêjin “zu” (bi Z ya fis), lê dinivîsin “though”. Yanî ew şeş pîtan ji bo du dengan bi rêz dikin. Min hindek caran hiş û hizrên xwe berdan ser vê meseleyê di hindek zimanên dî yên ewropayî de û ew jî her wesa derkeftin. Lê gelek caran gilî û gazinde ji ber rênivîsê ji bo min dihên.

Me divêt hema ka em çawa diaxivin wesa binivîsin jî. Lê ev şaş e û qet nabe. Em dibêjîn “ed zanim”, lê em dinivîsîn “ez dizanim”. Ev dirist e. Xelkê me hemî wesa dikin. Lê xelkê me, ji wan jî nivîser, ji bo hemî tiştan razî nînin wesa bikin. Çima? Ew jî nizanin! Ji bo mînak, em dibêjîn “wî gotê” û her eynî wê dinivîsîn jî. Dibê em binivîsîn “wî got wê/wî/wan”. Zimanê me hêşta gelek vemayî ye. Merema min ew e ku hêşta me ji bo wî çi tiştekê weha baş nekiriye. Ez gelek caran dibînim ku hêşta zimanvanên me jî li ser gelek tiştan yek nînin. Vêca rewa ye ku ez ji Şamiloyî jî bitir xwe li ber hinêrên zimanî biçûktir bibînim. Ne tenê ji ber wê ku ew gelek şareza bû, lê ji ber wê jî ku zimanê me jî hêşta negehiştiye çi binecihan. Me kurdan hêşta zimanekê pîvankî nîne. Ne tenê zimanek, hêşta me kirmanciyeka pîvankî nîne ku em kirmanc li gor wê binivîsîn.

Herçende ez gelek ji xwandin û hizrînên zimanî hez dikim û gelek caran li ser wî diaxivim û kêm caran dinvîsim jî, lê ez roj bi roj xwe li ber zimanî gelek biçûktir dibînim. Lewma jî min kêm li ser zimanî nivîsiye. Lê min biryar daye ku ez êdî her heftiyê carekê li ser wî binivîsim. Ez dê her carekê li ser arêşeyekê û li dû zanîna xwe binivîsim. Me navê vê quncikê kir “PÊL” û me divêt ev nivîsarên me wekî tîran bigehin armancên xwe. Ez hîvîdar im ev tîr şaş neçin!!

Têbînî: Ev nivîs di hejmara 1110ê ya rojnameya Warê de hatiye weşandin.
Zinarê Ednanê Melleyî  – zinarares@yahoo.com

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply