Iraq 1970 Nawpurdan: 8th congress of KDP, second left to right, Nouri Shawess, Mustafa Barzani, Kamuran Bedir Khan and his wife Natacha Irak 1970 Nawpurdan: Celebration du 8eme congres du PDK , 2eme a gauche, Nouri Shawess, Mustafa Barzani, Kamuran Bedir Khan et sa femme Natacha

Ez û Mamoste Sabahattin Kayhan û Mîr Dr. Kamîran Bedirxan

Mamoste Sabahattin Kayhan ji Enstituya Kurd a Parîsê li Fransayê, bursiyerê Enstituyê û li ser dîrokê doktorayê kar dike. Ji salekê ve lêkolîna xwe li ser Mîr Kamîran Bedîrxan dike.. Ji berî dor 20 rojan ve, ev pirsên xwe ji min re şandibûn, min jî nemerdî nekir, wek ku min zanîbû, bersiva pirsên wî daye. Fermo pirs û bersivan bixwînin:

  • – Gelo we mîr Kamuran Bedirxan nas kir?
  • – Di payîza 1977’an de çûm Almanya, bajarê Frankfurt Am Main, xwedêgiravî ji bo xwendinê.. Belê min, derfetek zêrîn ji dest xwe berda?! Min karîbû mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Bonnê bibînim, dema ku hatibû ji bo avakirina dostaniya Kurd û Almanan.. Mixabin çendî kurmamê min xwest, min ba ya wî nekir û neçûm..
  • -Gelo serpêhatiyê we bi gel Mîr Kamuran heye, hebe hûn dikarin kurtasî kisa bikin?
  • – Na.. Min ew nediye ta ku serpêhatiyên min pêre hebin.. Bi tenê ew serpêhatiyên ku min ji dost û kesên nêzîkî wî bihîstine wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mela Hesenê Kurd û nexasim ji dotmama wî mîrzade Rewşen Bedirxan û keça wê Sînemxan Celadet Bedirxan.. Hem jî Seydayê Tîrêj jî ji min re digot; Di sala 1944’an de Mihemed Eliyê Şiwêş berpirsê Xoybûnê li Amûdê ez û Ûsivê Hersan şandin Beyûrtê ku em herin cem Mîr Kamîran Bedirxan û jê bipirsin çima nema (Roja Nû û Stêr) têne Amûdê, Bi rêde min ev helbest huna û jêre got:

Kamîranê dilovan tu bi nav û nîşanî

Li Kurdistan seranser Key Xisrewê zemanî..

  • – Mîr Kamuran kesekî çawa bû, ji we re taybetmendîya wî çi bû ? çend mînakan dikarin bidin ?
  • – Di baweriya min de mirovekî sade kurd bû.. Kurdistanî bû.. Jiyana xwe tev di ber kurd û Kurdistanê de xerc kir.. Bi serketinên welatê xwe re geş dibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin..
  • – Agahiya we li ser xebatên Mîr Kamuranê yên di warê dîplomasî de hene?
  • – Li gor ez zanim, ji Stenbolê destpê kir.. Di nav rewşenbîr û welatparêzên wê demê de mezin bû.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Piştî hatina Kemal navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Ew di sala 1927/1931’ê berpirsyarê beşê Kurdî yê Xoybûnê bû li Libnanê, digel Vahan Papazyan ku yê beşê Ermenî bû û Malik Cinbar Werdî ku yê beşê Aşûrî bû.. Di sala 1948’an de çû Amerîka ji bo kêşeya gelê kurd.. Rola wî mezin bû di damezirandina Komeleya Xwendekaranên Kurd li Ewropa..
  • – Têkîliya Mîr Kamuran, bi gel Birêz Barzanî û Kurdistana Başur çi bû ?
  • – Di sala 1961’ê de, li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11ê adara 1970’î de, Barzanî jê xwest ku bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Şingalê de..
  • –Li ser xebatên Mîr Kamuran yên Edebîyatê, wergêr, dîrokê, hûn çi dikarin bêjin?
  • – Bêguman Mîr Kamîran Bedirxan yek ji pêşengên çanda kurmancî ya nûjen e, her wiha pêşengeke ji pêşengên rojnamegeriya Kurdî.. Di sala 1943’an de du rojnameya(Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê bi zimanê kurdî weşandin.. Digel ku yekemîn alîkarê birayê xwe Mîr Celadet Bedirxan bû di weşana kovara Hawarê de li Şamê û di bin bandora helbestên wî yên nûjen û şîretên wî de helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa rehmetî Qedrî Can hat meydanê.. Di warê dîrok û wergerê de jî ku mirov li Roja Nû, Hawar û Ronahî vegere wê gelek bedewiyan bibîne..
  • – Gelo li ser jiyana wî li Surîyê û derveyî Surîyê hûn çi dikarin bêjin wekî din jî pirsên ku min ji bîr kirî, hûn dikarin zanîn û nêrînên xwe bînin zimên?
  • – Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bêtir çax û demê xwe heta saka 1947’an li Beyrûtê derbas dikir.. Car caran dihat Şamê mêvandariya birayê xwe Mîr Celadet Bedirxan. Li Beyrûtê pêwendiyên xweş bi Fransizan û malbatên mezin di Libnanê de ava kirin. Di serê wan malbatan de malbata Alsulih ya navdar li Beyrûtê. Ew jî di rêka keçmama xwe Zeyneb Osman Paşa Bedirxan re. Zeyneb xanim Bedirxan kebaniya Ehmed Muxtar Alsulh bû, jinek bi hêl û mêl bû, xwedî gotin û biryar bû, cihê rêzgirtin û qedir bû di nav malbata Alsulih de û gotina wê ne dibû dudo.. Ta pileyekê ku hinan ji malbata Alsulih pesnê wê di bîranînên xwe de dane..  Dema ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Beyrûtê bû, keçmama wî Zeyneb û malbata Alsulih bi tevahî xweş pişt bûn jêre û her wiha ji rêhevalê wî Dr. Nûreddîn Zaza re. Paş mirina wê di sala 1947’an de, keça wê Nezîhe xanim bû xweş hêlîn ji Dr. Nûrddîn Zaza.. Dema ku Dr. Nûreddîn li Beyrûtê bû pirê caran li mala keça wî Nezîhe xanim dibû mêvan.. Û sala 1963’an, di rêka malbata Alsulih re xwe gîhand birêz Kemal Cinbilat, dema ku wezîrê hundirê Libnanê bû û di rêka wî re, karîbû gelekan ji kurdên Libnanê, bike xwedî nasnameya Libnanî, hem jî di wê salê de/1963an, destûra avakirina (Civata Kurdî Ya Lubnanî ya Qenciyê) bi rengekî fermî ji hukumeta Libnanî stand.. Ta roja îro ev Civata Qenciyê di karê xwe de berdewam e, wek balyozxaneyeke kurdîye li Beyrûtê. Di roja 09.06.2014’an li Beyrûtê ez çav bi kalemêrê kurd Reşid Xello, yê ku bi navê (Sofî Reşo), di nav kurdên Libnanê de tê nas kirin. Min jî wek te pirsa Mîr Kamîran Bedirxan jê kir, wî wiha bersiva min vegerand: Sofî Reşo, bi keser û têr û tesel ji min re behsa Mîr Kamîran Bedirxan kir û gelek çirok û çîvanokên kurdên Libnanê û Beyrûtê ji min re gotin.. Erê, bi têr û tesel ji min re qala Mîr Kamîran û rola wî di nav kurdên Beyrûtê de kir… Û got: ″Mîr Kamîran di sala 1948’an de ji Fransa hat Beyrûtê, dibistanek ji me re di serê sûka Xudra, nêzîkî sînema Rîvolî vekir û ji Kurdên Beyrûtê re got: Ezê Serê Beyrûtê û Heriş ji we re bigrim, xaniyan ji xwe re di wan de ava bikin.. Lê, em razî nebûn.. Gelekan ji me gotin; em nikarin herin di nav wawîk û roviyan de xaniyan ava bikin..! Hina digot em ê vegerin Omeriyan..!″ Hem jî Sofî Reşo got: Mîr ji me re digot: ″Ez zanim ku hun nizanin bixwînin, lê rahêjin cerîdekê bela di destê we de be..  Lê sed mixabin, me bi ya Kamîran Beg nekir û wiha piştî du sê heyvan wî jî, ew dibistan girt û zîvirî Parîsê..″  Li dor qenciyên malbata Samî Alsulih bi kurdan re got: ″Samî Alsulih ji sala 1943’an ta sala 1958’an û kuştina Kemîl Şemûn serokwezir bû, gelekî ji me kurdan re qenc bû,. Wî nasnameya Libnanî da gelekan ji me.. û ji me re digot: Tiştê xerab nekin, wekî din hun çi dikin bikin ez li pişta we me, ezê we ji hebsê derînim..″  Bi vê dîdarê tê naskirin ku Mîr Kamîran Bedirxan du carî dibistan li Beyrûtê ji vekirine, carekê sala 1943’an û carekê sala 1948’an.

Keko! Ez ji dil û can Teza te ya doktorayê li dor jiyan û xebata Mîr Dr. Kamîran Bedirxan pîroz dikim û dibêjim ku ez û te wî bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?!

Konê Reş
Qamişlo
01.01.2018

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply