Ez û Încil Selçuk û Hezkirina Malbata Mîr Bedirxan

Belê xanima hêja (Incil Selçuk), wek min û te ye..! Mîr bûn.. Mîrên kurdan bûn, yên ku rêçika kurdewaryiê şanî me dene.. Mîr Bedirxanê Azîzî û zarok û neviyên xwe bûn.. Bi rastî, min ti malbat wek malbata wan nedîtiye ku, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin, tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1843an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.

Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî welatê xwe Kurdistanê mirin.. Û her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû..

Wiha wan Mîrekên Bedirxanî gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname bi zimanê Kurdî weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.

Piştî koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868an de li Şamê, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rê û şopa bavê xwe kir qêrîn û gazî.. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Wî di roja 22ê nîsana 1898an de, yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre bi navê KURDISTAN û zimanê Kurdî weşand û di nav rûpelên wê de gazî kurdan kir û got: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! Qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet (li) dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike, mirov mihtacî tu nabe. Riya Xwedê de paş niho zaroyên xwe bie’limînin ilm û merîfeta, hûn bi xulaqetê xwe şûca’ û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin) Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, Kurdistan, hejmar4/1898 Qahîre

Neviyê mîr Bedirxan jî, mîr Celadet Ali Bedirxan:1893 – 1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehiştin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî û di roja 15.5.1932an de hejmara pêşî ji kovara xwe (Hawar) a bi tîpên latînî, li Şamê çap kir û di nav kurd û biyanyan de belav kir û got:

(Herçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.

Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî.

Herî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê..).

Mîr Celader Alî Bedirxan, Kovara Hawar, jimar: 40,1942

Hêjano! Ma xebat ji wilo mezintir heye? Û çilo ez û xwîşka delalî Incil Selçuk pesnê wan nedim?! Bi silav û rêzgirtin dengê xwe tevî dengê te dikim xwîşka hêja!.

 

Konê Reş / Qamişlo 07/03/2020

 

Derbar Konê Reş

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply