Tu dilê xwe aş bike dayê
Ez êdî bûm şervanê azadî yê
Bêwîste tu li ber xwe bidî
Dilawêr û arîlê bî
Tê guhê min şev nîvê şevê
Lorînên te dayê
Li porêmin dide bayê
Wekê destê te yê nerim dayê
Li gula min baş binê re dayê
Bila hertim geş bibe
Ez dizanim aw çaxa ku tu av didî
Tu limin difikirî û digirî
Ez êdî bûm xelat
Xelat a azadiya welat
Dimeşim li bakûr
Li başûr û rojhilat
Ez şervan im dayê
Şervanê hêviyê
Şervanê Rojê dayê
Şervanê rûmetiyê
Min soz daye Rojê
Tu carî ez bernadim dozê
Ta ku here serî
Armanca Rojê
Ey dayika dil xembar
Tu ser bilindî û bi rûmetî
Divê tu li ser pêyî xwe bisekinî
tu hêz nekaribin ku tu vegerînî
Ne xem û êş
Ne jî hesreta dilan
Bikaribe têk bibe li te
Ez dizan im
Dilê dayikan sînor nasnak e
Lê jî kî çi dizan e
Dayikek ji kezaba
Dûr jiyan çiqas zor e
Dem seat heta çirkek
Sînga Wê arê pizot e
Helbestvan: Nûpelda Demîr