Ez Li Sola Xwe Digerim

Mîrê Botan û Mîrê Behdînan dostê hev bûn. Mîrê Behdînan karê xwe kir ku here Hecê. Lê berî ku here Hecê xwest ku here Cizîrê, seredana Mîrê Botan bike û da hevûdin fihêl bikin. Mîr rabû hate Cizîrê, mala Mîrê Botan. Xulamekî mîr ê bi navê “‘Elo” hebû ku yekî zîrek bû.

Piştî xwarinê Mîrê Botan ji xulamê xwe ‘Elo xwest ku here nav rez, ji wan re tirî bîne. ‘Elo rabû çû. Mîr bi tebîetê ‘Elo zanîbû, got:

  “Ev e ‘Elo derket, ev e ‘Elo çû, ev e ‘Elo çû kolanê, ev e giha nav rez, ev e tirî jê dike, ev e xiste selikê, ev e dide milê xwe, ev e hat, ev e gihîşte ber devê derî, ev e derî:

‘Elo!

-Libê Mîrê min!

‘Elo tirî anî û li ber herdu mîran danî.

 Herdu mîran tirîyê xwe xwarin. Lêbelê  ma di dilê Mîrê Behdînan de ku xulamê mazûvanê wî ewqas zîrek e.

 Mîrê Behdînan bi rê ket, berê xwe da Hecê û çû. Wê demê çûn û hatina Hecê salekê dom dikir. Piştî salekê Mîrê Behdînan ji Hecê vegeriya hat.

 Mîrê Botan mecbûr bû ku here seredana Mîrê Behdînan. Çend xulam bi xwe re hilanîn û berê xwe da Behdînan. Çû mala Mîrê Behdînan ku bûbû Hecî. Ew meseleya ‘Elo û rez hêjan ji dilê Mîrê Behdînan derneketi bû. Xulamekî wî hebû, navê wî Heso bû. Mîrê Behdînan piştî xwarinê gote Heso:

            -Heso!

-Libê Mîrê min!

-Rabe here nav rez ji me re tirî bîne.

Heso derket. Mîr got:

“Ev e Heso derket, Heso çû, çû kolanê, çû nav rez, ev e tirî jê dike, xiste selikê, ev e da milê xwe, ev e hat, ev e gihişt devê derî, ev e derî vekir:

-Heso!

-Libê Mîrê min!

-Ka te tirî anî?

-Welleh Mîrê min ez hêja li sola xwe digerim…

Abdulkadir Bingol

Derbar Çand Name

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply