EZ Kİ ME?

(Nîşe: nivîskar çawa nivîs şandiye wiha hatiye weşandin-ÇANDNAME)

Ez Minari me,

Mınar nehyeyek bı Bayîkan va ye û Bayîkan ji bı Sérté va gırédayi ye.

Mala mın lı Ankara ye,

Li gor sala 2021ê 84 salî me.

Şikirdarim ji Xweda ku heya nuha tendurustîya min normal e.

Nexweşanîyên min yên kronîk nînin.

Sala 1937ê li gundê Minar, roja înê, gava ku nimêja inê ( xutbe) tê eda kirin hatime dinya yê. Babê min li xutbeyê ye. Çune ber derê mizgevtê li bendê mane heya derketîye mizgînî dane babê min. Gundîyan babê min pîroz kirine û hemîyan ji min ra dûâ kirine. Ez gelek girîngîyê didime dûâyên gundîyên xwe.

Ev sal sala qetilxuna Dêrsimê ye.

Komkujiya Sasonê salek berê derbaz bu ye.

Hê 4 salime Herba 2.min ya Cihanê dest pê dik e.

Li welatê me Xela ye. Xela 4 salan domandîye.

Babê min 1939yê çoye esker, eskeri 3 sal e. Sala 1941 ê teskere sitandî ye. Suwarî bûye. Li Sêwerekê eskeri kiriye.

Diya min 1944 ê da rehmet dike. Ez wê gavê 6 salî me.

Gava di 9 salîya xwe da çume Medresê, min Kuran, Mewluda Mela Hiseynê Bateyî, Nehcilenama Mela Xelîlê Sêrtî û Nubahara Ahmedê Xanî xwend û di vê salê da babê min keça Ağayê Eşira Etmanekan ji min ra nîşan kir, bûme xwedî xwestî û destgirtî.

Mekteba sereta ( İlk Okul ) gava hate Minar ez 12 salî bûm.

Piştî derbazî sefa 4ê bûm,15 salî daweta me kirin,

Ji 16 saliya xwe heya çume esker, ( 21 salî ) weka gundiyên xwe min jî rêncberî kir. 2 havinan bume KOLÇÎ li ser karên Xwê, karên Basleys. Di van navan da salê carek 2 car diçuma ber Otêlê, ku Muş Otêla Amedê bi şirîkayîtîya bab û 2 Apên min, ya me bû.

Sala 1958 serê baharê çome esker, piştî 6 manga weka pisporeke branja muxabereyê, operatorê Telemprimorê hatime Amedê,

Di Qursa Muxabereyê da min dereca yekemin kar kir û “tercihen” hatime Amedê. Çewa Tirk dibêjin ( bilek kuvetiyle ) hatim.

Min li Amedê leşkeriya xwe domand û di serê manga Adara 1960 da weka memurê Muxabereyê li postaxana nawend ya Diyarbekir bûme Têgrafçî.

8 salan min Têlgrafçîtîyê kir. Li Amedê 1958/1968 10 salên min di xizmeta welatparêzîyê da derbaz bû.

Di dema eskerîyêda ez EVCÎ bûm. Evcî yanê ewên ku malên wan li bajarên ku tû lê leşkerî dikî, izna te didin ku roja Şembî û Yekşembê tû li mala xwe bî.

Ya min hê zêdetir, ez roja Çarşembê jî li mala xwe ( ango li Otêla xwe) bûm.

Hewacî bûm. Li 3.Hava.Kv.K. yê, li Bêluka Muxabereyê Uzman Çawîş bûm. Di santrala telefonê da dixebitîyam.

Heftîyê 3 rojan li Otêla Muş ê, 4 rojan jî li baregeya 3.ci Hvv. Kvv. K nî yê bûm.

6 mang perwerda Leşkerî û ihtisasa muxabereyê li Kutahya û Gazîemir ya İzmîrê, 16 mang jî li Amedê 22 mang ekseriya min roja ku qediya, dora rojê li PTT ya Nawend a Amedê min dest bi karê Memurtîyê kir. Ez bûme Karmendeke xwedî ihtisas.

Telemci bûm. Min bi10 tiliyan Telemê dinivisanda, telem bi navê Telempirimorê weka Kompitera vê demê bû. Teknolojîya herê pêşketî Telem bû wî zemanî.

8 sal min memurtî kir. Piştî 8 salan roja 19.01.1968ê operasyonek li dar ket li ser Dawa Parti Demokratê Kurdistana Türkiya hatime girtin. Girti 11 kes 5 jî ji derva em 16 kes li mehkema Ağır ceza ya bajarê Antalya yê hatine darızandin.

Dewra zaroktîyê, ya rêncberîtî, memurtîyê û hepsa Antalya yê di ser min da derbaz bû, ez sala 1969 yê di manga 10 yê da çume Tatwan min bi saya xwedê û pismameke xwe ku zavayê min bû Munîr ( orhan) Epözdemir dest bi ticaretê kir.

Ticareta min weka ticareke navdar ji vê salê heya 2002 yê, 32 sal domand.

2002 yê dawî li Ticareta mina Tirkiya hat, ango dawî lê anîn.

Min berê xwe da Başûr, li Başûr jî kurê xelkê fersendên granbaha ji destên min revandin,

Min ji 2005ê virda dev ji ticaretê berda û dest bi nivîskarîyê û li gor taqeta xwe lêkolînên dîrokî kir.

Ji ber vê ye ku ez vê sanîyeyê li ser kompîterê ji we ra hal û ehwalê xwe dinivisînim.

Selam û rêz. 14.02.2021 Ankara.

Şakir Epözdemir

Lêkolînêr – Nivîskar

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply