Dilê min î virnî givrik nabe
Xeyalên min de holik hene
Berîka min de momik hene
Di destê min de bişkok hene
Kîsikê min de kapik hene
Li ser porê min kespik hene
Ez hîn zarokim dûrî min herin
Kevirê kewkaniya min bilind nabe
Bafiroka min li kelema aliyaye
Bendê vizika min qetiyaye
Teka duçerxa min teqiyaye
Goga min li serê darê maye
Leyîstokên min nîvco mane
Ez hîn zarok im naxwazim mezin bibim…
Koçer